Sêşem, 12 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DKP/BOG: Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî nemir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Mihçi: Divê komîsyon bi aliyan re hevdîtinê bike û çareseriyê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balikesîr 3 caran li ser hev hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê malbatek ji ber axaftina Kurdî rastî êrîşa nîjadperestan hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika şehîd Koçero Urfa: Ez pê serbilind im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê ji bo fermandar Koçero Urfa meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila Kurd dayika xwe nebîne: 30 sal in li ber derî li benda kurê xwe ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amêdiyê goreke komî ya rejîma Baasê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 22 qurbaniyên fermanê wê bêne veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Reqayê li dijî tundiya li ser jinan kampanya hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kayserî û Trabzonê du jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogota 34’emîn festîvala “Ji bo Aştiyê Jin Li Ser Dike ne” hate lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hevalê Sofî wê her tim pêşengê me yê nemir be’
Kurdistan

‘Hevalê Sofî wê her tim pêşengê me yê nemir be’

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan qala meşa bê navber a 32 salan a şehîd Nûreddîn Sofî kir ku li qadên siyasî û leşkerî yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de wezîfe kir û soz da ku wê xewn û xeyalên Sofî pêk bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2025 Dema xwendinê: 32 dq.
Parvekirin

Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan têkoşîna 32 salan a Nûreddîn Sofî, kesayetiya wî ya leşkerî, îdeolojîk, felsefî û siyasî vegot. Em temamiya axaftina Karayilan parve dikin ku li Gerîla TV hate weşandin.

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta Rêber Apo gelek leheng û şêr afirand. Gelek mirovan jiyaneke destanî afirandin, têkoşiyan û kir malê dîrokê. Cewhera mirovahiyê, lehengî û wêrekiya di nava civaka Kurdistanê de hene, bi têkoşîna Apoyî re derkete ser dika dîrokê. Bi vî rengî gelek jin û mêr ên wêrek gihîştin. Yek ji van jî fermandarê hêja hevrê Nûreddîn Sofî bû.

Ji roja ku tevlî nava têkoşîna me bû û heta roja dawî wezîfeyên xwe bi cih anî, bi roleke girîng û dîrokî rabû.

Navê hevalê Nûreddîn Sofî yê li malê Nûreddîn Xelef Mûhammed e, lê belê ji bavê wî re dibêjin ‘Sofî’, lewma navê wî yê li malê jî bû Nûreddîn Sofî. Di nava me de jî bi vî rengî dihate naskirin. Yanî navekî cuda bi kar neanî. Li gundê Mişerfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Bawerim 11 xwişk û bira ne. Ew jî yek ji yên biçûkê wan e. Diçe dibistanê, li Helebê li beşa fîzîk-matematîkê dixwîne. Hevalê Nûreddîn Sofî hevalekî welê bû ku timî dixwend. Li Helebê dema ku diçû zanîngehê beşdarî nava tevgera ciwanan bû. Wê demê li Helebê di nava ciwanan de karê tevgera me hebû. Bi taybetî jî li zanîngehê. Hevalê Nûreddîn Sofî li wir di Tebaxa 1990’î de biryar da ku tevlî nava tevgerê bibe, biçe Bakurê Kurdistanê û şer bike.

Bêguman destpêkê diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz; diçe Qada Rêbertî. Li wir ji Rêber Apo perwerdeyê dibîne. Rêber Apo ji nêz ve nas dike. Ev yek jî dide ku hîn bêhtir bi tevgerê ve bê girêdan. Bi rengekî hîn xurt dibe xwedî biryar. Ne tenê ji aliyê hestewarî ve, ji aliyê îdeolojîk ve jî tevlî dibe. Ji ber ku bingeha vê ava dike.

Ciwanekî xwende, têgihiştî û bi biryar bû; xwedî sekneke bi vî rengî bû. Piştre derbasî welêt dibe. Destpêkê li Heftanînê, piştre jî li Qilabanê kar dike. Bi qasî ku zanim, ji ber ku ji Akademiya Mahsûm Korkmaz hatibû, ji ber ku ji Rêbertî perwerde girtibû, yekser weke fermandarê mangayê dest bi wezîfeyê dike. Di demeke kurt de dibe fermandarê tîm. Sala 1991’ê li Qilabanê fermandarê tîm bû. Yanî bi lez bi gerîla û çiyayên Kurdistanê re bû yek.

