Pêşangeha “Sirgûna Bêdawî ya Qehreman” li Qesra Cemîl Paşa ya li navçeya Sûr a Amedê pêşkêşî hunerhezan hate kirin. Pêşangeha bi mohra Psîkolog a Pispor û hunermend Gulsume Ogûz bi zimanê hunerê qala hişê jinên ji ber şer sirgûn bûne, rêwîtiya wan a berxwedanê dike.
Gulsume Ogûz li ser pêşangehê ji ajansa me re axivî û got, “Navê pêşangeha min ‘Sirgûna Bêdawî ya Qehreman’ e. Armanca min a bingehîn ji vê pêşangehê ew bû ku nîşan bidim bê di nava şer de çi bi serê jinê ve tê. Di navbera salên 2014 û 2016’an de li kampên penaberan ên ku jinên Êziî û Rojavayî lê bûn bi dilxwazî xebitîm û min xizmeta psîkolojîk da wan. Ya rast, beriya wê jî salên dûr û dirêj min xizmeta terapiyê da wan mirovan ku êşkence dîtibûn.
Dema ku li ser mijara jinên ku ji şer reviyan û sax mane dixebitîm, ya ku bala min kişand ew bû ku şer bi dîroka mêran destpê kiriye û dîrok jî bi giranî ji aliyê mêran ve hatiye vegotin. Lê belê li ber destê me daneyeke dîrokî nîne ku qala jinan dike. Daneyek nîne bê şer bandoreke çawa li jinan dike. Di her şerî de jin jiyana xwe ji dest didin.
Gefeke din a mezin jî gefa li ser beden û zayenda jinê ye. Mînaka herî dawî ew e ku di êrişên DAÎŞ’ê yên li ser jinên Êzidî de gelek jin dîl hatin girtin, êşkence li wan hate kirin û destdirêjî li wan hate kirin. Li gel vê yekê jî qirkirina etnîkî hate ferzkirin.”
‘MIN XWEST, ÊŞA JINAN RAXIM PÊŞ ÇAVAN’
Gulsume Ogûz anî ziman ku wê xwest, bi behemên xwe êşa jinan raxe pêş çavan û got, “Min xwest cesaretê bidim ku jin qala êşên xwe bikin. Bi dîtina min di vî karî de serketî bûm. Berhem ji bo jinan bû moral û ew kêfxweş kir. Bi temaşekirina li berheman êşa jinan, zor û zehmetiyên rojane, astengî, destavêtin û vegotina van mijaran hîn hêsan bû.
Bi saya pêşangehên bi vî rengî jin dikarin xwe bi hêsanî îfade bikin. Bi giştî min xwest nîşan bidim ku şer çiqasî nebaş e û êşên jinan nîşan bidim. Ji bo ev êş bi dawî bibin min berhem amade kir.”
‘JINAN XIZMET JI JIYANÊ RE KIRIN NE JI ŞER RE’
Gulsume Ogûz qala xala bingehîn a pêşangehê kir û got, “Ji ber şer mirov ji cih û warê xwe dibin. Yên ku dibin sedema vê yekê jî mêr in, yên ku jiyanê jinûve ava dikin jî jin in. Di herikîna dîrokê de jin hatin sirgûnkirin. Mêran biryara şer dan, jin jî bi zorê hatin sirgûnkirin.
Min rast dît ku ji jinên şaristaniyeke aştiyane ava kirine re bibêjim ‘qehreman’. Xala esasî ya pêşangehê jî bi vî rengî bû. Me jinan xizmet ji jiyanê re kir, ne ji şer re.”

