Milîsên Şêxmus Milazgîr ênTevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî got: “20’ê Hezîranê di saetên nîvro de Kargeha Hilberînê ya Cem Mutfak a li taxa Uzunçîftlîk a navçeya Kartepe ya Kocaeliyê dan ber agirt. Di çalakiyê de kargeh û madeyên xam ên ji bo hilberînê amade zirarek mezin dît. 20’ê Hezîranê di saetên evarê de depoya Sîteya Pîşesazî ya Trakyayê ya li Taxa Ertugrul Gazî ya navçeya Kartepeyê dan ber agir. Depoya ku weke vezîvirandinê tê bikaranîn û derdora we zirareke mezin dît.”
Di berdewamiya daxuyaniya HBDH’ê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk a faşîst û qirker li Bakûrê Kurdistanê bi bikaranîna hemû derfetên di destê xwe de operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî gerîla bênavber didomîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî rewş ne cuda ye. Leşkerên artêşa dagirker ku nikarin li hember gerîlayên azadiyê şer bikin, gazên qedexekirî bikartînin û operasyonên ku bi hezaran leşker û hevkar tevlî dibin li dar dixin. Em dizanin ku gerîlayên azadiyê li dijî operasyonên leşkerî ku li Bakurê Kurdistanê dewam dikin, heta dawî li ber xwe bidin.
Em neferên têkoşîna yekbûyî dewleta Tirk a dagirker û faşîst hişyar dikin; Heta ku operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê bi dawî bibin wê çalakiyên me yên tolhildanê li metropolên Tirkiyeyê bidomin.”