Piştre derbasî Zagrosan bû. Li Zagrosê bi taybetî jî li xeta Avaşîn, Kelareşê kar kir. Bi qasî fermandariya yekîneyê payeya wî bilind dibe. Hingî bi giştî di nava gerîla de bilindbûnek hebû; hevalê Sofî jî gelekî bi kelecan tevlî dibe. Ji ber vê yekê jî pêşiya wî vedibe; weke fermandarê herêmê tê wezîfedarkirin.

BI QASÎ ALIYÊN XWE YÊN LEŞKERÎ ALIYÊN XWE YÊN ÎDEOLOJÎK, FELSEFÎ Û RÊXISTINÎ JÎ XURT BÛ

Sala 1994’an li xeta Kelareş, Elbak û Payîzavayê tê wezîfedarkirin. Du salan li wê xetê fermandariyê dike, tevlî gelek çalakiyan dibe. Bêguman di şer de dibe pispor. Hîn li Zagrosan bû vê pêşketinê bi dest dixe. Destpêkê li Botanê, piştre jî li Zagrosan dibe xwedî rêbaza şer. Li Zagrosan dibe hîn bêhtir xwedî tecrûbe û vediguhere fermandarekî bi tecrûbe.

Piştre li Qada Rêbertî tê wezîfedarkirin. Rêber Apo car carna bang li kadroyan dikir ên ku berê perwerde kiribû, yan jî Tevgerê ew li Qada Rêbertî wezîfedar dikir. Hevalê Sofî jî ne şaş bim di dawiya sala 1996’an de diçe Qada Rêbertî; Şamê. Li wê derê li dibistana ku bi Kurdî perwerde dihate dayin li gel çend hevalan dibe rêveber. Li Qada Rêbertî 2 dewreyan dimîne. Rêber Apo li ser disekine. Hevalê Sofî hevalekî entelektuel bû; dixwend, lêkolîn dikir, nîqaş dikir. Bawerim bi van aliyên xwe bala Rêbertî kişandibû. Yanî ne tenê ji aliyê leşkerî ve her wiha ji aliyê îdeolojîk, felsefî û rêxistinî jî xwe bi pêş ve biribû. Ji aliyê leşkerî ve çiqasî xwedî tecrûbe be ewqasî jî hevalekî têgihiştî û kûr bû.

Piştre careke din derbasî eyaleta Zagrosê dibe. Li Zagrosê weke fermandarê herêmê tê wezîfedarkirin. Zagrosê, beşek ji Serhedê û herêma Wanê nas dike, li ser qadê serwer dibe, bi rê û rêbaza şer zanîbû. Fermandarekî bi vî rengî bû. Dema ku Şerê Başûr destpê kir – bi qasî ku em zanin – li gel tabûra xwe tevlî şer dibe. Li xeta Xakurkê dimîne.

FERMANDAREK BÛ KU BERÊ XWE LI SERKETINÊ BÛ

Di pêvajoya komployê de ew jî weke gelek hevalan xwe vedikişîne. Tê qada Qendîlê. Beşdarî nîqaşên wê demê dibe, dem bi dem bi berpirsyariya kampan radibe. Wê demê jî hevalekî çalak bû. Di şerê Qendîlê de bi roleke girîng rabû. Bi sekna xwe, bi wêrekiya xwe hevalekî mînak bû, li gel êrîşan hemûyan jî bi koma ji hevalên xwe dest ji berxwedanê berneda, qad neterikand û êrîş şikand. Ji xwe diyar bû ku hevalekî wêrek bû, bi rêbazên şer zanî bû. Nepêkan bû ku bi çeka xwe vekişe, fermandarek bû ku berê xwe dida serketinê. Hevalên li derdorê bi hevalê Nûreddîn Sofî piştrast bûn. Ji ber vê yekê yekîtiyeke xurt diafirand. Ne yekî welê bû ku ji jorê ve li mirovan dinihêrî; zanîbû têkiliyê dîne; te dît carna diket nava ciwanan, bi wan re dilîst. Carna ji ber vê yekê dihate rexnekirin. Dihate rexnekirin ku divê mirovekî her tim bi dîsîplîn, cidî bê dîtin û vê yekê biparêze. Lê belê rêbazeke wî hebû. Dibe ku ji hin aliyan ve dihate rexnekirin, lê belê bi vê rêbaza xwe encam werdigirt. Li qada ku lê dima moral dida hevrêyên xwe, motîvasyon çêdikir. Lewma hevalê Sofî li ku bûya li wir moral, motîvasyon, di nava hevrêyan de germahî hebû. Fermandarekî bi vî rengî bû.

