În, 6 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî şewata li Sîteya Rojava ya li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li partiyên siyasî geriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Ev kar yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Fransî Badiou ji Rêber Apo re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê cejna di bin zexta ambargoyê de: Cihê qedexeyê di mirovahiyê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Bajarê Amedê yê HEP’ê Vedat Aydin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gorên şehîdan hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîlan Çelîk: Paketa Darazê ya Nû bersivê nade bendewariyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 4’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şewat: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê: Zextên li ser rojnamevanên jin di meha Gulanê de jî dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB: Em li gel Nevîn Kamîlagaoglû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya Zeynep Celaliyan nebaş dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Deriyê mejiyekî nû vedibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo helbesta ‘Dîrok’ a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parlamenta Walesê resepsiyona Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevrêyên rêwîtiyê: Mîrateya têkoşînê ya Riza Altûn zindî tê hiştin
Kurdistan

Hevrêyên rêwîtiyê: Mîrateya têkoşînê ya Riza Altûn zindî tê hiştin

Şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Riza Altûn di kongreya 12'emîn a PKK'ê de hatibû ragihandin. Hevrêyên wî Haydar Varto, Serhat Engîzek û Raûf Karakoçan qala wî kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 31 dq.
Parvekirin

Riza Altûn weke yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber Apo û pêşengê damezrîner ê PKK’ê, bû kesayeteke sembol a têkoşîna azadiyê ya Kurd. Biryardariya têkoşînê ya Riza Altûn ê ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bû, di encamnameya Kongreya 12’emîn a PKK’ê de bi rêzdarî hate bîranîn.

Hevrêyên wî Haydar Varto, Serhat Engîzek û Raûf Karakoçan bersiv dan pirsên ANF’ê û behsa fedaîbûn, biryardarî û fedekariya Riza Altûn a ji bo gelê kirin.

LI QADA RÊBERTÎ HEV NASKIRIN

We Riza Altûn çawa nas kir?

Haydar Varto: Belê, beriya ku ez behsa bîranîn û nasîna xwe ya ewil bi hevrê Riza re bikim, pêşî di şexsê hevrê Riza û Alî Haydar Kaytan de tevahiya şehîdên me bi minetdarî û hurmetî bibîr tînim.

Bîranîna hevrê Riza vegotin bi rastî hem hinek zehmet e û hem jî hêsan e. Sedema vê yekê ev e: Zehmet e, ji ber ku bi rastî jî şehadeta wî xemgîniyek çêkir. Me bi hev re demên dirêj derbas kirin, hevaltî kir. Bîranînên me yên xweş çêbûn û me demên xweş bi hev re bihurand. Ji ber vê yekê, vegotina bîranînên Heval Riza û vegotina jiyana wî hem xemgînî çêdike û hem jî helbet hînker e. Di vî warî de, hinekî zehmet e. Hêsan e, ji ber ku Heval Riza mirovekî bi kêf û coş bû, jêhatî û hevalekî pir baş bû. Mirov her tim dixwest bi wî re bijî. Ji vî alî ve, jiyana wî pir sade û xweşik bû û vegotina wê hêsan bû.

Ez hem di salên 1996 û 97’an de li qada Rêbertî mam. Me di wê demê de li wir hev dît. Min navê wî berê bihîstibû. Dema ez li derve, li nava gerîla û li zîndanê bûm; hevalên ku ew nas dikirin, behsa jiyan û berxwedana Riza ya li zindanê dikirin. Di vê mijarê de hin agahiyên me hebûn. Me navê Riza Altûn bihîstibû. Bê guman ji ber ku yek ji beşdarên destpêkê bû, hevalekî naskirî bû. Lê belê me wê demê ji nêz ve hev û du nasnedikir. Me ji dûr ve bi wî dizanî; Hevalekî wiha heye, hevalekî berxwedêr heye, ku li Zindana Amedê maye, li wir bi hevrê Hayrî û Mazlûman re li ber xwe daye û berxwedaneke mezin nîşan daye. Wisa me navê wî bihîstibû.

