Huseyîn Aykol di 14 Cotmeha 2025’an de ji ber xwînariya mejîyî bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê û vê yekê rê li ber bendemayîneke bi fikar vekiribû. Ji wê rojê heya kêliya mirinê malbata wî, hezkiriyên wî û hemû hevrêyên wî di nava bendemayîneke bi vî rengî de bûn. Di kêliyên ewil ên sala nû de bijîşên wî ragihandin ku wî jiyana xwe ji dest daye û ev bendemayîn jî bi dawî bû.
Ger hewceyî bi gotinê hebe, ger bes di çarçoveya pîvanên pîşeyî de were nirxandin, Huseyîn Aykol ji her kesî zêdetir heq dike ku weke rojnamegerekî were bibîranîn. Lê belê ew bes bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê nehate naskirin û pejirandin; xwe jî bi wî rengî neda naskirin. Destpêkê xwendekarê tibê bû; piştre xwest beşa Zanistên Siyasî bixwîne. Esasî jî kesekî wisa bû ku hemû kêliyên xwe ji xwegihandina îdealên xwe re bexşandibûn û bi hişmendiyeke şoreşgerî û sosyalîst tev digeriya.
Kesên ku wî nas dikin jî bi piranî wî bi rojnamegeriya wî bi bîr dixin û dema qala wî dikin vî aliyê wî derdixin pêş. Bêguman tiştên ku derheqê wî de tên gotin, rast in û nayên lêpirsîn. Hûseyîn Aykol, çawa ku hevalê kar ê gelek rojnamegeran e di heman demê de roleke weke mamostetiya rojnamegeriyê jî lîst. Hest ramanên xwîneran gihan derdorên gel ên herî berfireh; bêyî li rastî astengiyekê were hê di destpêkê de bedêla ku were dayîn, qebûl dikir. Bi vî awayî nehişt ku rastî di tarîtiyê de bimînin. Derheqê wî de cezayên hepsa giran ên bi sedan salan û cezayên pereyî yên gelekî mezin hatin birîn. Jialiyê polîsan ve hate şopandin; êşkence dît û di zîndanan de ma. Di serî de mirin li hemberî tu gefan serî netewand û di rêya ku jê bawer dikir de meşiya.
Huseyîn Aykol, meşa temenê xwe ya herî dirêj li gel Çapemeniya Azad û Alternatîfa Demokratîk kir. Ji ber vê taybetmendiyê Çapemeniya Azad, bû perçeyekî jiyana wî. Dema ku qala Çapemeniya Azad tê kirin, tişta ku beriya her tiştî tê bîra mirovan sekneke li dijî serweriya mêran, olperest, netewperest û endustriya bêyî nirxên exlaqî û piştgiriyê dide azadiya jinan, antî kapîtalîst , xwişk-biratiya gelan, sosyalîzm, demokrasî û azadiyan. Huseyîn Aykol, tim di nava vê têkoşînê de bû xwedî û lêgerînê fikra şoreşgerî û terzê tevgerê yê sosyalîst.
Çapemeniya Azad, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di warê fermî de yekem pêngavên xwe di sala 1988’an de li gel kovara ‘’Vejîna Civakî’’ avêt. Her çend piştî demeke kurt ev pêngav hate astengkirin jî ji rêya xwe vebegeriya. Rojnameya heftane ya bi navê ‘’Rastiya Gel’’ bû qonaxeke girîng a vê rêwîtiyê. Rêwitiya Huseyîn Aykol a li gel Çapemeniya Azad a bê navber, di vê pêvajoyê de dest pê kir. Piştre di hemû rojnameyên ku derketin de cihê xwe girt û rola xwe lîst; ji Gurbetellî Ersozan re, ji Yucel Halîsan re û Seyît Evranan re bû hevrê. Mîrasa Apê Mûsayan, Cengîz Altûnan û Hafiz Akdemîran dewr girt, qetilkirina wan, bombebarankirina bînayên rojnameyan û êşa zarokên rojname belav dikirin tim hîs kir, jiya û ji bîr nekir. Di hatina Çapemeniya Azad a van rojan de bû pêşeng û mamoste; bi hebûna xwe bû sembola hevrêtiya şoreşgerî ya şênber û zindî.
Hêrêtiya şoreşgerî, têgeha herî baş e ku Huseyîn Aykol pênase dike. Çimkî ew, cudahiyên ku weke dewlemendiyê dibîne li pêşiya hevparbûnê weke astengî nabîne; ji bo xwegihandina îdealên xwe ne bi tena serê xwe bi hemû hebûna xwe li gel hevrêyên xwe tev digere. Dema diaxivî, dinivîsî û fikra xwe dianî ziman jî ev taybetmendiya xwe diparast. Têkiliya xwe ya li gel girtiyên şoreşger ên di zîndanan de tên ragirtin û gelên tên îstîsmarkirin tu caran qut nake; tim dibe deng û pênûsa wan.
