Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî roja Sêşemê di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de anî ziman ku pêvajoya sererastkirina qanûnî divê bi hesasiyet û baldariyê bê meşandin, “nabe ku bê lezandin”. DEM Partiyê rexne li vê daxuyaniyê kir. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz bi bîr xist ku di ser bangê re sal û nîvek derbas bû û got, “Aliyekî berpirsyariyên xwe bi cih alî, lê belê aliyê din di vê mijarê de hîn gaveke şênber neavêtiye. Komîsyona ku di nava pêvajoyê de ava bû, li gel kêmasiyên xwe jî em weke gavekê dinirxînin. Komîsyonên bi beşên civakî re nîqaş kir, pêşniyar wergirt û raporek amade kir. Lê belê hem nîqaşan hem jî pêvajoya amadekirina raporê gelekî dirêj kir. Em êdî vê meseleyê nikare weke ‘lezandin’ê pênase bikin; ji ber ku ew qonax ji zûdeyî derbas bûye. Di rewşeke welê de ku komîsyonê karê xwe qedandiye û rapor pêşkêşî meclîsê kiriye, pêvajoya ji niha û pê ve tenê weke dema derengketî yan jî dema windakirî dikare bê pênasekirin.”
Mahfûz Guleryuz anî ziman ku meseleya Kurd di bingeha hemû krîzên li Tirkiyeyê de ye, neçareseriya vê pirsgirêkê binesaziya demokratîk û civakî tevizandiye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Ev mesele nuqteya esasî ya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Em bi pirsgirêkeke welê re rû bi rû ne ku dibe sedema rizandina avaniya civakî û dewletê, pêşneketina zemînên demokratîk. Mexdûrê pêvajoyê ne tenê kurd in; dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê hemû bi rengekî para xwe ji vê pergala antîdemokratîk wergirtine. Di qonaxa heyî de bêhn li civakê çikiya ye.”
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Guleryuz gotina “lezandin”ê ya Bahçelî nirxand û got, “Birêz Bahçelî mebesta xwe baş şîrove nekir, eger qala sererastkirinên qanûnî dike hingî ev nirxandineke di cih de nîne. Sererastkirinên ku em li bendê ne civakê tengav nakin, berevajî vê yekê ew gav in ku wê destê her kesî xurt bike. Mînak; meseleya qeyûman yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê ne. Lezandina gava li ser mijara qeyûman gelo wê kê aciz bikke? Guhertinên li qanûna înfazê jî dereng mane; sererastkirina kiryareke ne adîl e. Ev sererastkirinên qanûnî ne ku divê tavilê bêne guhertin.”
Guleryuz sozên berê yên hikumetê bi bîr xist û diyar kir ku ji bo pêvajo bikeve ser rêgeheke rast divê xalên ku di rapora komîsyonê de hatine destnîşankirin bi cih bêne anîn. Guleryuz got, “Di mijara qanûna înfazê û sererastkirinên bi heman rengî de dewletê soz da civakê. Hatibû gotin ku wê heta Cejna Qurbanê ya par ev kar biqede; di ser re salek derbas bû lê hîn jî gaveke şênber nîne. Eger ev sererastkirin weke ‘lezandin’ê tê dîtin, hingî ev nêzîkatî dûrî ji rastiyê ye. Divê êdî mirov ji vê rewşa bendewariyê rizgar bibe.
Ji bo pêvajo li ser zemîneke rast bê rûniştandin, weke ku di raproa komîsyonê de hate diyarkirin, sererastkirinên li xalên 6. û 7. divê bi lez pêk werin. Civakî li benda vê yekê ye.”
Mahfûz Guleryuz ragihand ku civak li bendê ye ku mesele li ser zemîneke şênber bê bicihkirin û got, ji ber ku gavên yekalî yên hatine avêtin ji aliyê desthilatdariyê ve bê bersiv mane, bêbawerî ketiye nava civakê.

