Sêşem, 8 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Ev çawa pêvajo ye ku di dema şîna me de diavêjin ser mala me û talan dikin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêvajo bêyî azadiya Rêber Apo bi encam nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna cangoriyan a li Êlihê bi dirûşman destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya ji bo zivistanê ji ber bihabûnê kêm bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û saziyên sivîl serdana sersaxiya Memet Akkuş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER’ê serî li Meclîsê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteleya JINNEWS’ê ya Tebaxê: 22 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hatîmogûllari: Em ê dengê aştî û edaletê bilind bikin
Rojane

Hatîmogûllari: Em ê dengê aştî û edaletê bilind bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li Bazîdê de axivî û got: “Em di serdemeke ku divê dengê aştî û edaletê bilind bikin de derbas dibin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edalet” de li eywaneke dawetê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê civîna gel li dar xist.  Ji bilî parlamenter û hevşaredaran gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Hatîmogûllari kesên tevlî civînê bûn bi Kurdî, Tirkî û Erebî silav kir. Hatîmogûllari, bertek nîşanî binçavkirina stranbêjan a serê sibê ya di dawetê de ji ber cilên herêmî da û wiha got: “Wisa ji rêzê ev operasyon pêk neanîne, tevî ku navnîşanên malan di destên wan de hebûne jî yek bi yek li deriyên cîranan xistine, weke ku taxê tacîz bikin û operasyon li dar xistine. Me ev çîrok di salên 90’î de gelek dîtin. Dawetên ji ber Kurdî û Erebî bi ser de hatin girtin, zava û malbatên hatin binçavkirin. Ev desthilat qasî ku em dibêjin di pirsgirêka Kurd de çareseriyeke demokratîk û aştiyane, weke ku aqilê xwe xwaribe bi hinceta cilên me yên herêmî bi ser dawetan de digire û dixwaze gelê Kurd mehkîmî wê tarîtiya salên 90’î bike.” Hatîmogûllari destnîşan kir ku qasî ku desthilat zextê dike gelê kurd bêtir xwe bi rêxistin kir û xwest ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.

Hatîmogûllari, wiha domand: “Em îro li bajarê Ehmedê Xanî ne. Ji bo ku em kampanyaya xwe ya nan û edalet pêşvebibin îro em li Bazîdê li cem hev in. Em ê di serdemeke ku bihabûn û birçîtî zêde bûye de bi gelên xwe re, karker û kedkaran re civînan li dar bixin. Bêyî ku germa havînê guhdar bikin em ê biçin Çûkûrovayê, Egeyê, Marmarayê. Em ê biçin bajarên din ên Kurdistanê. Em bi hilberîneran, cotkaran, dikandaran, jinên xizan û ciwanan re bicivin. Em ê bi kesên kaxizan kom dikin, teqawîdan, mamosteyên ku tayîna wan nayê çêkirin û hemû bindestan re bicivin.

Berî ku AKP bibe desthilat Tirkiye di îxracata çandiniyê de di nava welatên cîhanê de di rêza 9’emîn de bû. Lê dema em niha dinêrin Tirkiye, genim, pembû û berhemên van tekstîl, qûmaş, ta dezî her tiştî îthal dike. Heke li Agiriyê piştgiriya sewalkariyê bê kirin dê hilberîn kêm bibe? Tevî ku li her çar aliyê Kurdistanê evqas çêregeh hene we çima sewalkarî xelas kir? Ji ber ku armanca wan ew e ku gel xizan bikin, gelên Tirkiyeyê xizan bikin.”

Hatîmogûllari bi lêv kir ku di dema hevdîtinên kampanyaya xwe dê ne tenê pirsgirêkan li gel vê yekê pêşniyarên çareseriyê jî biaxivin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke DEM Partiyê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên aboriyê ku em diparêzin de divê ewilî nexweşxaneyeke baş li Agiriyê bê çêkirin. Divê teqez ji her mala ku pêdiviya wê pê heye mûçeyek bê girêdan, xizmeta perwerde û tenduristiyê ji aliyê cemaweriyê ve bi awayekî bê pere were dayîn. Em pirsgirêka nexweşxaneyê ya li Bazîd û Agiriyê baş dizanin. Ji ber ku niha nexweşxaneyeke baş nîne berê xwe didin Erziromê. Gelê Agiriyê bi zêdetirî ve heq dike. Divê îro mûçeyê kêmtirîn li Tirkiyeyê teqez nîviya sînorê xizaniyê be. Divê mûçeyê teqawîdan jî wiha be.”

Hatîmogûllari diyar kir ku dizanin ka nan û edalet çiqas girêdayî hev in û girîng in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em careke din ji vir bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Wateyeke ku ji şer re bêjin na heye. Ev desthilat ev dewlet gelan bi hev re dide şer kirin û keda me dixwe. Ji bo ku ev pêkanînên antî demokratîk bi dawî bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Em ê weke hevserok, endamên MYK, PM li gel rêxistinên xwe yên bajêr û navçeyan vê yekê birêxistin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Tirk a dagirker bombe barand: 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
Nûçeya Pişt re HPG: Di êrîşan de ti windahiyên me çênebûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Ramiz Bîlal li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Ramiz Mihemed Bîlal bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Venezuela îzole bû: Seferên derve sekinîn

Piştî ku DYE’yê li Karayîbê komkirineke leşkerî ya berfireh pêk anî gelek şîrketên balafiran ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Di dawiya şer de Îsraîl wê Xezeyê ji DYE’yê re bihêle!

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku di dawiya şer de wê Îsraîl Şerîda Xezeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Selçûk Mizrakli: Divê pêvajo bi zelalî bê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di hefteya 137’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Selçûk Mizrakli hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çîgdem Uçar: Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?