Lê tam nayê bîra min di sala 1996 an jî 97’an bû ku me hev nas kir nayê bîra min; li qada Rêbertî bû. Me li wir hev nas kir. Dema ez perwerde dibûm Heval Riza jî li Sûriyeyê dixebitî. Carekê hatibû serdana akademiyê. Bi me re axivî û nîqaş kir. Wê demê bi rastî jî me hev nas nedikir. Hevdîtineke kurt bû. Demeke dirêj em bi hev re neman. Bi kurtî cara pêşî em wisa rastî hev hatibûn.

Rasthatina me ya din li çiyê bû, yanî dema em li nava gerîla bûn. 2007 an jî 2008’an li Xinêrê em bi hev re bûn. Dikarim bêjim ku em ji sala 2007-2008’an heta havîna 2014’an bi hev re man. Ji ber vê karê me her tim hevpar bû. Me di Komîteya Siyasî de xebatên hevpar meşandin. Di vê serdemê de me gelek nîqaş kirin û me gelek tecrûbe ji wî girt. Bi rastî jî demên xweş ku me bi hev re derbas kir û bi hurmetî bibîr bînin çêbûn.

YEKEM RASTHATINA LI ZAPÊ

Raûf Karakoçan: Ez di şevsê heval Riza û Alî Haydar Kaytan de hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranînên wan ditewînim. Bêguman, van hevalan ku di 12’emîn Kongreya PKK’ê de şehadeta wan hate îlankirin, di jiyana partiyê û jiyana têkokşîna me de cihekî girîng heye.

Min heval Riza di bihara sala 1996’an de li Zapê nas kir. Heval Riza berpirsiyarê Biryargeha Zapê bû. Em jî ji bajêr hatibûn,  hejmara me nêzîkî 30 kesî bû. Em hemû li têketina biryargehê li ser piyan pêşwazî kirin û yek bi yek silav da me. Heya Heval Cûma hat ez ji mehekê zêdetir li biryargehê sekinîm. Beriya ku ez ji biryargehê biçim, me her roj hev dît. Bi vî awayîmin heval Riza nas kir.

Bandora wî ya yekem ew bû ku xwedî kesayeteke tund bû. Her wiha kêm jî be xwedî sekneke wurşedar bû. Min ji dûr ve jî heval Riza nas dikir. Li girtîgehan dozên sereke yên PKK’ê hebûn. Ji ber ku ez bi xwe jî demekê di girtîgehê de mabûm, min piraniya îdîanameyan xwendibûn. Di van îdîanameyan de gelekî navê heval Riza derbas dibû. Bi saya wan îdîanameyan min heval Riza nas kiribû.

Yekî gelekî aktîf bû û asta wî ya çalakiyê bilind bû. Rêveberiyeke ku mohra xwe li pêvajoyê xistiye, kiriye, fermandariya leşkerî kiriye û weke yek ji kadroyên pêşeng navê wî derbas dibû. Dema ku min cara ewil dît jî xwedî vê sekn û helwestê bû. Xwedî sekeneke biheybet û resen bû. Xwedî otorîte û gotin bû.

HEVDÎTINA LI TÛZLÛÇAYIRÊ YA DI SALA 1976’AN DE

Serhat Engîzek: Ez di şexsê heval Riza û heval Fûat de hemû şehîdên me bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim. Min heval Riza di payîza sala 1976’an de li Tûzlûçayira Enqereyê nas kir. Hinekî eleqeya min li ser Apotiyê hebû. Ez hê 19-20 salî bûm, ciwan bûm. Li Ewropayê hevalên min hebûn.  Hin ji van hevalan ji Tûzlûçayirê bûn.  Peywendiyên wan hebûn. Li gel wê koma ji Tûzlûçayirê peywendiyeke min a wisa çêbû. Em çûn û dihatin û nîqaşên me hebûn.

