Heyeta DEM Partiyê ya ji parlamenter Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, bi koma AKP’ê re li Meclîsê hevdîtinek kir.
Piştî ku hevdîtin bi dawî bû daxuyaniyeke kurt hate dayin. Serokwekîlê Koma Meclîsê ya AKP’ê Abdullah Guler daxuyanî da û got, “Me bi rengekî erênî sohbet kir. Di rojên pêş de wê daxuyaniya pêwîst bê dayin.”