LI SER EYALETA AMEDÊ KEDA XWE GELEKÎ ZÊDE YE

Tevgera me di sala 2003’an de biryar da ku careke din hêzê bişîne Bakur. Çima? Ji ber ku me li ser banga Rêber Apo di sala 1999’an de, hêzên xwe vekişandin Başûr. Li hin deverên Bakur hêzên me qet neman, li hin deveran jî gelekî kêm man. Kes nema bûn. Rêber Apo wê demê hêzên me vekişand ku dewleta Tirk ji bo çareseriyê gavê biavêje. Ji bo hincet nemîne, zemîna provokasyonê ji holê rabe, lewma me hêzên xwe vekişand. Gelekî hewl hate dayin, deklarasyon hate weşandin, bang hate kirin. Civaka me, gelê me daxwazên xwe anîn ziman, meş kirin, lê belê dewletê gavek jî neavêt.

Hate fêhmkirin ku dixwazin me hêdî hêdî tasfiye bikin. Xwestin me ji hev belav bikin, sist bikin û bi vî rengî tasfiye bikin. Piştî ku ev hate fehmkirin hêzên me bi rengekî veşartî gav bi gav ketin nava Bakurê Kurdistanê. Hin yekîneyên biçûk destpêkê, sala 2002’an jî çûbûn, lê belê bi esasî sala 2003’an hêzên me bi giranî dest bi çûyîna Bakurê Kurdistanê kirin. Wê demê hevalê Nûreddîn Sofî yek ji wan bû ku pêşengî ji hêzên vegeriyan Bakur re kir. Weke Fermandarê Eyaleta Amedê hate wezîfedarkirin û bi komek hevalan çû Amedê.

Ji bo eyaletan jinûve ava bikin, sîstema herêman ava bikin, wezîfedarkirinan pêk bînin, hêzan jinûve li herêman bi cih bikin, bi civakê re têkiliyê zindî bikin… Ev hemû wê demê hatin kirin.

Sîstema eyaletê ya Amedê jî ji aliyê hevalê Sofî ve ji nû ve hate avakirin. Weke min got, hevalekî zane bû. Aliyên xwe yên îdeolojîk, siyasî xurt bû, xwedî pêşdîtinê bû. Li Amedê gelek kes hebûn ku pê re têkiliya xwe hebû.

Li eyaleta Amedê hem di karên gel de hem jî di wezîfeyên leşkerî de keda hevalê Sofî heye. Ji aliyê danîna planan, avakirina pergalê û pêşkêşkirina perspektîfên têrker re asteke xwe hebû. Ji aliyê teorîk û îdeolojîk ve xwe gihandibû astekê. Her tim dixwend, lêkolîn dikir. Ji ber vê yekê jî xwedî sekneke îdeolojîk, felsefîk û rêxistinî bû.

LI HEMBERÎ TASFIYEKARAN SEKNEKE ŞÊNBER NÎŞAN DA

Di wê pêvajoyê de ku tasfiyekariyê rû da, hevalê Sofî sekneke şênber nîşan da. Bêteredût xeta Rêber Apo temsîl kir û meşand. Ji xwe di wê demê de ku nîqaşan destpê kir, berê xwe da Bakur, ji ber ku di mijara biryardariyê de zelal bû. Li Qendîlê hinekan ev nîqaş dimeşandin, wê demê komên tasfiyekar hîn eşkere nebû bûn, lê belê hevalê Sofî ew hemû nas dikir, bi wan re mabû. Zanîbû ku ji wan nîqaşan tiştek dernakeve; ji ber vê yekê jî bi biryardarî berê xwe da Bakur.

Weke ku tê zanîn li Bakur sala 2004’an Pêngava 1’ê Hezîranê hate destpêkirin. Eyaleta Amedê jî di vê pêngavê de rol lîst. Ji aliyê leşkerî ve di çarçoveya parastina çalak de, di çalakîbûnê de li Amedê salên 2004, 2005, 2006’an liv û tevger hebû. Bi taybetî sala 2005’an gelek çalakî hatin lidarxistin. Hevalê Sofî bi rengekî xurt tevlî Pêngava 1’ê Hezîranê bûbû. Wê demê li hemberî tasfiyekariyê jî hewl dida. Hem li dijî tasfiyekariyê têdikoşiya -ji ber ku hevalekî bêdeng nebû, li ku derê nîqaşek hebûya ew di nav de bû, li cihê pêwîst tiştên pêwîst dianî ziman- hem di nivîsên xwe hem jî di axaftinên xwe de di nîqaşên siyasî û îdeolojîk de çalak bû. Di vê çarçoveyê de li hemberî tasfiyekariyê sekneke şênber nîşan da. Wê demê ji aliyekî ve Pêngava 1’ê Hezîranê pêk hat, li aliyê din jî karên ji bo jinûve avakirina PKK’ê dihatin meşandin. Ji ber ku sala 2002’an PKK hatibû fesixkirin. Lê belê şert û mercan ferz kir ku PKK jinûve bê avakirin.

