Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi hezaran girtî li girtîgehên Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, her ku diçe belav dibe.
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Enqereyê Ayşenûr Dîlan Karademîr, Rêveberê Rêxistina Bajêr Ramazan Karakoç, Rêveberê Rêxistina Navçeya Çankayayê Mert Omerbeyoglu, Rêveberê Bajêr Huseyîn Gokoglû, Mûrat Salgin û Endamê Partiya Şoreşger Enes Ugur Tekîn li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kirin. Têkildarî çalakiyê li avahiya partiyê ya bajêr civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, parlamenter û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) beşdar bûn. Li eywana civînê pankarta “Ev qiyamet, ev êşkence, ev xwîn, ev sebir, ev rik tenê ji bo israrkirina di mirovbûnê de ye: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye” hate daliqandin.
Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê Fatîn Kanat, diyar kir ku ji bo ku tecrîd were rakirin û şerê 40 sal in didome çareser bibe dest bi çalakiyê kirine û wiha got: “Ev piştgiriya ku me daye dê bi çalakî û pêvajoyê cuda berdewam bike. Em ji vir radigihînin ku em ê li pey vê pêvajoyê bernedin. Ev rêya hûn lê diçin ne rêye, welat vediguhere gola xwînê. Em dixwazin tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê demildest bi dawî bikin.”
Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan, jî anî ziman ku ew guh didin dengê ji girtîgehan bilind dibe û wiha got: “Berxwedana îro li zindanan didome, berxwedaneke mezin e. Yekane daxwaz heye, rêya diyalog û çareseriyê vekin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakirin. Ev daxwazeke hiqûqî ye. Ez Nobeta Edaletê ya dayikên me dimeşînin jî silav dikilm. Dayikên Kurd her tim berxwedan hûnand û mezin kir. Heke Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin, divê bidin Dayikên Aştiyê, bidin dayikên Kurd. Ji ber ku zarokên wan ên ciwan ên 20-25 salî yên di şer de hatin qetilkirin çawa ku aştî xwestin ew jî li ser şopa wan e û pêşengtiyê li vê berxwedanê dikin. Divê ev deng were bilindkirin. Divê dengê ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan ji zindanan tê bê rakirin.”
Parlamenterê Agiriyê Heval Bozdag jî wiha got: “Li vî welatî pirsgirêkeke Kurd heye û bi mîlyonan mirovên ku daxwaza aştiyê dikin hene. Greva li girtîgehan hatiye destpêkirin li dijî bêhiqûqiyan hatiye destpêkirin. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û rêya muzakereye were vekirin. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Daxwazên hevrêyên li dijî van bêhiqûqiyan daxwazên xwe tînin ziman nayên bicihanîn, pêdiviya wan a vîtamînan nayê bicihanîn û tên tecrîdkirin. Em ê dengê aştiyê bilind bikin.”
Endama Meclîsa DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî wiha got: “Bêyî ku Dayika Taybet, Cemîle Çagirga ji bîr bikin divê demildest aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê divê maseya muzakereyê ya li Îmraliyê bi Ocalan re hatibû danîn, jinûve bê danîn. Divê rêya aştiyê were vekirin, yên serbikevin dê bibin em, dê aştî çêbibe.”
Siyasetmedarên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin jî bi lêv kirin ku divê pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were destpêkirin.