Lê belê min şoreşgertî, Apoyitî qet nas nedikir. Lê belê bala min li ser çepgiriyê bi taybetî jî li ser meseleya Kurd hebû. Ji ber wê Apoyitî gelekî bala min kişand. Ji bo tevlîbûnê min biryar da ku ji Ewropayê vegerim Tûzlûçayirê. Êdî nav û dengê Apoyiyan jî dihat bihîstin û di nava çalakiyan de bûn.  Ez hatim û min bi hevalan re hevdîtin kirin. Birayê heval Riza, Haydar (Kara Omer) û hevalên din; Alî, Yûsûf û hin hevalên din hebûn. Yanî min ew kom hemû nas kir. Wisa ez hefteyekê li wir li cem wan mam û ne hevdu nas kir.

Piştre hevalan got; ‘Perwerde heye, em biçin perwerdeyê.’ Min got ku ez ê jî werim. Heval Haydar got; ‘Ka ez ji hevalan bipirsim.’ Çimkî ez li gel wan di nava xebatên rêxistinî de nebûm. Her wiha peywendiya min li gel rêxistineke din hebû. Ji heval Riza pirsîne û wî jî gotiye; ‘Hê zû ye lê belê dibe ku piştre beşdar bibe.’ Wî hevalî jî fedî kir. Ew ê biçin perwerdeyê lê belê ez ê nikarim biçim. Difikirî ku wê çawa bibêje. Min jî got; ‘Wê demê hûn ji min bawer nakin. Em ê çawa hevaltiyê bikin?’  Min jê pirsî bê ka kê qebûl nekiriye. Wî jî got; ‘Şîrketê.’ Heval Riza weke şîrketê dihat zanîn û naskirin.

Min jî xwest ez wî bibînim. Dema ku ez û heval Haydar li çayxaneyekê bûn, heval Riza ji wir derbas bû. Ez jî rabûm û ez ketim li pey wî. Min dît ku heval Riza dikeve kolanekê. Min jê re got; ‘Bisekine, karê min li gel te heye.’  Li min nêrî û jim re got; ‘Çi karê te li gel min heye.’ Min jî jê re got; ‘Te wiha û wiha gotiye.’ Got; ‘A niha karê min heye.’ Û çû.  Ez jî bi neçarî çûm. Ez di wê baweriyê de bûm ku ji min bawer nakin. Min jîdigot ku ez ê çawa li gel van bixebitim. Dilê min mabû. Min ji hevalan re got; ‘Ez bi we re naxebitim.’ Nasîna me ya yekem wiha çêbû.

Der barê têkoşîn, tevlîbûn û sekna Riza Altûn de hûn dikarin çi bêjin?

‘ZEKAYA WÎ YA PRATÎKÎ LI PÊŞ BÛ’

Haydar Varto: Me derfet dît ku piştî salên 2007 û 2008’an hevrê Riza baştir nas bikin. Wê demê ji Ewropayê hatibû. Di wê pêvajoyê de li Ewropayê jî hin pirsgirêk derketibûn holê. Piştre hat ba me. Heval Reûf jî li cem me bû û em bi hev re man. Heval Riza herî zêde şîret dida me. Beriya her tiştî hevrê Riza hevalekî gelekî jîr bû. Bi rastî jî pir jêhatî bû. Zekayek wî yê pratîk hebû ku gelekî berçav bû.

Ew zêde neçûbû dibistanê; bawerim mezûnê dibistana seretayî bû. Lê wî xwe pir baş perwerde kiribû. Wî li Ewropayê gelek pirtûk xwendibû. Di nava rêxistinê de gelek pirtûk xwendibû. Di girtîgehê de gelek pirtûk xwendibû. Rewşenbîrekî baş bû. Di nava xwe de asteke bilind a ronîbûnê bi dest xistibû. Tevî ku di emrê xwe yê ciwantiyê de mêrxaseke kolanan bû jî, hevalek bû ku her tim xwe perwerde dikir, dixwend, lêkolîn dikir û li ronahiyê digeriya.

