Gerîlayên HPG’ê Egîd Sîncar ê ji Şengalê û Cernas Şemerî yê ji bajarokê Beacê yê Mûsilê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li gundê Bîrcarî yê Şengalê hatin bîranîn.
Her du gerîlayên ji neteweya Ereb bûn, ji aliyê Meclîsa Gel, Însiyatîfa Jinên Ereb, Însiyatîfa Ciwanên Ereb û YBŞ-YJŞ’ê ve hatin bîranîn. Di merasîma hevpar a ji bo her du şehîdan hate lidarxistin de malbat û xizmên şehîdan, xelkê herêmê jî amade bûn.
Merasîma şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya gelan destpê kir. Destpêkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Şengalê axaftina vekirinê kir, sersaxî ji malbatên şehîdan, hemû gelê Ereb re xwest û soza şopandin û pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Bi navê fermandariya YBŞ’ê Osman Şengalî axaftinek kir û wiha got: “Her du şêhîdên me ji bo azadiyê li çiya şehîdbûn. Tê zanîn ji bo her tiştê bedel tê xwestin. Bedelên ku di dema fermana ser civaka Êzidî de hate de ji malbata heval Egîd (Ereb) jî 9 kes hatibûn qetilkirin. Malbata hevalê Egîd beriya êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê tu peywendiyeke xwe bi siyasetê nebû, lê piştî êrişa ser Şengalê, êdî nexwest beramber van kiryaran bêdeng bimîne. Bi vî awayî naskirina hevalê Egîd bi têkoşînê re çêdibe û berê xwe dide nava YBŞ’ê. Lê bi vêya re jî sînordar namîne û berê xwe dide çiyayên azad. Şehadeta hevalê Egîd bandorê li me tevan kir. Em dubare sersaxî ji Rêber Apo re, ji malbata wî ya hêja re û ji partiyê re dixwazin. Em wek tevger di nava merheleyêk zehmet de dijîn. Lewra ji bo derbas kirina van zehmetiyan bedelên giranbûha didin. Em soz didin heval Egîd emê xeta wan bişopînin û xeyalên wan pêk bînin.”
Her wiha Berpirsa Însiyatîfa Jinên Ereb jî şêhîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û gotinên xwe wiha rêz kir; “Em şehîd û malbata wî silav dikin û rêzên xwe pêşkeş dikin. Şehîd pirek di navbera gelan de ye. Em ji şehîdên xwe re dibêjin, emê şopdarê we bin. Şehîd ji bo azadiyê dikevin rê. Me hemûyan jî dizanîbû bedela azadiyê heye. Bedela azadiyê jî bi can tê dayîn. Em hemû jî dizanin şehîd jiyan dikin û nemirin.”
Di merasîmê de bi navê Komîteya Peywendiyên bi gel re Amîra Şengal jî axivî û vê peyamê da: “Hevalê Cernas û hevalê Egîd ji bo gelê xwe gihiştin şehadetê. Ji bo ku gelê me ewlehî û aramiyê de, bi jiyanek heskirin bikaribin bijîn xwe fedakirin. Ew zarokên vî gelîne û ji bo welateke demokratîk şehîd bûn.”
Piştî axaftin û peyamên sersaxiyê wesîqeya her du şehîdan ji bo malbatên şehîdan hate dayîn. Nameyên HPG’ê yên ji bo malbatan di merasîmê de hatin xwendin û sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna wan jî hate nîşandan.

