Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên Ereb: PKK cewhera mirovahiyê ye
Kurdistan

Gerîlayên Ereb: PKK cewhera mirovahiyê ye

Gerîlayên Ereb: “Rêber Apo li ser bingeha azadiya vî gelî pêngava 27’ê Mijdarê avêt û tevger ava kir. Ev roj ji bo me wek sondeke, sondeke nû ye, rojeke nû ye. Ji bo wê jî em ti carî vê roja dîrokî jibîr nakin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi salane dewletên hegemonîk û statuparêz dixwazin herêmê parçe bikin û gelên herêmê berdin hevdû, da ku bikaribin deshilatdariya xwe li ser wan bimeşînin. Lê Rêber Apo di çarçoveya xeta sêyemîn de paradîgmaya Netewa Demokratîk ava kir. Baxçeya kevnar û dîrokî ya Rojhilata Navîn ji nû ve şîn kir. Bi saya fikir û ramanê Rêber Apo çiyayên azad bûne hêlîna şoreşgerên gelan. 

Şervanên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî û Ermenî li serê wan çiyayên bi heybet mil bi mil ji bo azadiyê têkoşîn dikin. Du gerîlayên Ereb ên di nava wan şervanên azadiyê de têkoşîn dimeşînin, di derbarê 27’ê Mijdarê de ji ANF’ê re axivîn û hestên xwe anîn ser ziman.

‘PÊWÎSTE GELÊ EREB RÊBER APO PIR BAŞ FÊM BIKE’

Gerîlayê HPG’ê Azad Dêrik di destpêka axaftina xwe de 27’ê Mijdarê pîroz kir û bal kişand ser girîngîya têkoşîna PKK’ê ya ji bo gelan ku bûye mînakeke gerdûnî. Gerîla Azad Dêrik ev roj li tevahî gelan pîroz kir û axaftinê xwe wiha domand, “Roja 27’ê Mijdarê ji bo gelên herêmê mîladeke nû ye. Di vê rojê de em berxwedaniya gelan bibîr tînin. Ev tevger tevegereke dîrokî ye. Bi 3 kesan destpê kir û niha gihiştiye milyonan. Niha jî pir mezin bûye û li ser gelên Rojhilata Navîn bandoriyeke mezin çêkiriye. Ev tevger li dijî zilm û deshilatdariyê derket. Rêber Apo heqîqetê nîşanî me da û rastiya gelan derxist holê. Ji bo wê jî pêwîste her roj em azadiya fîzîki ya Rêber Apo bixwazin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e. 

Pêwîste herî zêde gelê Ereb Rêber Apo fêm bike. Pêwîste gelê me qebûl neke ku ti kes deshilatdariyê li ser bimeşîne. Ez jî wekî zarokekî vî gelî tevlî vê şoreşê bûme. Ji ber şoreşa me şoreşeke sosyalîstiyê ye, şoreşeke mirovatiyê ye. Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê rojê. Wekî gelê Kurd û Ereb em bi hevre jiyan dikin. Em dikarin bi îradeya xwe ya cewherî xwe rêve bibin û xwe biparêzin. Tikes nikare bikeve navbera gel û şoreşê. Ti şoreşek bê gel nikare bigihîje serkeftinê. Ti gelek jî bê şoreş nikare azadiya xwe misoger bike. Pêwîste em yekîtîya gelên xwe ava bikin.”

‘PIŞTÎ PKK’Ê ÊDÎ TI KES NIKARE GELAN JI HEVDÛ VEQETÎNE’

Azad Dêrik nirxandinên xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Êdî tu kes nikare di navbera me de cudabûnê çêbike. Em hemû zarokên gelên vê herêmê ne. Em dixwazin bi ziman, çand û cewhera xwe azad jiyan bikin. Berê gelê Kurd nedikarî bi zimanê xwe biaxive, îro bi saya Rêber Apo bi çand û zimanê xwe jiyan dike. Ji bo wî gelek berdêl hatin dayîn. Gelek heval canê xwe dan. Pêwîste em tu carî wan ji bîr nekin. Em îro gihîştine qonaxeke dîrokî. Pêwîste em heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Wextê Rêber Apo azad be em hemû azad dibin, gelên me azad dibe. Bi saya 27’ê Mijdarê em hatin vê rojê. Ji bo wî jî tu carî 27’ê Mijdarê nayê jibîrkirin, tu caran keda Rêber Apo û şehîdan nayê jibîrkirin. Em heya têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê, heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin em ê li ber xwe bidin. Em ji vir heya îmralî silavên xwe ji Rêber Apo re rêdikin û em vê rojê li Rêbertî û tevahiya gelan dubare pîroz dikin.”

‘GUHERTINÊN DÎROKÎ BI SAYA RÊBER APO PÊK HAT’

Gerîlayê HPG’ê Demhat Rojava jî ji bo 27’ê Mijdarê di destpêka nirxandina xwe de van gotinan anî ser ziman: “27’ê Mijdarê rojeke dîrokî ye ji bo gelan. Di despêka avabûnê heya niha vê tevgerê gelek guhertin bi xwe re anî. Guhertin di her warî de pêk hatin. Di warê bîrdozî, pratîkî û têkîliyên di navbêra gelan de gelek guhertin bi xwe re anî. Di destpêkê de ev tevger grubeke biçûk bû, lê belê ne tenê gelê Kurd, bang li hemû gelan dikirin û dixwestin fikir û ramanê Rêber Apo belav bikin. Bêguman avabûna vê tevgerê ji bo me kêliyeke dîrokî ye. Di nava civakên Rojhilata Navîn de demokrasî, sosyalîzm û azadiya jin bi avabûna vê tevgerê destpê kiriye. Beriya tevgera Rêber Apo kes behsa azadiya jinê nedikir. Bi derketina tevgera Rêber Apo şoreşa jinê avabû. Beriya vê tevgerê ferq û cûdahiyeke mezin di navbera gelan de hebû. Hebûn û nasnameya gelê Kurd nedihat qebûlkirin. Gelê Kurd di navbera hebûn û tinebûnê de bû. Fîzîkî hebûna wî hebû, lê nasname û dîroka wî dihate înkarkirin. Rêber Apo li ser bingeha azadiya vî gelî pêngava 27’ê Mijdarê avêt û tevger ava kir. Ev roj ji bo me wek sondeke, sondeke nû ye, rojeke nû ye. Ji bo wê jî em ti carî vê roja dîrokî jibîr nakin. Pêwîste em rast nêzî vê rojê bibin, rexnedayîna xwe bidin û xwe ji bo têkoşîna demên pêş, ji bo nivîsandina dîrokeke nû amade bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî rageşiya li Sûriyeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ozgul Sakî: Avakirina aştiyê karekî pir cidî ye; nabe ji hikûmetê re were hiştin

 Ozgul Sakî diyar kir ku jin li çaraliyê cîhanê beşdarî hewldanên aştiyê dibin û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî NY’ê herî kêm 376 hezar Fîlîstînî vegeriyan Xezeyê

Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (Ocha) diyar kir ku bi saya agirbestê rojên Duşem…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ûrmiyê jî agirê Newrozê hat dadan

Welatiyên bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê doh şev bi merasîmeke girseyî li dora agir kom…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?