Berxwedana Kobanê yek ji wan berxwedaniyan e ku wê heta bi sedan serdeman dirêj bike û ji nifşan re bimîne. Ew berxwedaniya ku bi destê jina azad, ya ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo mêjiyê xwe tîmar kiriye û dest bi têkoşînê kiriye, teqez wê berxwedaniya ku bi destê jinê dest pê kiriye, bi ser bikeve.
Em ê di vê dosya xwe de qala lehengên ku bûn pireke serkeftinê di navbera hebûn û nebûnê de bikin. Ji ber ku di nava berxwedaniya Kobanê de hebûn û vîna rihê esas bû. Bi wî rihî ew hebûn heta roja me ya îro bi saya wan lehengên ku canê xwe dan di oxira wê yekê de û bûn stêrkek di nava ezmanên Kobanê de, dom kir.
Şehîd Gelhat Kobanê, ango berxwedêrê berxwedana Kobanê ku heta kêliya dawiyê bi lehengî û mêrxwaziyeke bê hempa li hemberî terora DAÎŞ li ber xwe da û di nava her mewziya Kobanê de cihê xwe girt. Di nava berxwedaniya Kobanê de bi dehan kes wekî Şehîd Gelhat hebûn, ku xewn û xeyalên wan ew bû ku Kobanê êdî ji terora DAÎŞ rizgar bibe.
GELHAT KOBANÊ
Şehîd Gelhat ji roja destpêkê ya berxwedana Kobanê ve weke fermandarekî di çepera Rojhilatê Kobanê de cihê xwe girtibû. Şehîd Gelhat bi berxwedanî û israreke mezin bi hevrêyên xwe re li ber xwe dida. Şehîd Gelhat bû çirûska hêvî û berxwedaniyê. Bi vîna azadiyê di nava bajarê Kobanê de xêz dikir. Li ser her dîwarekî Kobanê wêneyê Gelhatan lê hatiye neqişandin, ew wêneyê ku hêrsa salan a li hemberî tarîtiyê bû. Hêrsa berxwedanî û azadiyê bû.
Gelhat ji Çiyayên azad tevlî hevrêyên xwe, komek ji gerîlayên azad, ber bi Kobanê ve herikîn. Ji Cûdî, Zagrosan û heta bi Botanê, ber bi Kobanê ve weke pîzoteke ji agir herikîn. Bû fermandarê çiyayên Cûdî û Zagros. Heta roja me ya îro jî Gelhat di mêjiyê her Kobanîyekî de xwe çandiye. Ji Botanê bi serket û ber bi Kobanê ve serketina xwe tacîdar kir.
DESTÎNA QENDÎL
Yek ji şervanên ji Başûrê Kurdistanê ye. Di nava şerê Helebê de cih girt û bi taktîka şer ya nûjen de ku li bajarê Helebê tevlî berxwedaniyê ya li dijî Cebhet El Nûsra bûbû, di êrîşa li ser bajarê Kobanê de li hemberî terora DAÎŞ li ber xwe da. Bi rihê jina azad ya ji polayê, bi berxwedaniya rihê jina Kurd li ber xwe da û bû mînaka jina azad.
Destîna Qendîl ango Destîna Heftanîn di sala 2011’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Destîna Qendîl û bi dehan hevrêyên xwe li bajarê Kobanê di Kolana Gumrikê de, ku niha cihê Mûzexaneya Kobanê ye, di nava Avahiyeke ji çar qatan pêk tê, bi rojan êrîşên DAÎŞ’ê yên li wir têk birin. Destîna û hevrêyên xwe li wir berxwedaniyeke efsanewî dikin û heta kêliya xwe ya dawiyê bêî dudilî li ber xwe dan. Di 20’ê Cotmehê de, di berxwedaniya Kobanê de şehîd bû û tevlî karwanên şehîdan bû. Îro bi hezaran kes li bajarê Kobanê bi navê Destîna berxwedana ku Destîna’yê rêberiya wê dikir pêk tînin. Bi hezaran li ber xwe didin û dibin Destîna.
ZEHRA PENABER, XWEDAWENDA AZADIYÊ
Yek ji fermandarên berxwedana Kobanê Zehra Penaber e ku ji Bakurê Kurdistanê ye. Di 23’ê Cotmeha 2014’an de ber bi berxwedaniya Kobanê ve kete rê û cihê xwe li bajarê Kobanê di berxwedaniyê de girt. Şehîd Zehra Penaber di avahiyeke ji çar qatan li qada Azadî de cih girt û li ber xwe dida. Ew cih her dibû encama êrîşa DAÎŞ. Di navenda bajarê Kobanê de di gelek cihan de di çeperên herî pêş de cihê xwe digirt. Di heman demê de şehîd Zehra weke fermandara cebheya kolana 48, ku weke kolaneke sereke ye li bajarê Kobanê, cihê xwe di wir de digirt.
Zehra Penaber piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ku di 26’ê Çileya 2015’an de, piştî berxwedaniya 134 rojan, wiha gotibû: “Hesreta me bû ev roj û me ev roj jî dît. Gelek hevalên şehîd bi hesreta dîtina vê rojê şehîd bûn. Lê em soz didin ku em ê heta dawiyê bi qasî soza xwe bin û xeyalên we jiyan bikin û bidin jiyankirin.”
Şehîd Zehra Penaber di 3’ê Sibata 2015’an de li gundekî Kobanê şehîd bû.
RÊVAN ROJAVA Û ARÎN MÎRKAN ŞEHÎDÊN BÊ GOR
Rêvan Rojava (Medîne Mamo) di sala 1994’an de li bajarê Kobanê ji dayîk bû. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di çeperên li pêş weke fermandareke şer cihê xwe di nava şer de girt. Di çeperên pêş li gundan de li gel hevrêyên xwe, berxwedaniyeke efsanewî li dar xist. Rêvan Kobanê li ser Tepeyê Kurikê, ku li başûrê tepeyê Miştenûr dikeve, bi çalakiyeke fedayî xwe bi çeteyên DAÎŞ de teqand da ku çete bi pêş ve neyên. Di 30’ê Îlonê de şehîd bû.
Fermandar, pêşeng û berxwedêra şerê Kobanê, Arîn Mîrkan, ku bi bedena xwe li ser Miştenûrê efsaneya xwedawendan pêk anî, Di 5’ê Cotmeha 2014’an de Fermandar Arîn li ser Girê Miştenûr, êrîşeke fedayî pêk anî û canê xwe bi çeteyên DAÎŞ de teqand. Bi çalakiya fedayî ya fermandar Arîn Mîrkan, çavê hemû dinyayê li Kobanê vebû û Kobanê bû cihê destpêkê ya ku serî li hemberî Terora DAÎŞ netewandibû.
Arîn Mîrkan di sala 1992’an de li gundê Mîrkan, yê bi ser Navçeya Mabata ya Efrînê de ji dayîk bû. Arîn Mîrkan bi çûna xwe ya dibistanê, ku li ser destê wê bi Kurdî weke bîranînekê hatibû nivîsandin, li dibistanê ji aliyê mamosteyan ve rastî tundiyê hat. Ji lewre Arîn Mîrkan ber bi xeta azadiya jin ve bi rê ket. Arîn Mîrkan di sala 2007’an de tevlî hereketa Azadiya Kurdistanê bû. Dûra jî tevlî hereketa jin YPJ’ê bû û li wir dest bi berxwedanî û têkoşîna xwe kir.
Arîn Mîrkan tevlî berxwedana Kobanê bû û li wir dest bi têkoşîn û berxwedaniya bi rihê jin kir. Di berxwedaniya Kobanê de li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û bi hezaran ji bajarên cuda ji bo Kobanê bûn seferber û li hemberî terora paşverû rabûn ser piyan. Arîna Berxwedêr bi bedena xwe tepeyê Miştenûr kir cihê bihuşt û xwedawendiyê.
EFSÛNA ŞERÊ KOBANÊ Û DENGÊ KOBANÊ VIYAN PEYMAN
Bi dengê xwe yê zîz, bi deng û rengê jina azad, dengê xwe li ser her kolan, kevir û qirçikên bajarê Kobanê hat pêxistin. Viyan Peyman, ku jineke ji Rojhilatê Kurdistanê bû û weke fermandariyekê li tevahî cebheyên Kobanê bi îradeyeke ji pola digeriya, di serê her cebheyekê de dengê Viyan û rihê xwe yê azad hebû. Di nava her guhê Kobanîyekî de, dengê Viyanan di serê wan de ye. Bi rihê berxwedaniya Viyanan û rihê dengê azadiyê, îro Kobanê di her kêliyê de xwe tîmar dikin.
