Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên HPG’ê: Rêbertî bi têkoşîna xwe cîhan girt li hemberî xwe
Kurdistan

Gerîlayên HPG’ê: Rêbertî bi têkoşîna xwe cîhan girt li hemberî xwe

Gerîlayên HPG’ê Xebat Med û Delîl Demhat anîn ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekê reş e û Rêber Apo bi têkoşîna ku da destpêkirin re hemû cihan girt li hemberî xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo li 15’ê Sibata 1999’an di encama komployê navnetewî de dîl hate girtin û teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Ji wê rojê heta niha di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Gerîlayên HPG’ê Xebat Med û Delîl Demhat têkildarî kKomploya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Xebat Med anî ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekê reş e û got: “Sedemên vê komployê pir kûr in. Ji lew re vê rewşê bi nirxandinekê dest girtin têrker nîne. Her sal gelê me yê welatparêz, milîtanên vê tevgerê û wek fedaiyên Rêber Apo li hemberî vê komployê hêrs û kîna me mezintir dibe. Vî gelî biryara xwe daye; em ê bi Rêbertiya xwe re bijîn! Kes nikare vê asteng bike. Komploya ku di 15’ê Sibatê de li hemberî Rêber Apo pêkhat komployekî ku li cihanê tu mînakê wî nîne. Dagirkirinên aborî, siyasî û leşkerî her tim çêbûne. Lê dagirkeriya ku li Kurdistanê çêbûye, li tu deverê cihanê mînaka wê nîne. Mînak, li dîrokê gelek komkujî çêbûn, lê ev komkujî dîroka mirovahî her tim bi navên xwe hatin bibîranîn. Komkujiyên ku li hemberî Cihûyan jî her tim bi navên xwe hatin bibîranîn. Cihû tiştên ku li hemberî wan pêkhatin tu car jibîr nekirin. Lê li Kurdistanê rewş cuda bû; Kurd tune hatin hesibandin. Pergalekî ku hebûna Kurdan înkar dikir hate avakirin. Ji ber vê têkoşîna Kurdan tenê têkoşînek li hemberî dewletê nîne, têkoşînek li hemberî hemû cihanê tê dayîn e.

 

Gelek partiyên şoreşger hene. Dema tevlî van partiyan dibin, rêgezên wan dipejirînin û dibin endamê wê. Lê PKK’yî bûyîn, ji bo Kurdistanek azad têkoşîn meşandin e. Xeta ku PKK’ê diyar kiriye, di astekê mezin de li ser fedakarî hatiye avakirin.

Rêgeza bingehîn a PKK’ê fedaîtî ye. Ji ber vê têkoşîna li Kurdistanê ye ewqas mezin bû. Ev xet, xeta Rêber Apo ye. Lewre Rêbertî, li hemberî hemû cihanê têkoşînek da destpêkirin. Heger wek gel hebûna Kurdan û pêwîstiya azadiya Kurdistana difikirin wê çaxê divê li hemberî hemû cihanê têkoşînê bimeşînin. Ji ber vê Rêbertî bi têkoşîna ku da destpêkirin re hemû cihanê girt li hemberî xwe.”

‘BÎRDOZIYA RÊBERTÎ XWEDÎ HÊZA GUHERTINA CIHANÊ YE’

Xebat Med bibîr xist ku serdema ku Rêber Apo li Kurdistanê têkoşîn da destpêkirin ji gelê Kurd re dihat ferzkirin eşiqê kujerê xwe bibe û wiha axivî: “Rêber Apo berî her tiştî li Kurdistanê ronîbûna gel pêk anî. Îro dema ku em hatin Rêbertî tenê Rêberê gelê Kurd nîne, Rêberê hemû bindestan e. Her çendî dijmin xwest vê asteng bike jî, bi ser neket. Divê armanca Komploya 15’ê Sibatê baş were fêmkirin. Hêzên kapîtalîst Rêber Apo wek gefek mezin dîtin. Fêmkirin ku Rêber Apo ji bo wan xetereyek mezin e. Lewre ev tevger û bîrdozî tenê ji bo Kurdistan azad bike ve sînordar nebû; xwedî hêza guhertina cihanê bû. Li hemberî modernîteya kapîtalîst alternatîfbûnê temsîl dikir.

Em di 26’emîn salvegera komployê de dubare soz didin ku em ê di şexsê şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de girêdayî hemû şehîdan bimînin. Xeyala hevrêyên me yên şehîd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Rêbertî îradeya gelan temsîl dike. Di şexsê Rêber Apo de em hemû li Îmraliyê ne. Dema behsa azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin, di rastiyê de behsa azadiya xwe dikin. Em dixwazin azad bibin, xwe azad bikin û welatê xwe azad bikin.

Ji bo vê em dubare soz didin ku em ê bi Rêbertiya xwe re bijîn, xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Bi vê wesileyê carekê din Komploya 15’ê Sibatê lanet dikim û komplogeran şermezar dikim. Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ carekê din bi mînet û hurmet bibîr tînim.”

‘GELÊ KURD BERÎ TÊKOŞÎNÊ HATIBÛ ASTA TINEBÛNÊ’ 

 

Gerîlayê HPG’ê Delîl Demhat bibîranîna şehîdên şoreşê dest bi axaftinên xwe û wiha got: “Em ê li hemberî Komploya 15’ê Sibatê têkoşîna xwe mezintir bikin û bi berxwedanek mezin bersiv bidin dijmin. Rêber Apo avakarê hebûn û azadiya me ye. Lewre gelê Kurd beriya vê têkoşînê hatibû asta tinebûnê. Dihat xwestin ku navê Kurdan jî ji dîrokê were jêbirin. Felsefeya Rêber Apo ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bû hêviya azadiyê. Ji ber vê hêzên ku di komployê de cih girtin negihîştin armanca xwe. Rêber Apo bi taybet parêznameyên xwe re hesabê hemû komplogeran serûbin kir.

Hêzên kapîtalîst dema dîtîn paradîgmaya Rêbertî li dijî berjewendiya wan e, Komploya 15’ê Sibatê pêk anîn. Ji ber vê bi salan e polîtîkayê tecrîdê didomînin. Dixwazin pêşiya belavbûna fikrên Rêber Apo bigirin. Lê Rêbertî, her tim dibêje ji bo çareseriyê muxatabek digere. Em jî dibînin ku muxatab ji bo çareseriyê ne amade ne. Lewre berjewendiyên xwe difikirin.

Em şahidiya berxwedana mezin a Rêber Apo dikin. Ev ji bo me û gelê me perspektîfa berxwedanê ye. Erka me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di her qadê de têkoşînê mezinkirin e. Rêber Apo rênîşandarê me ye. Ji ber vê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û şer bikin!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Car din cezayê îdamê li Şerîfe Muhammedî hate birîn
Nûçeya Pişt re Netanyahu gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan, em ê deriyên dojehê vekin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

Hêzên dewleta Îranê bi dronên xwekuj û bi topên hewanan sînorên bajarê Merîwan ê Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

Rêveberê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê Huseyîn Aslan ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirina êrişên…

Ji aliyê Stêrk TV

Leşkerên Tirk gule reşandin, li Kobanê zarokek birîndar bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku leşkerên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?