Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevalên Onder: Em ê têkoşîna wî dewam bikin
Rojane

Hevalên Onder: Em ê têkoşîna wî dewam bikin

Heval û hevrêyên parlamenter ên Sirri Sureyya Onder anîn ziman ku wê heta dawiyê têkoşîna wî dewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Cenazeyê Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder 4’ê Gulanê li Stenbolê bi merasîm û meşeke mezin hate veşartin. Bi hezaran kesî gotin, ‘Em soz didin Sirri, aştî wê pêk were’. Hevserokên DEM Partiyê, parlamenter û malbata Onder ji doh ve li Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Cemal Reşît Rey serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Heval û hevrêyên Sirri Sureyya Onder ji ANF’ê re axivîn.

DEMA KU ÇÛ JÎ KAREKÎ GELEKÎ MEZIN KIR

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş got, nîşan da ku aştî daxwazeke çiqasî mezin e û diyar kir ku dema çû jî karekî gelekî mezin pêk anî. Meral Daniş Beştaş got, “Her kes xemgîn bûye ku weke yek ji malbata xw ewinda kiriye. Xwe gihandibû gelek mirovan. Bi taybetî mehên dawî bi çûn û hatina Îmraliyê, di mijara aştiyê de gelekî hewl da. Ev wefat gelekî giran e. Kombûna li dora wî nîşan dide ku Tirkiye ji aştiyê re amade ye. Ev yek tiştekî gelekî hêja û girîng e. Divê em aştiyê bînin. Ji bo me hemûyan êdî berpirsyariyeke hîn mezintir e. Divê her kes ji bo vê hewl bide.”

EM Ê HÊZÊ JI TÊKOŞÎNA WÎ WERBIGIRIN

Parlamenterê Mûşê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî anî ziman ku di dema rêwîtiya dawî ya Onder de li ser zimanê her kesî aştî hebû û got, “Dema ku xatir ji qasidê aştiyê xwest, hate gotin ‘Em soza aştiyê didin’. Xwedî li bîranîn û têkoşîna Sirri Sureyya Onder derketin. Mîrateya ku ji gelên Tirkiyeyê re ma ev e; têkoşîna aştiyê ye. Weke ku tê zanîn Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daxuyaniyeke dîrokî da. Dibe ku gava herî girîng a vê veguherînê bû. Kesayetê herî girîng ê ku ev bang dianî ziman û digihand gel Sirri Sureyya Onder bû. Niha wezîfeya me hemûyan e ku em vê bangê pêk bînin. Çawa ku me heta niha kir, ji niha û pê ve jî ji bo avakirina aştiyê, ji bo birêxistinkirina civaka demokratîk û veguherîna mezin em ê hewl bidin, bixebitin.”

YA KU DIBE PARA ME, DEWAMKIRINA VÊ MÎSYONÊ YE

Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû anî ziman ku Sirri ji bo wî dostek, hevalek bû, lê aktorekî siyasî yê gelekî girîng bû ji bo çareseriya meseleya Kurd û pêkanîna aştiyê. Sezgîn Tanrikûlû got, “Sirri hem bawerî dabû hemû kadroyên tevgera siyasî, hem jî baweriyek dabû muxatabên siyasî. Welê kiribû ku muxatabên siyasî yên ku we doh weke dijmin didîtin êdî ji we bawer dikirin. Ev yek ji bo çareseriya şer roleke gelekî girîng e û ev rol jî bi serketî bi cih anî.” Tanrikûlû diyar kir ku wan dostekî xwe winda kir û got, “Ya dibe apra me dewamkirina vê mîsyonê ye. Li Tirkiyeyê pêkanîna aştiyê ye. Ji bo vê jî em ê bi berpirsyariya xwe rabin.”

EM Ê AŞTIYÊ CIVAKÎ BIKIN

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, “Bersiva herî bi wate ya ku em bidin Sirri Sureyya Onder, weke hevrêyên wî, weke hevalên wî civakîkirina aştiyê ye. Mezinkirina fikrê aştiyê û pêkanîna atmosfera aştiyê bi têkoşîna civakî ye. Diyariya herî baş a ku em bidin hevrêyê xwe Sirri, mayindekirina têkoşîna aştiyê bi rasteqîniyê ye.”

XWEDÎDERKETINA BI MILYONAN MIROVÎ BÛ HÊVÎ

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku wan qasidekî aştiyê, kedkarekî aştiyê winda kir û got, “Em civakeke welê ne ku ji bo aştiyê berdêlên gelekî giran daye. Kêliyên civakîbûna aştiyê ya di dema nû de piştî Sirri Sureyya kete nexweşxaneyê hate dîtin. Di heman demê de bi çûyîna xwe re jî hêviyek afirand. Weke ku tovên aştiyê bireşîne. Lewma barekî gelekî giran ji me re hişt. Kombûna bi milyonan mirovî ya li hev, hêzekê diafirîne. Hêviya aştiyê hatiye afirandin.”

EM GELEKÎ NÊZÎ CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ NE

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan got, “Bi hezaran, bi deh hezaran kesên ku hatin wî oxir bikin, dirûşmeke hevpar qîriyan. Gotin ‘Em soza aştiyê didin Sirri’. Li wê derê ne tenê Kurd hebûn. Li wê derê ne tenê endamên DEM Partiyê hebûn. Mirovên ji fikrên cuda hebûn. Kekê Sirri dema sax bû, kir ku mirovên li vî welatî li gelek tiştan bifikire, gelek tabû hilweşand. Dema ku mirov li bûyerên di dema nexweşxaneyê de binihêrin, dibînin ku li vî welatî em gelekî nêzî civakîbûna aştiyê ne.”

MÎRATEYEKE BÊHEMPA LI PEY XWE HIŞT

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku wefata Sirri Sureyya Onder ji bo wan windahiyeke mezin bû û got, “Sirri Serok mîrateyeke bêhempa ji me re hişt. Divê ev yek bê destnîşankirin. Ev yekitî, ev hevrebûn mîrateyeke e û berpirsyariya me ya li pêşberî wî ye: Divê em vê mîrateyê mezin bikin û bi ser bixînin. Yanî hêviya aştiyê. Bi rastî jî divê em vê mîrateya Sirri Serok dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Ûkranya li dijî Moskowayê bi balafirên bêmirov êrîşeke berfireh pêk anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Qurbaniyên Roboskiyê hatin bîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê li ser gorên xwe yên li gund, hatin bîranîn. Di bîranînê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Serhildan Andan hate binçavkirin

Li Amedê Rojnamevan Serhildan Andan ê endamê Desteya Rêveber a Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?