Pêncşem, 5 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Hevdîtinên li ser qanûnan wê piştî cejnê destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fuzeyeke balîstîk a ku berê xwe li Tirkiyeyê bû ji aliyê NATO ve hate îmhakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Wezareta Edaletê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Karên Hundir bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Karên Hundir re hevdîtinê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogullari: Geşedanên li Rojhilata Navîn dihêle ku pêvajo bê lezkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamekî PAK’ê di êrîşa Îranê de jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha PAK’ê ya li Hewlêrê careke din bû hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Dorşîn: Kuştina jinan pirsgirêkeke siyasî û civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ’ê nasnameya fermandar Şîlan Kobanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji saziyên jinan çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê mirina bi guman: Dayik û keça wê hatin spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Hezexê “Baxçeyê 8’ê Adarê” ava kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Swîsreyî li dijî şer kampanya dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buşra Yenturk: Jin wê li dijî tundî û newekheviyê têkoşînê bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e
Jin

Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

Di rojnameyê de rola pêşengiyê ya jinan a li pêvajoya avakirina civaka demokratîk, rêxistiniya komun a avakirina civaka demokratîk û rê û rêbazên parastina jiyana wekhev û azad hate nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Aştiya jinan parastina jiyana azad e’ hate weşandin. Di vê hejmarê de astengiyên li ser rêya aştiyê û rê û rêbazên jiholêrakirina van astengiyan hate vegotin. Rojnameyê ragihand ku yek ji gavên herî girîng ên avakirina şert û mercên aştiyê guhertina şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê ye û di vê çarçoveyê de bi rengekî berfireh cih da mijara ‘mafê hêviyê’.

Di vê hejmarê de işaret bi nakokiya navbera rola pêşeng a jinê ya di avakirina civaka demokratîk û zêdebûna hejmara kuştina jinan hate nirxandin. Her wiha karên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê hatin vegotin. Her wiha di avakirina civaka demokratîk de rêxistiniya komun û rêbazên parastina jiyana azad û wekhev di rûpelên rojnameyê de cih girtin.

Çîgdem Dogû, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal Aslan û Şervîn Nûdem bi nivîsên xwe tevkarî li hejmara meha Îlonê ya rojnameyê kirin. Guler Yildiz rojeva ekolojiyê, Hêvî Koçero û Necîbe Qeredaxî piştevaniya bi jinên Efgan nirxandin.

AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK WÊ AŞTIYÊ BI XWE RE BÎNE

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû çalakiya danîna çekan a gerîla ku 11’ê Îlona 2025’an pêk hat, karên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê ava bû û wateya aştiyê ya bi perspektîfa civaka demokratîk bi bûyerên rojane nirxand.

Dogû işaret bi girîngiya çalakiya 11’ê Îlonê ya di stratejiya dema nû ya Tevgera Azadiyê de kir û diyar kir ku ev gav ne tenê sembolîk e, di heman demê de peymaneke gelê Kurd de ku nîşan dide; wê têkoşîna xwe ji niha û pê ve li ser bingeha siyaseta demokratîk, hiqûq û xweparastinê bimeşîne.

Dogû destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser bikeve, divê di heman demê de gavên hevdemî bêne avêtin û ragihand ku ev nêzîkatî pîvana bingehîn a rêya ber bi aştiyê ve ye.

AŞTIYA JINAN PARASTINA JIYANA WEKHEV Û AZAD E

Halîde Turkoglû diyar kir ku aştî ne tenê di navbera aliyên şer de, her wiha divê bi hemû beşên civakê re bê avakirin û bi van gotinan işaret bi rola jinan a di vê pêvajoyê de kir:

“Di nava van beşên civakê de ya sereke jin e. Aştiya bi jinan re aştiya bi civakê re ye. Aştiya bi jinan re pêşîgirtina li tundiya li jinan û komkujiyan e.”

HalÎde Turkoglû kuştina jinan nirxand ku dema dawî zêde bûye, işaret bi girîngiya rêxistiniya jinan a li her qadê kir û destnîşan kir ku divê li hemberî tundiya mêr-dewletê jin xweparastina xwe biafirînin û ev yek ji bo têkoşîna jiyana wekhev û azadiyê gelekî girîng e.

MAFÊ HÊVIYÊ: LI HEMBERÎ TECRÎDÊ AZADIYA KOLEKTÎF

Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê weke astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê tê dîtin. Di vê çarçoveyê de Newroz Ûysal Aslan bi sernavê ‘Mafê Hêviyê: Li dijî tecrîdê azadiya kolektîf’ gotarek nivîsî û şert û mercên tecrîdê yên ku Rêber Apo li nav tê ragirtin û mafê hêviyê yê bicih nayê anîn nirxand.

Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku divê mijar ne tenê ji aliyê hiqûqî ve bê nirxandin, bicihanîna mafê hêviyê bi qanûnan re ji bo avakirina civaka demokratîk mijareke lezgîn e.