‘EW BI QABILIYETA XWE YA MÎZAHÊ BAL DIKIŞAND’

Hevrê Riza kesekî ku dikaribû mijarên îdeolojî û teorîk bi kûrahî nîqaş bike, îzah bike, hîn bike û analîz bike. Me pirtûk dinivîsî, lê hakîmiyeteke me tam nebû. Carnan mijarên nehevgirtî me dinivîsî. Ew vê rewşê bi dilnizmî rexne dikir, bi me re henek dikir, ku me teşwîq dikir ku em bêtir lêkolîn bikin û xwe baştir bikin. Di encamê de, me karî pirtûkek baş û lêkolînek serkeftî pêk bînin.

Hevrê Riza hevalên xwe teşwîq dikir ku hîn bibin û bipirsin. Carnan bi helwesta xwe ya mîzahî, zekî dihişt ku hevrêyên xwe teşwîqê lêkolînê bike. Aliyê wî yê mîzahî li pêş bû. Mînak dema tu ji ber pirsgirêkek ku rû daye tengijî be, hevrê Riza bi henekek biçûk vê rewşê nerm dikir. Dida fêmkirin ku a rastî divê di wê kêliyê de mirov xwe ewqas teng neke.

Hevrêyekî wiha bû ku jiyanê bi wate dikir, bi henek, hêza mîzahî û hêza vegotinê, kûrahiya jiyanê dizanî. Ji ber vê taybetmendiyên xwe jî gelek dihat hezkirin. Li cihê ku hevrê Riza heba jiyan li wir nediqediya. Her tim henek dikir, kêfxweş û bi coş bû. Hevrêyek afrîner û ji jiyanê hezdikir.

‘MÎNA DIBISTANEKÊ BÛ’

Raûf Karakoçan: Bi qasî du salan em li heman qadê man. Em di sohbetên rojane, civîn, tekmîl û xebatên pratîkî de bi hev re bûn. Pêwendiyên wî yên bi girseyê ra gelekî zindî bûn. Yên ku wî nas dikirin, hema bi wî ve dihatin girêdan. Bi uslûb, diyalog, sohbet û henekên xwe dibû navendek a cazîbeyê. Wext di hebûna wî de pir zû derbas dibû.

Xwedî kesayetekî wisa bû ku bersivên wî her tim amade bûn. Dema ku mijarek asê dibû, ji bo rê li ber vekira û çareseriyekê bibîne gelek ked dida. Hevrê Riza wek dibistanekê bû. Di wêje, helbest û dîplomasiyê de mîna dibistanekê bû. Ew gelekî rikerast bû.

Ez behsa bîranînek ji jiyana wî ya kampê di dema xebatên wî yên dîplomatîk de parve bikim: Li Iraqê xebat mîna ku dihat xwestin bi rêve nediçûn. Di serdema Seddam de efserekî ku hatibû tayînkirin hebû; Navê wî Ebû Newaf bû. ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kampa Mexmûrê dem bi dem bi Ebû Newaf re hevdîtin dikir

Rojekê civîn mîna ku dihat xwestin bi rêve neçûbû, hevrê Riza şimikê di lingê xwe de derxist û da pey efserê Seddam. Nûnerê Iraqê bû, li hember hevrê Riza dicirifî. Nûnerekî dewletekê qewitandibû; hevrêyek di wê astê de otorîter bû.

Bê guman şêniyên kampê ji vê rewşê gelekî kêfxweş bûn. Di nava gel de moraleke mezin, baweriyeke mezin û coşeke mezin afirandibû. Rîskên gavên ku avêtiye jî dizanîbû. Wê li ser bifikiriya bê ka destketî û windahî wê çi bin. Tiştek ku hevrê Riza bi ser nexîne nebû. Ji xwe zanîba di wê gavê de wê bi ser nekeve, qet rîskek wiha nedigirt ber çavan. Yanî hesab dikir. Ev helwesta wî jî gelek zelal bû. Di nava şert û mercên herî zehmet de jî xwedî wê qebîliyetê bû ku mirovan bikenîne, mirovan bixe tevgerê û kar bi wan bide kirin.

