Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê berdana girtiyan ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve bi rengekî kêfî tê taloqkirin. Yek ji girtiyên ku berdana wê tê taloqkirin girtiya nexweş Besra Erol a 69 salî ye.
Besra Erol sala 2015’an li Pirsûsê di encama êrişa bombeyî ya DAÎŞ’ê de kurê xwe Evrîm Denîz Erol ji dest dabû. Ji ber axaftina li ser gora kurê xwe kiribû, heft sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Besra Erol bi îdîaya “Endametiya rêxistinê” ji Nîsana 2019’an û vir ve girtî ye.
Li gel ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye, bi hinceta ku poşmaniyê qebûl nake berdana Besra Erol cara duyemîn hate taloqkirin Besra Erol ku di Kanûna 2024’an û Hezîrana 2025’an de berdana wê hate taloqkirin, di 8’ê Çileya 2026’an de diviyabû Desteya Çavdêrî û Îdareyê rewşa wê binirxanda. Lê belê li gorî agahiyan, bi hinceta ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn ew dernexistin pêşberî desteyê.
NEXWEŞÎ LÊ GIRAN DIBE
Besra Erol ku li girtîgehê bi nexweşiyên cidî ketiye, di vê demê de gelek caran rewşa wê giran bû û rakirin nexweşxaneyê. Besra Erol hewl dide bi rêya dermanan jiyana xwe dewam bike. Li gel nodulên tîroît ê ku rîska kanserê heye, ji pişta xwe, ji guatrê, tansiyona bilind û tansiyona çav nexweş e.
Besra Erol ku sê caran ji pişta xwe emeliyat bû, bi zehmetî dimeşe û timî diêşe. Besra Erol ku ji ber tansiyona çav emeliyat bû, ji ber ku nikare derman bibe çavên wê ziwa dibe. Besra Erol di vê demê de bi giştî 6 caran emeliyat bû û rîsk heye ku çavên wê nebîne. Her wiha li gorî agahiyan, rêveberiya girtîgehê destûra emeliyata tîroît a pêwîst nedaye wê.
Endamên malbatê daxwaza berdana Besra Erol dubare kirin û xwestin, ev zilma tê kirin êdî bi dawî bibe.

