Li gorî agahiyên ji Meclisa Koçberan a Efrîn-Şehbayê, heta niha 150 hezar kes ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bajarên Reqa û Tebqayê hatine kantonên Cizîr û Firatê. Kesên ku hatine koçberên Efrînê û Helebê, gelê herêmên peravê yên Sûriyeyê, kampên li Eyn Îsayê û gelê Serêkaniyê yê li herêmên dagirkirî ne.
Piraniya wan li bajarên Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Dêrik, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê bi cih bûne. Lê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên hikumeta demkî yên li ser herêmê didomin, koçber cih diguherînin. Ji ber wê jî hîna hejmara koçberan bi tevahî diyar nebûye.
Koçber li dibistan, akademî, mizgeft, sazî, danîngehên zarokan û malan hatine bicihkirin. Her wiha hîna gelek malbatên ku tên, bi cih nebûne û hîna nehatine qeydkirin.
Her wiha her ku diçe hejmara koçberan zêde dibe.
Hevseroka Meclisa Koçberan a Efrîn-Şehbayê Nesrîn Silêman diyar kir ku tiştên lezgîn pêwîst in; sobe, derman, pêwîstiyên taybet ên jinan û zarokan, cil û hwd in.

