Gundê Soregulê gundekî kevnar yê Binarê Qendîlê ye. Ava ku ji zinarên asê xwe berdide nava gund, tabloyekî weke bi destan hatiye xêzkirin derdixe holê.
Navê xwe jî, ji axa we ya sor ku ji xweşikbuna xwezaya Soregulê re dibe dayik digre.
Di ketîna gund de dengê çukan ji mirov re dibe rêheval û aramî di dilê mirov de ava dike. Ev dengê bi çêm re dibe yek dîmenekî bihuştane ava dike.
Gundê Soregûlê, li herêma Şehîd Harûn a binarê Qendîlê ye. Bi taybetî bihar û havînê ev gund şên dibe. Her wiha cihê herî zêde ku mirov tên seyrangehê ev gund û xwezaya wê ya xweşik e. Tevî ku zivistanan derfetên gund zehmet dibin jî, xweşikbûnekê cûda ya zivistanên vî gundî jî heye.
Li vî gundî yên ku salên dirêj lê jiyan dikin û nahêlin ku şênbûna gund kêm jî bibe, dayik û jinên ciwan ên gund in. Ew diyar dikin ku dehan salin li vî gundî jiyan dikin û gotin: “em li gund debara xwe bi sewalkarî û komkirina giyayan dikin.”
Jina ciwan a bi navê Îlham Mihemed qala xweşikbûna xweza û jiyana gund dike û bang li hezkiriyên xwezayê dike ku ew serdana gundê Soregulê bikin.

