Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ‘1001 îmzeyên ji bo aştî û komara demokratîk’ deklarasyona ji 4 xalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê serlêdanên ji ber tundiyê ji sedî 36 zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Parastina jinan wezîfeya me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniya têkildarî 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Gulistan Koçyîgît: Tirkiyeyê bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer kir
Rojane

Gulistan Koçyîgît: Tirkiyeyê bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer kir

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Tirkiyeyê bi qetilkirina xebatkarên çapemeniya azad sûcê şer kir.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rojevê li Meclîsê civîn lidar xist û rojev nirxand.

Koçyîgît, têkildarî xebatkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrîşa dewleta tirk de hatin qetilkirin axivî û wiha got: “Ez dixwazim xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku pênûsa xwe li erdê nahêlin, li qadan, meydanan û qadên têkoşînê ji bo mafê gel ê agahîwergirtinê tevî şert û mercên zehmet ên li tevahiya cîhanê, yên ku ji eniyên şer weşan dikin û çi dibe bila bibe gavekê jî paşve navêjin silav dikim.”

Koçyîgît, da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşa li dijî rojnamevanan re “sûcê şer” kir û wiha domand: “Ev înfazeke bê daraz e. Heke hûn bi SÎHA’yan biçin û li qada hewayî ya welatekî din cih û warên sivîlan hedef bigirin û di encama wê hedefê de hûn xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan û mirovên li wir dijîn bikujin, ev yek weke înfaza bê daraz tê binavkirin. Di şer de jî dest li rojnamevanan nayê dayîn. Lê mixabin Tirkiyeyê li Silêmaniyê gelek caran cihên sivîl lê dijîn, wesayîtên sivîl hedef girtine, mirovên li wir, xebatkarên Çapemeniya Azad ên li wir qetilkirine sûcê şer kiriye.

Berpirsyarê komkujiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Desthilata ku pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nake, her cihî vediguherîne qada şer, hema hema li her metreçargoşeya başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike û bi peymanên leşkerî re hewl dide deriyê şerekî nû veke, ji van mirinan berpirsyar e.”

Koçyîgît, diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê bûyerên tundiyê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP çanda tundiyê û lîncê organîze dike. Tundî weke şewbê belav dibe. Desthilateke ku dijminê jinan e; her roj lê her roj qestî jiyana jinan dike. Vê tundiya ku digihe qirkirina zayendî xwedî dike. Heke van faîlan bizanîbûya sûcên ku dikin bêceza namînin êdî ev sûc nedikirin. Em bi çandeke lîncê re rûbirû ne. Divê herkes li dijî vê risk û tundiyê helwestê bigire.

Kesên ku li muzîkên kurdî govendê digerînin, kesên stranan dibêjin tên girtin û êrîş li wan tê kirin. Li cihekî ku daraz û desthilat di bûyerên bi vî rengî de aliyan digire, nîjadperestan diparêze; Şert û mercên axaftina li ser aştiya civakî û jiyana bi hev re, ji holê radibin. Îro desthilata AKP’ê bi polîtîkayên xwe civakê dike du parçe. Bi rastî jî cihekariyê dike. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê em bi milyonan in, xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne. Em ne mevanên vî welatî ne. Helbet em ê di her bihosta vî welatî de biaxivin.”

Koçyîgît, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Erdogan duh li Bedlîsê got; ‘Êdî rojên ku gelê me ji ber nasname û zimanê xwe tên dîkekirin bi paş de man. Rojên zext û qedexeyê ji bo ku êdî careke din neyê bi temamî bi paş ve man. Li hawîrdoreke ku kesên govendê digerînin tên girtin, kesên stranên kurdî dibêjiin tên derbkirin û lînckirin, em ji Tayîp Erdogan re dipirsin; Çawa dibe ku zext û qedexe ji holê rabûne û mirov ji ber neteweya xwe rastî cihekariyê nayên. Heke bizivire û tenê li daxuyaniyên hevkarê xwe yê biçûk ên hefteya dawî binêre, wê heqîqetê û rastiyê bibîne.  

Lê peywîra wî ne dîtina rastiyê ye. Peywîra wî ew e ku rastiyê reş bike, ferasetê û manîpulasyonê ava bike. Heke Kenan Evren sax bûya da ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya kurd û kurdî re li ser piyan li çepikan bide. Di vî warî de em bi polîtîkayeke ku ji feraseta 12’ê Îlonê û Kenan Evren xerabtir re rû bi rû ne.”

Koçyîgît, her wiha bal kişand tiştên ku Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê tê ragirtin û gef lê hatine xwarin û gardiyanan êrîşî wî kirine jiyane û rewşa girtiyên din û bertek nîşanî vê yekê da. Koçyîgît, gotinên girtiyên din bi rêya malbatên xwe ragihandine jî bi bîr xist û xwest ku Wezareta Dadê îdiayên tecrîd û îşkenceyê di cih de lêkolîn bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî Hamasê heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Bayindir: Çarenûsa gelê Kurd girêdayî azadiya Abdullalh Ocalan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûken Cemal: Heta ku mîrateya me neyê misogerkirin wê têkoşîna me dewam bike

Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ‘ê Rûken Cemal diyar kir ku pêşniyar hene ku YPJ‘ê wekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

Delegeyên 13. Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bang li malbatên şehîdan kirin da ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin li Amedê li ser Aştî û Civaka Demokratîk axivîn

Jinên ku li Amedê hatin cem hev, diyar kirin ku divê pêvajoya aştiyê bi pêşengiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin li dijî tundiyê li qadan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?