BÛ PÊŞENGEKÎ TEVGERÊ

PKK’ê jinûve kongre lidar xist. Kongreya 9’emîn a PKK’ê kongreya jinûve avakirinê bû. Wê demê endamên rêveberiya partiyê weke meclîsê bûn, piştre navê wê bû Komîteya Navendî û endamên wê hatin hilbijartin. Yek ji van jî hevalê Nûreddîn Sofî bû. Ew bi xwe di kongreyê de ne amade bû, lê belê pêşniyar hatibû kirin û bi dengekî bilind ji bo endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Hevalê Nûreddîn Sofî ev heq kiribû ji ber ku bi roleke girîng radibû, têdikoşiya, di heman demê de asta wî ya îdeolojîk û rêxistinî ew kiribû pêşengekî tevgerê. Êdî fermî bûbû ku weke pêşengekî di nava rêveberiyê de be.

Kongre di 4’ê Nîsana 2005an de hate kirin, hevalê Nûreddîn Sofî jî wê demê hate wezîfedarkirin. Hevalê Sofî piştî vê biryarê her rola xwe bi rengekî hîn xurtir bi cih anî. Piştî ku demekê ma, ji eyaletê hate vekişandin. Hevalê Sofî di pratîka Amedê de hem Bakur, gelê Bakur, civaka Bakur baş nas kiribû, hem jî li navenda Amedê gelek encam wergirtibû û bûbû xwedî tecrûbe. Êdî bi rengekî giştî pêşengekî tevgerê bû. Di heman demê de bi sekn û biryardariya xwe hevrêyekî zelal bû û bêteredut bû.

Piştî ku ji Amedê vekişiya beşdarî hin nîqaşên li akademiyan bû. Wê demê pêwîstî pê hebû ku li Ewropayê hevalekî berpirsyar bê wezîfedarkirin. Ji ber ku hin heval çûbûn, lê belê pirsgirêkan rû dabûn, hatibûn girtin. Pêwîstî bi hevalekî welê hebû ku zêde nayê naskirin, lê belê dikare bersivê bide pêwîstiyên li Ewropayê. Pêwîstî bi yekî welê hebû ku ji aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve xurt e. Wê demê nîqaş hatin kirin, ji nava Komîteya Navendî hevalê Nûreddîn Sofî guncaw hate dîtin. Ew jî leşker bû. Ev biryar jê re hate gotin. Bêguman dema ku pêwîst pê hebe, di nava me de îtiraz nabe; ev çanda me her tim heye. Hevalê Sofî jî îtiraz nekir, lê belê ne bi dilê wî bû. Lê belê weke biryarekê dît. Dixwest karên leşkerî dewam bike. Lê jê re hate gotin ku pêwîstiyeke bi vî rengî heye. Ji xwe di civînê de hate nîqaşkirin, rewş çi ye, pêwîstî bi hevalekî karibe destwerdanê bike heye yan na. Dengê xwe nekir, got ‘temam’.

LI ROJHILAT KAR KIR

Piştî ku hin amadekarî hatin kirin hevalê Sofî çû. Li Bexdayê dema ku wê li balafirê siwar bibûya hate girtin, kete zindanê. Pê re têkilî nikarîbû bihata danîn. Li Iraqê dewlet jinûve hatibû avakirin, tevlîhevî hebû, rewş serûbin bûbû, me nikarîbû xwe bigihîne cihekî. Du, yan jî sê rojan girtî ma, bi derfetên xwe hinek nas kir û xwe rizgar kir. Azad bû, vegeriya. Di wê navberê de civîna salane ya Kongrea Gel hate lidarxistin. Hate gotin, ‘Madem hevalê Nûreddîn Sofî wê tevlî karên Ewropayê bibe, hingî bila bibe Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê. Di wê civînê de bû Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê. Ji xwe ne bi dilê wî bû ku biçe Ewropayê. Wê demê hate gotin, ‘Baş e, tu naçe Ewropayê lê belê tu ji karên leşkerî hate derxistin, tu yê karên siyasî bimeşîne, pêwîstî pê heye’. Wê demê bawerim heta salên 2007, 2008’an li ser karên li Rojhilat sekinî.

