Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz: Bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcê li dijî destûra bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH’ê têkildarî ‘tûrîzmê’ hişyarî da: Nebin hevparê polîtîkayên şer
Rojane

HBDH’ê têkildarî ‘tûrîzmê’ hişyarî da: Nebin hevparê polîtîkayên şer

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ragihand ku sektora tûrîzmê 'çavkaniyeke girîng a hatineya faşîzmê ye' û diyar kir ku 'vî şerê qirêj fînanse dike'. Lewma jî bang li her kesî kir ku nebin muşteriyê vî şerê qirêj.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, “Têkoşîna navbera bindest û serdestan di tevahya dîrokê de di astên cuda de dewam kiriye. Îro jî li xaka Kurdistanê şerê qirêj ê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dimeşîne gihîştiye qonaxeke girîng. Desthilatdariya faşîst bi seferberkirina hemû hêza xwe hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurd têk bibe. Li hemberî êrişên desthilatdariya faşîst, têkoşîna azadiyê ya gelên bindest li cografya Tirkiye û Kurdistanê bi biryardarî dewam dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo fînansekirina polîtîkayên şer ên li Tirkiye û Kurdistanê dimeşîne, hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji çavkaniyên girîng ên faşîzmê sektora tûrîzmê ye û hate gotin, “Bila gelê me zanibe ku her hatineya li vê qadê dibe bombe, mirin û xwîn li hemberî kedkarên Tirkiye û Kurdistanê.

Desthilatdariya Erdogan ji ber polîtîkayên xwe yên şer li nava gelên cîhanê teşhîr bûye. Gelên cîhanê roj bi roj baştir dibînin ku desthilatdariya wî ji bilî xizanî û şer tiştekî nade gelan.

NEBIN ŞIRÎKÊ ŞERÊ QIRÊJ

Banga me li gelên Tirkiyeyê û cîhanê ew e ku di nava krîza aboriyê de ya ku desthilatdariya AKP-MHP di nav de ye bi ti awayî nebin piştevanê wê. Dema ku mirov asta şerê qirêj û zexta desthilatdariya faşîst bînin ber çavê xwe, divê kes weke tûrîst neçe Tirkiyeyê û nebe şirîkê şerê qirêj. Di nava şert û mercên heyî de çûyîna Tirkiyeyê weke tûrîst û pereyê li vê derê bê xerckirin dibe piştgiriyeke rasterast ji bo dagirkeriya desthilatdariya faşîst a li ser xaka Kurdistanê.

Desthilatdariya faşîst kîjan rêbazê bi kar tîne bila bi kar bîne, wê li hemberî têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê têk biçe.

Roj roja bilindkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî faşîzmê ye, roja yebkûna li dora ala Şoreşa Yekbûyî ye.

Nebin muşteriyê vê sektora ku şer fînanse dike, nebin şirîkê şerê qirêj.

Yên ku şerê qirêj dimeşînin wê têk biçin, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jîngeh û henase
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk Dola Qeşura li gel qedexe kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star: Nabe ku statuya destûrî ya Kurdî were taloqkirin

 Koordînasyona Kongra Starê diyar kir ku naskirina Kurdî wekî zimanekî fermî û mîsogerkirina wê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Têgînên Şer û Aştî

Têgînên şer û aştî, di dîroka mirovatiyê de cihên mezin girtine. Her du jî hêzên…

Ji aliyê Seevan SAEED

Şervanan kepçeya dagirkeran rûxandin

Yekîneyên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn dimenê rûxandina kepçeya çeteyên Tirk a dagirker weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

363 malbatên din ên Serêkaniyê ber bi warê xwe ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?