KOMUN: YA GIRÎNG EM LI DORA YA BAŞ, BEDEW Û RAST BIMÎNIN

Ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul di nivîsa xwe ya vê mehê de di avakirina civaka demokratîk de mijara komunê nirxand. Haskar Kirmizigul weke hêmana damezrîner a rêxistiniya komunê işaret bi rola jinê kir û got, “Ji bo me çavkaniya herî mezin e ku Rêber Apo di mijara dewlet-komunê de jin weke hêmana esasî ya damezrîner nîşan da. Li hemberî civakîbûna ku bi dizîna nirxên li dora jinê ava bû ji hev hate belavkirin, jiyan û civakîbûn tenê li dora jinê jinûve dikare bê avakirin û civak ji vê re qanih bûye. Ev yek bedenbûyîn, komunbûyîna civakî ye.”

BI PERSPEKTÎFA JINEOLOJIYÊ AVABÛNA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Berfîn Guneş di nivîsa xwe de Banga Aştî û Civaka Demokratîk û pêvajoya nîqaşê ya nû ya Tevgear Jinên Kurd nirxand. Berfîn Guneş têkildarî vê pêvajoya guherînê got, “Tevgera Jinên Kurd ji lêpirsîna bermahiyên patriyarkal, meylên hişk û bandora pozîtîvîzmê xwe nade alî; timî pratîkeke veguherîna cewherî pêk tîne. Ev helwesta xwerexnekirinê dînamîka bingehîn a pêşketina teorîk û pratîkî ya tevgerê ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajoya nîqaşê ya berfireh derbasî asteke nû kiriye. Ev bang ji pêşniyareke siyasî wêdetir nuqteyeke şikestinê ya epîstemolojîk e.”

XWEZA Û WATE YAN JÎ DIYALEKTÎKA XWEZAYÊ

Di rûpela forûmê ya hejmara vê mehê ya rojnameyê de perspektîfa dîrokî ya Rêber Apo ya bi sernavê ‘Di hebûna Kurdan û pirsgirêka wan de dawiya serdemekê, destpêka serdemeke nû’ hate weşandin. Di vê nivîsê de li ser serdemên dîrokî û şêweyên fikrî tespîtên balkêş hatin kirin.

GELO KOMÎSYON WÊ ME JÎ BIBÎNE?

Di rûpela ekolojiyê ya rojnameyê de Guler Yildiz ragihand ku komîsyona bi gotina ‘pêvajoya aştiya bi rûmet’ ava bû ji şewatên daristanan heta bi qanûna madenê, ji karkerên zarok ên li atolyeyên tekstîlê heta bi hilweşîna ekolojîk a li cografya Kurdan bi ezmûneke giran a demokrasiyê re rû bi rû ye û got, “Aştiyeke ku xwezayê, gel ji nedîtî ve bê wê mayinde nebe.”

LI DIJÎ KUJERÊ KASTÎK EM BI JINÊN EFGAN RE JIYANA AZAD BIPARÊZIN

Li Efganistanê piştî ku Talîban ji aliyê DYE’yê ve li ser desthilatdariyê hate bicihkirin çar sal derbas bûn. Hêvî Koçero rewşa jinên Efgan raxist pêş çavan û diyar kir ku jinên bindest ên li cîhanê divê li eniyeke hevpar li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin.

LI ROJAVA-BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PLANA ÇI TÊ KIRIN?

Şervîn Nûdem bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojava ji aliyê stratejîk û polîtîk ve nirxand û ragihand ku di dema pêş de ji bo gelên herêmê wê bûyerên girîng biqewimin.

Têkildarî hesabên hikumeta AKP’ê yên li ser herêmê û helwesta Rêveberiya Xweser a leşkerî û siyasî analîz pêşkêş kir.

ŞOREŞGERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 11’ê Tebaxê de ragihand ku Fermandar Nûreddîn Sofî şehîd bû, ku di sala 1990’î de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û di sala 2013’an de pêşengî ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir. Hevalên jin ên ku li bi Nûreddîn Sofî re têkoşiyan, qala wî kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike
Nûçeya Pişt re 1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di civîna Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê de îşaret bi diyaloga navxweyî hat kirin

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê di civîna xwe ya salane de destnîşan kir ku yekane rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeyûm milkên ku ‘nayê firotin’ difroşe

Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê ku beriya niha ji bo ”milkên nayê firotin" doz vekiribû, niha jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Meha Tebaxê tundiya mêr: 31 jin û 5 zarok hatin kuştin

Meha Tebaxê li tevahiya Tirkiyeyê herî kêm 31 jin û 5 zarok di encama tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji rêxistinên jinên Elewî deklarasyona 8’ê Adarê: Bi hev re têkoşîn, bi hev re azadî!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê li rêyên stratejîk nuqteyên hevpar ên kontrolê hatin danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê bang li gel kir: Tavile komîteyên xwe yên rêveberiya herêmî ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?