Hevalekî rêxistinî bû, ji siyasetê jî fêhm dikir, zanîbû ku kar çawa pêk bîne. Nîqaş dikir, asta xwe ya qanihkirinê hebû, bi mirovan re têkiliyên germ datanî. Ji ber vê yekê her wezîfe bi rengekî hêja bi cih dianî, lê belê bê dil bû. Dilê wî timî bi karên leşkerî re bû. Ya rast di nava tevgera me de jî gelek hevalan dixwestin ku ew di nava karên leşkerî de be. Ji ber ku karên leşkerî gelekî xurt dikir. Yên ku bi wî re man, hevalên fermandar, her kesî weke pêwîstiyekê dît. Piştre beşdarî Kongreya 10’emîn a PKK’ê bû. Di kongreyê de -ku berê pêşniyar kiribû- pêşniyar kir. Nîqaş hatin kirin. Bi kurtasî beriya kongreyê biryar hatibû wergirtin, lê belê bi kongreyê re hate fermîkirin ku hevalê Nûreddîn Sofî careke din tevlî nava karên leşkerî bibe. Bi vî rengî beşdarî nava karên leşkerî bû. Dawiya sala 2008’an bû.

BÛ FERMANDARÊ BIRYARGEHA NAVENDÎ YA HPG’Ê

Di Sibata 2009’an de Konferansa HPG’ê hate lidarxistin. Di konferansê de ji bo Fermandarê Giştî yê hPG’ê hate hilbijartin. Di nava HPG’ê de fermandarê giştî çar salan carekê diguhere. Diviyabû yekî nû bihata hilbijartin, hevalan jî hevalê Nûreddîn Sofî weke Fermandarê Giştî yê HPG’ê hilbijart. Destpêka sala 2009’an dest bi vê wezîfeyê kir û heta sala 2013’an dewam kir. Çar salên xwe temam kir. Wê demê bû Fermandarê Biryargeha Navendî. Di nava vê dema çar salan de dem bi dem agirbest jî dibû, dem bi dem şer jî dihate kirin. Di wê pêvajoyê de hevdîtinên Osloyê jî dihatin kirin. Di nava tevgera me de pêşketinên siyasî û civakî diqewimîn. Mînak di Adara 2009’an de hilbijartinên xwecihî pêk hatibû li Bakur. Wê demê gelek şaredarî hatibû qezençkirin. Bawerim 96 şaredarî bû. Demeke bi vî rengî bû. Di wê demê de agirbest hate îlankirin, piştre pêngava duyemîn a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hate kirin. Stratejiyeke nû hate afirandin. Bi perspektîfeke nû, di 1’ê Hezîrana 2010’an de pêngaveke nû hate destpêkirin. Ji 1’ê Hezîranê heta 13’ê Tebaxê li Bakur şerekî gelekî giran hate kirin. Gelek çalakî hatin kirin. Yê ku fermandarî ji wê pêvajoyê re kir hevalê Nûreddîn Sofî bû.

WEKE FEDAIYEKÎ LI KU DERÊ KAREK HEBÛYA DIÇÛ WÊ DERÊ

Piştre li ser daxwaza Rêber Apo di Tebaxê de agirbest hate ragihandin. Di sala 2011’an de derdorên AKP’ê digotin wê bi taktîka Tamîlê PKK’ê tasfiye bikin. Srî Lankayê li Osloyê bi Tamîlan re hevdîtin dikir, gerîlayên Tamîlê jî bi hêvî bûbûn ku wê êdî çareseriya siyasî pêk were. Di sîstema wan de sistbûnekê rû da. Srî Lankayê jî sûd ji vê yekê wergirt û li hemberî gerîlayên Tamîlê dest bi êrîşeke mezin kir û derbeke mezin li wan xist. Gerîlayên Tamîlê bi vî rengî hatin tasfiyekirin. AKP’ê jî difikirî ku li hemberî PKK’ê taktîka Tamîlê karibe bi cih bîne, ji ber ku bi me re jî li Osloyê hevdîtin dihate kirin. Di 14’ê Tîrmeha 2011’an de komek ji gerîla dema ku li qadê digere, li leşkeran rast tên. Bawerim şer diqewime; 13 leşker dimirin. Ev yek ji xwe re kirin hincet û hevdîtinên Osloyê, pêvajoya agirbestê bi temamî qedandin. Li ser xerabûna pêvaoya 2013-2015’an gelek nîqaş dihatin kirin lê belê beriya wê jî hebû.