Tişta ku têkiliya Huseyîn Aykol a li gel Kurdistanê diyar dike, fikr, çalakî û terzê jiyana wî ye. Li navçeya Salîhlî ya girêdayî Manîsayê ji dayîk bûye; dema ji dayîk dibe nifûsa Kurdan a wê herêmê ne bi qasî roja îroyîn e. Tişta ku ew bi tiştên ku tên serê gelê Kurdistanê re daye naskirin hişmendiya wî ya sosyalîst û şoreşgerî û pirsgirêka Kurd a di salên xwendinê de bi rêya APOYIYAN anîn rojevê bû.
Huseyîn Aykol di atmosfereke bi vî rengî de bû kesekî ku têkiliya neteweyên bindest-serdet fêm kiriye û ji bo çareserkirina vê yekê jî xwe bes bi gotinê re sînordar nekir. Ahenga gotin û pêkanînê parast, di şert û mercên ku şovenîzm û şovenîzma civakî gelekî zêde bû de jî ji vê helwesta xwe tawîz neda. Bû xwediyê sekna ku gelên Anatoliya û Mezopotamyayê hesreta wan dikir. Di fikra sosyalîst de, rizgariya gelê xwe li gel rizgariya gelên bindest didît; weke şoreşgerekî ku erk û berpirsiyariyên xwe li gorî vê yekê bi cih dianî, bi bîra kolektîf de cihê xwe girt.
Roja îrojîn, lêgerîn û hewleke ku bidawîkirina şerê qirkirinê armanc dike hete ku li Kurdistanê di salên 1800’yan de dest pê kiriye û hê jî berdewam dike. Lê belê ew hewl û lêgerîn zêdetir bi pêngavên yekalî yên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê re sînordar in. Hêzên desthilatdariyê yên serwer yên heyî li gel muxalefet û desthilatdariya xwe hewl didin ku vê pêvajoya heyî bi taktîkên gîrokirinê pûç bikin. Li hemberî van yekan xwedîderketineke derdorên demokrat û çepgir a sînordar hebe jî sekneke bi bandor a zorê li hêzên desthilatdar bike û kêm neyê dîtin, tune ye. Berovajî wê CHP û hin derdorên xwe li ser bingeha dijberiya Kurdan bi cih kiriye, rûpoşa ‘’çepgiriyê’’ li xwe kirine û li rastî astengiyên wan tên. Ev hêz weke paşerojê roja îroyîn jî israr dikin ku bê navber êrîşên qirkirinê berdewam bikin. Tew di nava wan de dema ku hin kes qala gotina aşitiyê dikin, hêrsbûna xwe jî tînin ziman.
Di pêvajoyeke ku dengê kesên ku gotina aşitiyê derdixin pêş tê qutirin de, Huseyîn Aykol bi awayekî fîzîkî ji nava me veqetiya. Lê belê ew di pêvajoya ku êrîşên komkujiyê bi awayê herî dijwar dihatin kirin, bi milyonan însan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, bi hezaran gund hatin valakirin, xanî dihatin wêrankirin, daristan dihatin şewitandin, çiya dihatin bomebarankirin, çûna zozanan dihatin qedexekirin, çandinî û ajelkarî dihatin tunekirin de bi kurtasî di pêvajoyeke ku jiyan dihat sekinandin de li rex gelê Kurdistanê bû. Li hemberî vê yekê jî -ku wî jî di nav de cih digirt- Çapemeniya Azad; wêneyên cenazeyên gerîlayan ên ku di bin pêlavên leşkaran de dihatin pelaxtin, li pişt panzer û tankan dihatin kaşkirin û bi awayekî tazî dihatin nîşandan, weşandin û li gel nûçeya xwe ya bi sernavê ‘’MIROVAHÎ TÊ KAŞKIRIN’’ erka xwe ya dîrokî bi cih anî.
Di pêvajoyeke ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê têkildarî gotina ‘’Aşitîyê’’ ji bilêvkirinê wêdetir pêngav avêtin de dîsa bêdengî derket pêş. Weke ku beriya niha jî pêk hat hin derdorên şovenîst û şovenîstên civakî ku rûyê xwe bi rûpoşa ‘’çepgiriyê’’ girtine û dîsa navê ‘’demokratên civakî’’ li xwe kirine, li rex desthilatdarî û muxalefeta wê sekinîn.
Ferqa Huseyîn Aykol, di vê pêvajoyê de zêdetir derket holê. Cudahiya wî ne bi nasnameyên etnîk, çandî yan jî bawerî re; girêdayî nêrîna wî, prensîbên îdeolojîk û têkoşîna doza wî bû. Ew hemû caran li rex aliyê mafdar, kesên li dijî dagirkerî û zextê, ji bo azadî, wekhevî û edaletê têkoşîn didan meşandin. Ji ber vê yekê Huseyîn Aykol bes ne rojnamegerek e; bûye hêvrêyekî şoreşger ê rastîn yê ku hevparbûnên xwe derxistine pêş, ferq û cudahî li pêşiya xwe weke astengiyê nedîtine û bi hemû hevrêyên xwe re yekîtiyek ava kiriye.