ZOZAN Û ÊRÎŞ KU GOTIN ‘WÊ HER YEK JI ME BIBE BOMBEYEK Û EM Ê BI TANGÊN DIJMIN DE XWE BITEQÎNIN’
Tepeyê Dolî, ku yek ji tepeyên li gundewarên rojavayê Kobanê ye, di şerê li dijî DAÎŞ de bû şahidê berxwedanî û têkoşîna her du hevalên ku çalakiya fedayî pêk anîn. Ew jî Zozan û Êrîş bûn, ku slogana wan ew bû di wê kêliyê de: ‘Wê her yek ji me bibe bombeyek û em ê bi tangên dijmin de xwe biteqînin.’ Bi vê sloganê her du hevrîyan canê xwe feda kirin, ji bo ku çeteyên DAÎŞ ber bi Kobanê ve neçin. Her du di destpêka êrîşa DAÎŞ de şehîd bûn.
DIBISTANA SERZORÎ CIHÊ EWIL YÊ TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê
Dema ku qala berxwedana Kobanê ya sedsalê tê kirin, destana dibistana Serzorî tê bîra mirov. 16’ê Îlona sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê her çar aliyê gund dorpêç kirin û berê xwe dan dibistanê. Dema ku çete dikevin dibistanê, 13 şervanên YPG û YPJ’ê laşê xwe bi bombeyan xemilandin û digihêjin asta şehadetê. Destana dîrokî ya berxwedana li Kobanê ji wir dest pê kir. Di nava berxwedana 36 saetî de zêdeyî 100 çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê DAÎŞ’ê planeke nû çêkir. Qatê destpêkê yê dibistanê bi temamî bi çekên giran hilweşand û agir berdan dibistanê. Şervanên li qatê duyemîn ê dibistanê nedihîştin ku DAÎŞ’î bigihêjin qatê duyemîn. Piştî cebilxaneya şervanan qediya, çekên xwe parçe kirin. Piştre jî bûn xelek û hev hembêz kirin. Beriya ku dengê wan ji cîhaza ragihandinê qut bibe wiha gotin, “Em deyndarê gelê xwe ne, deyndarê welatê xwe ne, deyndarê berxwedana Kobanê ne, destûrê nedin ku dijmin bikeve Kobanê.”
16’ê Îlonê saet di 16:30’î de 12 şervan, 12 zarokên gelê Kurd; Rodî Efrîn, Peyman Tolhildan, Baran Perwer, Ciwan Heval, Rustem Cûdî, Gulîstan Qendîl, Mizgîn Cûdî, Hebûn Kobanê, Berçem Cûdî, Berfîn Çiya, Berxwedan Batman, Serxwebûn Xerîb, Bawer Sîpan, pîmê bombeya xwe kişandin û canê xwe li dora Kobanê kirin xelekek ji berxwedanê. Ew bûn 12 siwarên berxwedan û serketina Kobanê.
CÛDÎ AMED
Yaşar Dûman (Cûdî Amed) ku 16’ê Kanûna 2014’an li Kobanê şehîd bû, yek ji wan fedaiyan e ku ji Amedê ye û beşdarî berxwedana Kobanê bû. Di nava Kobanê de di çeperên ên pêş de berxwedaniyeke dîrokî û efsanewî pêk anî, berxwedaniyeke ku wê dîrokeke nû ji bo nifşekî azad raber dikir. Cûdî yek ji fermandarên ku di şer de di navenda bajarê Kobanê de şehîd bû.
Bi sedan çîrokên cuda cuda ji berxwedaniya Kobanê hîn di bin kevirekî an jî di hundirê muzexaneyê de hatiye veşartin. Di nava goristanên şehîdan de bi dehan şehîdên bê nav hene. Dibe ku hîn jî dayîka wan bendewariya riya wan be. Bi dehan şervan hene ku hîn qirtek ji ava Kobanê venexwariye û şehîd bûye. Îro jî û bi saya wan şehîdan Kobanê bûye cihê destpêkê yê têkçûna DAÎŞ’ê. Kobanê piştî berxwedaniyeke bêhempa di 1’ê Mijdarê de weke roja Kobanê ya Cîhanî hate diyarkirin. Ji wê rojê heta roja me ya îro, di her salê de Kobanî vê rojê rojeke pîroz dibînin û şehîdên xwe yên şoreşê jî bi bîr tînin.