Beriya wê di sala 2011’an de di navbera heyeta me û heyeta Tirk de mutabaqateke hevpar pêk hat û protokol kirin. Ew protokol radestî hikumetê kirin. Heyeta me û heyeta dewletê di protokolê de li hev kiribûn. Em li bendê bûn bê hikumeta AKP’ê wê bersiveke çawa bide. Careke din pêvajo xera bû û şer destpê kir. Şerekî gelekî giran bû. Di sala 2011’an de êrîşî gelek deveran kirin. Wê demê her wiha Îranê jî êrîşî Qendîlê kir. Hingî hin dostên me agahî dan me; du dewletan tifaq kirine. Ji ber vê yekê dewleta Îranê êrîşî Qendîlê kir. Ji ber ku li Qendîlê şerekî gelekî giran dihate meşandin hevalê Nûreddîn Sofî jî hat Qendîlê. Demekê li Qendîlê ma. Hevalekî çalak bû. Wê demê hem li Bakur hem jî li Qendîlê şer hebû. Piştre hem weke rêveberiya KCK’ê hem jî weke rêveberiya PKK’ê me dît ku divê em hîn bêhtir giraniyê bidin ser karên leşkerî.

Wê demê ji Hevserokiya Konseya Rêveber a KCK’ê em du heval çûn biryargehê. Ji xwe Komîteya Parastinê jî hebû; hevalê Sofî û çend hevalên fermandar hebûn. Ji bo li hemberî dewletê pêngaveke nû bê kirin Rêveberiyeke Fermandariyê ya ji heft hevalan hate avakirin. Di sala 2012’an de pêngava ku herî zêde derkete pêş pêngava Şemzînanê bû ku bi pêşengiya Reşîd Serdar hate kirin. Lê belê li gelek deveran pêngav hatin kirin. Hevalê Sofî jî bi rengekî gelekî çalak tevlî van pêngavan bû. Piştre derbasî Botanê bû. Ji xwe gelekî ji Botanê hez dikir, dixwest biçe Botanê. Ji ber ku ji Botanê tevlî bû, salekê li Qilabanê ma, lewma gelekî ji Botanê hez dikir. Di sala 2012’an de çend mehan li Botanê ma. Dûre li gorî plansaziyê vegeriya. Ji xwe li Botanê fermandar hebûn; ew weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê çûbû. Hevalê Sofî ji bo bi rola xwe rabe, çi ji destê wî dihat dikir. Her tim weke fedaiyekî li ku derê kar hebûya, ew amade bû.

LI ROJAVA KARÊN SIYASÎ MEŞAND

Destpêka sala 2013’an pêvajoyeke nû destpê kir. Piştre di Newroza 2013’an de bi rengekî fermî agirbest hate ragihandin. Wê demê dewleta Tirk jî li gorî agirbestê tevgeriya. Agirbesteke dualî bû, şer nediqewimî. Beşeke hêzên Bakur careke din vekişiyan. Di heman demê de li Rojava şoreş pêk hatibû, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de. Di sala 2013’an de jî li wir şer hebû. Destpêkê El Nûsra şer kir, piştî ku bi ser neket DAÎŞ kete dewrê. Êrîşên DAÎŞ’ê destpê kiribûn. Wê demê hevalê Nûreddîn Sofî jî heman pêşniyar kir û rewşê jî heman tişt ferz dikir. Ew bi xwe ji Rojava bû û li Rojava pêwîstî pê hebû. Berê, di sala 2011’an de hin heval çûbûn. Hevalê Nûreddîn Sofî jî xwest biçe. Tevgerê jî bi giştî erênî dît û li Rojava hate wezîfedarkirin. Berê xwe da Rojava.

