STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê, di hefteya 735an de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya şaxê pêk anî. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Botan Karsu ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de tê girtin. Di çalakiyê de gelek caran sloganên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Botan bila serbest bibe” hatin berzkirin; her wiha pankarta “Girtiyê nexweş Botan Karsu bila serbest bibe” hat vekirin.
ENQERE
Înisiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş Azadî, di hefteya 607an a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê kom bûn. Di çalakiyê de sloganên “Girtiyên nexweş bila serbest werin berdan” û “Tecrîd îşkence ye, dawî li tecrîdê bînin” hatin qîrîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Cevzet Derse ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Kavaka Samsunê de tê girtin.