Haydar Varto: Ji bo temamkirina vegotina hevrê Raûf ya li ser Mexmûrê ez ê jî du tiştan lê zêde bikim. Di bingeh de eger îro hê Mexmûr heye, ev yek bi saya keda hevrê Riza ye. Eger hevrê Riza nebûya, ew kamp dê niha li wir nebûya. Şêniyên li kampê hê jî hevrê Riza jibîr nekirine û di dilê wan de cihê wî cuda ye.

‘HEVRÊYEKÎ XWEBAWER BÛ’

Serhat Engîzek: Hevdîtina me ya duyem a li gel heval Riza di salên 1993-1994’an de li akademiyê çêbû. Hevdîtina me ya yekem kurt bû hema li ser piyan bû. Min xwest ez di akademiyê de nas bikim, çimkîmin bi eleqeyeke mezin ew dişopand.  Berxwedana wî ya li zîndanan û sekna wî tim dihat behskirin. Her wiha em ji heman herêmê jî bûn. Weke herêmî jî pêwendiyeke me hebû. Her wiha dostaniya me ya malbatî jî hebû. Yanî min bi eleqeyeke mezin dişopand û min dixwest ez nas bikim.

Li cem Rêbertî hatibû. Di wê navberê de ders dida; li ser şerê taybet ders da. Di wê kêliyê de derfet çêbû û min jê re gotibû; ‘Tu çima wiha sar î.’ Ji min re got; ‘Tu min sar dibînî?’  Min jî got ez te zêde sar dibînim, ne sarbûneke normal jî.’ Piştre min lê nêrî ku di rastiyê de ne wisa ye. Nebê ev yek ji ber otorîterbûna wî ye.

Di rastiyê de hevalekî wisa bû ku xwe bawer dikir, bê tirs û berxwedêr bû. Ji zarokatiya xwe wisa mezin bûbû. Ev yek di nava refên partiyê de jî wisa pêş ket. Ji ber ku xwe bawer bû, her wiha yekî bersivamade jî bû. Nedigot ku wê ev heval xemgîn bibe yan jî şaş fêm bike. Wisa nêzik dibû. Pêwendiyên wî yên li gel însanan baş bûn. Têkiliyên wî yên li gel însanan girêdayî perwerdekariyê pêş diketin.

Bo nimûne pirtûk dixwend û heval jî teşwîq dikirin ku ew jî bixwînin. Bala mirovan dikişand ku mirov jî bixwîne.  Kurteya mijarên girîng û yên lêkolîn dikir, parve dikir. Bala te jî dikişand û teşwîq dikir.

Di têkiliyên mirovan de jî wisa bû. Dikarî bala mirovan bikşîne. Aliyê wî yê mîzahî gelekî xurt bû.  Her wiha ya min dizanî ji bilî Rêbertî û heval Cûma li gel hemû kesan mîzah dikir.  Jixwe dema heval dihatin, digotin; ‘Riza tu yê dîsa henekên xwe li me bikî.’

PÊWENDIYA WÎ YA LI GEL RÊBERTÎ GELEKÎ XWEZAYÎ BÛ

Terzê pêwendiya wî ya li gel Rêbertî gelekî bandor li min dikir. Gelek hevalên rêveber hebûn; pêwendiya wan a li gel Rêbertî ji ya heval Riza cudatir bû. Ez fikirîm bê ke çima ev cuda ne? Ew zêdetir fermî bûn; Dema ku Rêbertî tiştek digot, weke; ‘Bila serokê min’ bersiv didan.

Heval Riza ne wisa bû. Li gel Rêbertî li baxçeyî suhbet dikirin. Rêbertî got; ‘Were were, ev hembajariyê te ye.’ Heval Riza jî got; ‘Ev ne hembajariyê min e. Ez ji Kayseriyê me, ew ji Mereşê ye.’ Yanî pêwendiya wan gelekî cuda û xwezayî bû; weke du hevalan bûn. Helbet rêzdariya wî ya ji bo Rêbertî gelekî zêde bû lê belê pêwendiye xwezayî jî hebû.