Destpêkê tevlî nava karên siyasî bû ne karên leşkerî. Baş nizanim, lê bawerim di karên rêxistinî û siyasî de bû. Ji ber ku wê demê şoreş hîn nû pêk hatibû, li aliyekî êrîş hebûn, li aliyê din jî pêwîstiyên gel hebûn, pêwîstî pê hebû ku sîstema aboriyê bê avakirin. Pêwîstî bi bername, planê hebû. Hevalê Nûreddîn Sofî yek bi yek bersiv da van hemûyan. Ji ber ku asteke xwe ya bi vî rengî hebû. Lewma li Rojava ji qada leşkerî bêhtir cihgirtina li qada siyasî hîn bi kêrhatî bû. Sîstema kantonê di dema wî de ava bû. Di avakirina sîstema kantonan de keda wî gelekî mezin bû. Bêguman gelek hevalên me, gelê me beşdarî avabûna sîstema Rojava bûn, lê belê hevalê Nûreddîn Sofî berpirsyarê giştî bû. Bi taybetî di avakirina sîstema kantonan de xwedî roleke girîng bû.

Wê demê gelek kesî digot, Rojava wê çawa karibe xwe îdare bike, debara xwe bike. Li aliyekî êrîş hebûn, li aliyekî li tevahiya Sûriyeyê xitimandinek hebû, şer hebû, birçîbûn hebû, her tişt sekinî bû. Ji aliyê aboriyê, kooperatîfan, peydakirina rêyekê, afirandina derfetan ve performansek hate nîşandan. Piştre, bawerim sala 2017’an derbasî nava karên leşkerî bû. Ji xwe ne xerîbê karê leşkerî bû, tecrûbeya xwe hebû. Lê belê têkiliya hevalê Nûreddîn Sofî bi tevgera me ya giştî re nema bû; bûbû kadroyekî Rojava. Wan jî li wê derê ew ji bo karên leşkerî guncaw dîtibûn. Bi qasî ku em zanin, demekê li wê derê weke berpirsyarê leşkerî kar kir. Bêguman di sîstema wan de tîmek heye, karekî kolektîf heye. Bi detayên wê nizanim, lê belê me dişopand. Hevalê Sofî têkiliya xwe bi çiyê re jî nedibirî. Mînak, carekê hat li hevalan geriya. Di heman demê de hevalekî gelekî hestewar bû. Dixwest hevalan bibîne.

DI ENCAMA ÊRÎŞA HEWAYÎ DE ŞEHÎD BÛ

Di sala 2016’an de hatibû, piştre sala 2021’ê hat serdana me bike. Demekê li gel me ma, ji xwe em bi hev re man. Di 5’ê Nîsana 2021’ê de li Garê em bi hev re bûn. Dixwest serdana çend deveran bike, dixwest serdana Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bike. Ji gel me çû. Piştî bi rojekê di 6’ê Nîsana 2021’ê de ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi wesayitê diçe Akademiya Şehîd Mahîr. Agahiyê werdigirin ku keşif heye. Ji ber vê yekê jî li gel hevalekî ciwan ê bi navê Bahtiyar ji wesayitê peya dibin. Li herêmekê xwe diparêzin. Wesayit diçe, ew li wir dimînin lê belê diyar e ku dijmin dibîne hinek ji wir peyda dibe. Li cihê ku lê peya bûn êrîşa hewayî dike û hevalê Nûreddîn Sofî li gel hevalê Bahtiyar ku hevalekî ciwan ê ji Wanê bû bi vî rengî şehîd dikevin. Bêguman ji bo me şehadeteke gelekî giran bû. Şehadeteke bi vî rengî ne rewşeke ku em li bendê bûn. Li herêmeke welê gundê Yekvanê heye; heval li cihekî nêzî wê dadikevin û di encama êrîşa hewayî de şehîd dikevin. Şehadeta hevalê Nûreddîn Sofî ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Kurdistanê windahiyeke mezin bû. Milîtanekî fedaî yê gelê Kurd bû.

Di xeta Rêber Apo de kûr bûbû. Xwedî dilsoziyeke gelekî mezin bû. Bêteredut bû, di heman demê de hestên xwe yên neteweyî gelekî xurt bû. Dema ku li Rojava bû, bawer dikim ku li wir jî di vê mijarê de kar kir. Ji ber ku hem xwedî hişmendiya Apoyî bû hem jî têkiliyên xwe yên neteweyî xurt bû. Hevalekî hestewar bû. Mînak, ewqasî sal fermandarî kir; dema ku bi şehadeta hevalekê-î dihesiya çavên wî tijî hêsir dibû. Hem ji wî alî ve hestewar bû hem jî xwedî tecrûbe bû. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Çi kar hebûya dikir. Bi fedakarî, wêrekî, dilnizmiya xwe, bi biryardarî û îradeya xwe hevalê Sofî ji bo me mînak bû. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Apoyî xwe perwerde kiribû, xeta Apoyî temsîl dikir. Weke fedaiyekî bû, biçûya ku derê ked dida, kar dikir.

