Şemî, 18 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurê walî Turkay Sonel di lêpirsîna qetilkirina Gulistan Doku de hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-KOM’ê damezrandina xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwestin girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzvanê Tuncay Sonel hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE ceza li 7 fermandarên Heşdî Şebî birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Hêzên şoreşger dikarin di kêliyekê de hevsengiyê biguherin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê ber bi Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniye û Koye êrişên bi droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê komxebata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir
Kurdistan

Li Şengalê komxebata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir

Ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatekê destpê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komxebata ku Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Jinên Ereb ên li Şengalê pêşengiyê jê re dikin, bi dirûşma “Ji faşîzm û tecrîdê re êdî bes e” tê lidarxistin. Ji tevahiya Şengalê 160 jinên Êzidî û Ereb tevlî komxebatê bûn. Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya jinê û 74 fermanan destpê kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û şervanên YJŞ’ê jî beşdarî komxebata bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ bûn.

Li salona komxebatê wêne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi dirûşmeya, ‘Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Şengalê re Xweserî’ û ‘Ji Faşîzim û Tecrîdê re Êdî bese’ hatin daliqandin. 

Ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên medenî yên Iraqê beşdarê komxebatê bûn. Ji wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Şehrezad Qasim Xelef, ji parêzgeha Mîsanê Rojnamevan Îmen Qasim, ji Nasiriyê  Seroka Rêxistinên Sivîl Xemayî El-Ziyadî, ji Mesawe aktîvîst Nûr Şemarî, ji Besrayê aktîvîst Leyla Şerîfî û Bidûr Cerah beşdarin. 

Di destpêka komxebatê de Berdevka TAJÊ Rîham Hico axivî û bixêrhatina mêvanan kir.

 

Rîham Hico beriya dest bi axaftina xwe bike, komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd hate kirin şermezar kir û got, “Em bi xêrhatina hemû beşdar û mêvanên xwe yên hêja dikin  û bi taybet em  bi xêrhatina mêvanên xwe  yên ku ji Bexda, Musil, Kerbela, Mîsan, Necef, Nasiriya, Dîqar û herêmê sînorî ji Medîban bigire heta bi Hesawîkê dikin. Armanca me lidarxistina vê komxebatê  bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî em ê azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan misoger bikin ew e ku komploya li ser Rêberê gelan têk bibin.”

Rîham Hico diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hêzên komloger hewl didin civakê qir bikin, nehêlin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bêne çareserkirin û got, “Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Rêber Apo ye. Fikrê Rêber Apo rê li ber planên wan digire û nahêle bigihêje armanca xwe. Neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinê, hezkirina gelan û neteweyan e. Wekheviya jin û mêr e. Ji bo wê xwestin bi komployê Rêber Apo bidin aliyekî, heta karibin berjewendiyên xwe li herêmê bi cih bînin.”

‘BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ’

Rîham Hico anî ziman ku ji roja komployê û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava sîstemek êşkenceyê de 25 sal in tê ragirtin û got, “Sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Ji rewşa ku li Îmraliyê diqewime di serî de CPT hemû dewletên navneteweyî yên pêwendîdar berpirsyar in. Bêdengiya dewletan a li hemberî vê êşkenceyê tê wateya hevkariya bi êşkenceyê.”

Rîham Hico bal kişand ser girîngiya fêhmkirin û têgihiştina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Belavkirina vî fikrî erka me jinan e. Heta Rêber Apo azad nebe em ê di nava têkoşînê de bin. Em bang li jinên Êzidî û jinên Iraqî dikin ku ji bo azadiya xwe û azadiya Rêber Apo yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî komplo şermezar kir û got, “Di şexsê Rêber Apo de xwestin civaka Rojhilata Navîn û gelên vê herêmê tune bikin. Lê fikra neteweya demokratîk a xwe dispêre fikrê Rêber Apo rê li ber hemû planên wan girt.”

 

Riham Hesen bal kişand ser têkoşîna li dijî komployê û bi bîr xist ku ji roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve gelê Kurd li ser piyan e.

Riham Hesen destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsal azad bibe û got, “Lê belê dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên xwe hewl dide pêşî li vê yekê bigire û Rêberê me li zindanê bihêle. Lê em li vir dibêjin, her kêliya jiyana me bi Rêberê me re ye. Em ê ti carî rê nedin dagirkeran ku wan firsendan bi dest bixin.”

Di komxebatê de sînevîzyonek li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Komxebata ku ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî ve tê birêvebirin wê heta danê êvarê dewam bike.

Di komxebatê de wê 4 semîner bêne lidarxistin.

Li ser navê TAJÊ Lava Şengalî, li ser navê Meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa, li ser navê YJŞ’ê Aven Tekoşer û li ser navê Jinên Ciwan Avesta Êzidî, li ser navê mêvanên ji Iraqê hatine jî Bidûr ElCerah bi axivin. 

Piştî semîneran wê li ser nêrîn û pêşniyarên ji komxebatê derbikeve, encamnameya komxebatê were eşkerekirin û ji raya giştî re were parvekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 29 hezarî bû
Nûçeya Pişt re Berdana girtiyê nexweş Ahmet Zenger cara çaremîn hate taloqkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku girtiyên jin ên siyasî li girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo 2 hunermendan peyama sersaxiyê

Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo her du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Temellî: Polîtîkaya nefreyê ya desthilatdariyê rê li ber êrîşên nîjadperest vedike

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser êrîşên nijadperest ên li Kayseriyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê PJAK’ê: Hêzên şoreşger dikarin di kêliyekê de hevsengiyê biguherin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?