Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi meşekê hate protestokirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû jî tevlî meşê bû. Girse di ketina Taxa Îstasyonê kom bû û parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Bêrîtan Guneş Altin jî piştgirî dan. Di meşê de pankarta “Qeyûm derbe ye, dest nede îradeya min” hate hilgirtin. Girseya ku bi dirûşman heta pêşiya şaredariyê meşiya, li wir daxuyanî da.
Di meşê de ji ewil Hevşaredar Devrîm Demîr axivî û got ku ji roja ewil heta niha gel li dijî tayînkirina qeyûman têdikoşe. Devrîm Demîr, diyar kir ku gel bibiryar e ku îradeya xwe teslîm neke û dê tayînkirina qeyûm qebûl nekin. Devrîm Demîr got ku ew ê serî li ber kesên îrade û nasnameya wan nas nakin netewînin.
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû destnîşan kir ku di demokrasiyan de rêxistina civaka sivîl û jiyana demokratîk girîng e. Kenanoglû, anî ziman ku sepana qeyûm tunehesibandina îradeya gel e û wiha got: “Îktîdar, hewl dide bi rejîma yekzilamî hemû welêt dîzayn bike. Îktîdarê, gelê kurd ji xwe re weke hedef nîşan daye. Bi rehetî hewl dide îradeya wan tune bihesibîne. Tevahiya erdnîgariya Kurdistanê ev yek dît ku qeyûman xwe hefs kirine. Gel azad e lê ew hefsî ne. Nikarin ji pişt bariyerên betonan derkevin. Ji ber ku ew jî dizanin tişta dikin rewa nîne.”
Kenanoglû, da zanîn ku di pratîka qeyûmên li Mêrdînê de eşkere bûye ku qeyûm teqabûlî diziyê ye. Kenanoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Heta aştî neyê van xakan dê tu devereke vî welatî bihizûr nebe. Ji bilî welatê hevpar tu çareserî nînin. Lewma jî divê li şûna tayînkirina qeyûman, li şûna girtin û binçavkirinan divê em bi hev re bifikirin bê ka dê aştiyê çawa bînin vî welatî. Dê têkoşîna me ya ji bo valaderxistina polîtîkayên şer ên îktîdarê bidomin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin.