Di hejmara Gulanê ya rojnameya Serxwebûn de bi giranî li ser Meha Şehîdan ku ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezine û têkildarî pêvajoya siyasî ya rojane nirxandin hatin kirin.
Di hejmara nû Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan a bi nivîsa xwe ya bi sernava “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nikare bê astengkirin”, hemû astên qonaxa pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî” nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok jî di hejmara 509’an a rojnameya Serxwebûn de, nivîseke bi sernava “Li Rojhilata Navîn Şer û Çareserî” nivîsand.
Di hejmara vê mehê ya rojnameyê de, Xebat Andok jî bi nivîsa xwe ya “Hevserokatî çi ye? Çi nîne?” bal dikişîne ser sîstema Hevserokatiyê. Ku ev sîstem ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê destpêkek e.
Nivîsa Şiyar Amed a bi sernavê “Di perwerdeyê de rêbaz û nûbûn” jî di hejmara vê mehê de cih digire.