Hacî Haykir ku piştî ku di sala 1994’an de li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Erziromê ve cezayê hepsa heta hetayê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Bûrdûrê hat berdan.
Haykir ku li girtîgehên Ordu, Trabzon, Amed, Midyad, Şirnex, Trakya, Erzirom û Sêrtê mabû, li ber Girtîgeha Bûrdûrê ji aliyê malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Haykir ku diviyabû di 6’ê Hezîrana 2025’an de bihata berdan, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta ku beyana “bêalîbûnê” nedaye, berdana wî 8 mehan hatibû paşxistin.
Haykir dê sibê li bajarê xwe Cîzirê, bê pêşwazîkirin.

