Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hakî Karer li 11 navendên Rojava hat bibîranîn
Rojava

Hakî Karer li 11 navendên Rojava hat bibîranîn

Şehîdê pêşeng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta xwe de li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bibîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Îro salvegera şehîdxistina Hakî Karer e ku 18`ê Gulana 1977`an şehîd bûye û ji bo tevgera rizgariya Kurdistanê ev roj Roja Şehîdan e. Bi vê boneyê şêniyên kantona Cizîrê, Tebqa û Helebê şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

TIL TEMIR

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê civînek li hola meclisê li dar xist. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan, hêzên leşkerî û ewlehiyê tevlî civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî û got: “Gulan, meha şehîdên tevgera şoreşgerî, berdewama berxwedana li hember qirkirin û faşîzmê ye. Ev berxwedan ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî siyasetên Îmraliyê dest pê dike ye.”

Eliyat wiha domand: “Heval Hakî ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe feda kir. Rêber Abdullah Ocalan li ser wî got ew şehîdê me yekemîn û damezirînerê yekemîn ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Rast e şehîd bû, lê ji me re xeta rastiyê û parastina mîrasa şehîdan hişt.”

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî têkoşîna şehîd Hakî Karer hate pêşandan.

TIL BIRAK

Şêniyên Til Birakê jî, ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û 72 şehîdên bajarê Til Birakê merasîmek li dar xist. Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Urya Efrîn axivî û got: “Em tevahî şehîdan, di serî de şehîd Hakî Karer, bi bîr tînin. Ew ji damezirînerên PKK`ê bû ku 18`ê Gulana 1977`an şehîd bû.”

Urya Efrîn soz da ku rêya şehîdan ta bi serkeftinê berdewam bikin. Piştre li qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî şehîdan û rastiya şehadetê hate guhdarkirin.

Piştî wê, sînevîzyonek li ser 72 şehîdên Til Birakê hate pêşandan.

ŞEDADÊ

Li Şedadê Meclisa Malbatên Şehîdan civînek li hola Meclisa Gel li dar xist û şehîd Hakî Karer bi bîr anî. Endamên saziyan û rêveberiyên sivîl û malbatên şehîdan tevlî civînê bûn.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hakî Karer hate pêşandan. Piştre endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) şaxê Şedadê Mihêdî El Dexîm axivî û got: “Şehîd Hakî dibêje bêyî azadiya Kurdistanê azadî nabe.”

Dûre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ewde El Hisên axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin. Em ê her roj wan lehengan bi bîr bînin ku ji bo azadiyê û ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin.”

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji şêniyên bajêr re civînek li dar xist û di civînê de şehîd Hakî Karer bi bîr anî. Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên sazî û meclisên bajêr tevlî civînê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Semer El Ebdullah axivî û şehîd Hakî Karer û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Fermandar, şoreşger û şehîd Heqî, li hember zihniyeta faşîst li ber xwe da û bû sembola berxwedanê.”

Semer soz da ku şopdarên rêya şehîdan bin ta ku bi serkeftinê tacîdar bibe.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser Roja Şehîdan hate pêşandan.

TIRBESPIYÊ

PYD`ê şaxê Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek li hola xwe ya li bajêr li dar xist. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şênî, endamên saziyên civaka sivîl tevlî civînê bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb axivî û got: “Tevgera rizgariya Kurdistanê ji bo azadiya gelan têdikoşe û di vê oxira bidestxistina demokrasî û edalelê de, fedakarî kirin.”

Di bîranîna şehîd Hakî de Silêman Ereb got: “Ji hevalên pêşîn bû ku berpirsyariya têkoşînê hilda ser xwe. Li hember siyasetên dijminane li gel Rêber Abdullah Ocalan têkoşiya. Şehîd bû û bû minareya azadiyê û sembola têkoşîna ber bi azadiyê ve.”

ÇILAXA

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr, civînek li navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê bajêr li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr û bajarokên wê, malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û xizmetguzarî, tevgera ciwanên şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partî tevlî civînê bûn.

Endamê Komîteya Parastina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kanan Berakat axivî û got: “Bi saya şehîdan em li vir in û ev roja pîroz bi bîr tînin.”

Kanan wiha domand: “Şehîd, pêşengên me yên manewî ne û divê em wefedarê rêya wan û têkoşîna wan bin.”

Piştre sînevîzyonek têkildarî şehîdan û dîmeneke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema wateya Roja Şehîdan şîrove dike, hatin pêşandan.

DÊRIK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li stada Kornîş merasîmek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr tevlî bûn.

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî axaftina Rêber Abdullah Ocalan a li ser rola şehîdan di bidestxistina aramiyê û ewlehiyê de û jiyana şehîd Hakî Karer hate pêşandan.

TIL HEMÎS

Li Til Hemîsê jî, bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, partî, rûspiyên êlên ereb, li hola Navenda Çandî ya bajêr şehîdên azadiyê û Hakî Karer bi bîr anîn.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê şaxê Qamişloyê Cûdî Ayid Îbrahîm axivî û got: “Şehîd Hakî Karer, hevalê Rêber Abdullah Ocalan bû û fikrên wî belav kirin. Zulm qebûl nekir û şerê koletiyê kir.”

Ayid fedakariyên şehîdan û şehîd Hakî silav kir û got divê her kes şopdarên rêya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin ku tevahî pêkhate kir yek.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Hakî Kerar civînek bi amadebûne sedan kesî li Hola Melekiya li dar xist.

Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Horiya Şemdîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Em ê bi vê felsefeyê şoreşê bidomînin.”

Horiya soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre sinevîzyonek li ser şehîd Hakî Karer hat dayîn. Civîn bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

TEBQA

Li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê jî ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek hat lidarxistin. Nûnerên saziyên Rêvveberiya Xweser, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Cirniye Fatima El Hemûd axivî û diyar kir ku şehîd Hakî Kerar şehîdê yekemîn ê PKK’ê ye di rewşên herî zor û zehmet de li ber xwe da.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Sozdar Ehmed anî ziman ku şehîd Hakî Karer mînaka lehengî û fedakariyê bû, ji bo azadiyê canê xwe da.

Sozar soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiyê de mûm li ber wêneyên şehîd Hakî Karer hatin pêxistin û dirûşma “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi amadebûna malbatên şehîdan civînek li hola 8’ê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

Di civînê de sinevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Hakî Karer hat pêşandan. Di dawiyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzvanê Şaredarê AKP’yî: Bazirganiya tiryarkê li min da kirin
Nûçeya Pişt re Konferansa Malbatên Şehîdan: Divê em xwedî li şehîdan derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ne ew gel in ku serî li hemberî qeyûman bitewînin’

Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li hemberî desteserkira şaredariyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Di lêpirsîna Halk Tv’yê de 3 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Bariş Pehlivan, midûrê berpirs ê Halk TV Serhan Asker û pêşkêşvana Halk TV Seda…

Ji aliyê Stêrk TV

Weqfa Aştiyê: Aştiyeke mayînde tenê bi danûstandin û diyalogê re pêkan e

Weqfa Aştiyê, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

17 ciwanên ku di xwepêşandanên Kobanê de hatibûn girtin, hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?