Mesela gelek kes ji aliyê malbatî ve, ji aliyê madî ve dixwaze sûdê bide malbata xwe, lê belê kes ji bo hevalê Nûreddîn Sofî nikare tiştekî bi vî rengî bibêje; ew mînak e. Ji qasayê berpirsyar bû, rewşa malbata wî jî li ber çavan e. Zêde agahiya min nîne, lê belê min bihîst bê rewşa wan çi ye. Tenê armanceke xwe hebû, ew jî xizmeta ji bo vî gelî bû, weke fedaiyekî. Ne dixwest ew bi xwe, ne jî derdora wî ji tiştekî fêdê werbigire. Di vê mijarê de jî hevalekî mînak e. Dixwest tevahiya malbata xwe tevlî nava tevgerê bike. Mesela ji xwarzê, biraziyên wî, ji zarokên xalên wî pênc kes li nava tevgerê şehîd bûn. Dibe ku di nava QSD’ê, YPG’ê de jî hin ji wan şehîd ketibûn, bi wê nizanim. Lê belê di nava HPG’ê de xwarzê, biraziyê û dotmam, pismamên wî hene ku ji hevalê Nûreddîn Sofî bandor bûn, tevlî bûn û şehîd ketin. Dibe ku di nava QSD’ê de jî hebin, di nava kadroyên di nava me de jî hene. Bûn kadro û wezîfe kirin.

Yanî hevalê Nûreddîn Sofî bi wê rolê rabû ku malbata wî tevlî nava tevgerê bibe. Li Rojava şoreş bû, lê ne ji bo malbata wî fêdê jê werbigire. Aliyekî wî yê bi vî rengî ti carî nebû. Lewma ji bo wî her tişt ji bo armanca pîroz bû. Apogeriya heqîqî jî ev e. Gelek aliyên hevalê Nûreddîn hebûn ku bibin mînak. Bi giştî 32 salan xizmet ji gelê xwe re kir.

Di nava van 32 salan de eger em 8 salên pêvajoya Rojava nejimêrin, 24 salan bê navber li Bakur, Başûr di şerê çekdarî de cih girt. Kedeke gelekî mezin da, karên gelekî mezin kir. Pêşengê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, têkilî û girêdana xwe ya neteweyî xurt bû. Hem li Bakur hem li Rojava kar kir, hem jî herî dawî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitî.

Bi qasî ku neteweyî bû her wiha enternasyonal bû. Ji bo tevahiya Sûriyeyê ked da. Hevalê Nûreddîn Sofî di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî rol û mîsyoneke mezin bû. Bi saya keda wî li vî welatî bingehek ava bû. Ya ku dibe para me ew e ku li ser vê bingehê xwedî li bîranîna wan derkeve. Wan nemir bike. Hevalên weke hevalê Nûreddîn Sofî bi keda xwe, bi pratîka xwe ya lehengî, bi fedakarî û wêrekiya xwe xwe nemir kirin, xwe kirin pêşeng. Wê her tim pêşengên me yên nemir bin. Weke hevrêyên wan em soz didin wan; em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Weke kesekî ku pê re demeke dirêj kar kir û wî ji nêz ve nas dike, ez xwe li pêşberî hevalên weke wî deyndar dibînim. Temamiya tevgera me bi vî rengî nêzîk dibe. Weke Tevgera Apoyî divê em xwedî li van hevrêyan derkevin. Ev yek jî bi mezinkirina têkoşînê dibe. Eger em bi vî rengî di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî li bîranîna wan derkevin wê nemir bibin. Li ser vê bingehê em dibêjin ‘şehîd namirin, şehîd namirin’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DKP/BOG: Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî nemir in
Nûçeya Pişt re Li Rihayê ji bo fermandar Koçero Urfa meşa girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Divê deriyên Îmraliyê tavilê bêne vekirin." Bakirhan…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa çeteyan a li ser Bendava Tişrînê hate şikandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê ji du aliyan ve êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Serhildan Andan hate binçavkirin

Li Amedê Rojnamevan Serhildan Andan ê endamê Desteya Rêveber a Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Ji ber lehiya li Hîmalaya 68 kes hîn jî winda ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayika şehîd Koçero Urfa: Ez pê serbilind im

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rihayê ji bo fermandar Koçero Urfa meşa girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DKP/BOG: Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî nemir in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?