Heval Riza yekî gelekî polîtîk bû. Tu tişt belasebeb nedigot. Jêhatî û xwedî hêza polîtîk bû. Bi rastî jî berxwedêr bû; xwe bawer dikir, xwe û derdora xwe perwerde dikir û li pêş bû. Balrakêş bû. Baş dizanî ku wê çawa xîtabî însanan bike, yekbûn û civakîbûna wan çawa pêş bixe. Di vê mijarê de pispor bû.

Hûn dikarin qala bîranên xwe bikin?

‘HEVALEKÎ YARÎKER BÛ’

Haydar Varto: Piştî girtina Rêbertî, yanî piştî sala 1990’î –sal tam nayê bîra min- civîneke me çêbûbû. Rêbertî hatibû girtin; rageşiyeke mezin hebû, atmosfereke hestiyarî hebû û hevalan bertek nîşan dida. Analîzên Rêbertî yên ‘Ji Dewleta Rahîb a Sumeran Ber Bi Komara Demokratîk Ve’ hatibû.  Piştî parêznameyên Rêbertî yekem civîna me ya berfireh bû.

Ez rabûn, min nirxandinek kir. Min got: ‘Rêbertî, ji bo ku dewleta Tirk nerm bike nêzîkatiyeke wiha ya polîtîk nîşan dide. Me zêde nedizanî ku Rêbertî stratejî ji binî ve guherandiye, nêzîkatiyeke nû ya îdeolojîk pêş xistiye û xeteke nû ya polîtîk pêş xistiye. Min digot ku ji ber rêlibergirtina hewlên tundtir wiha dike, min weke nêzîkatiyeke taktîkî dinirxand. Gelek hevalan jî wiha dinirxand; ez jî yek ji wan bûm.

Min nirxandineke weke; ‘’Divê nirxandinên Rêbertî neyên lomandin, nêzîkatiyên taktîkî ne; Carna roja reş divê mirov ji yarê diya xwe re bibejê bavo’ kir.

Ez û heval Riza li cem hev rûniştibûn. Min lê nêrî karîkatûrek bi hevalekî da xêzkirin. Di karîkatûrê de biwêja ku min di nirxandina xwe de anî ziman hatibû xêzkirin. Em di wê civînê de gelekî keniyan… Heval li me dinêrîn bê ka ev bi çi dikenin.  Tişta ku ez dixwazim bibêjim ew e ku heval Riza wisa yekî yarîker bû.

‘BERÊ MIROVAN DIDA LÊKOLÎNÊ’

Raûf Karakoçan: Ez û heval Haydar (Varto) li Xinêrê li ba hev bûn. Heval Riza jî nû ji Ewropayê hatibû. Em di Zanist û Pêşketinê de bi hev re bûn. Ez û heval Riza di heman konî de diman. Pirtûka hiqûqê me bi hev re nivîsand. A rastî ez û heval Haydar û Serhat –em her sê- hatibûn erkdarkirin.  Min û heval Riza têkildarî dîroka hiqûqê lêkolîn dikir.  Çavkaniyên weke tabletên Sumeran, qanûnên nivîskî yên Hammurabîyê, yasayên Solon ên li Yewnanistanê, qanûnên Romayê yên dîrokî yên me bûn.

Bo nimûne dema me lêkolîna Solonê dikir, me dît ku Solon arîstokrat e, ji arîstokrasiya Yewnan hatiye û qanûneke bingehîn amade kiriye. Piştî ku qanûna bingehîn amade dike, dibêje ku bila ev qanûna bingehîn xizmeta min neke û deh salan terka Yewnanistanê dike. Heval Riza jî gotibû; ‘Ya ev Solon însanekî gelekî ecêb e’ û yariyên xwe kiribû. Gotibû; ‘’Mirovekî gelekî xwedan wijdan e. Bes ji bo ku qanûna derxistî ne di çarçoveya berjewendiyên wî de bin û gel wisa fêm neke, deh salan terka Yewnanistanê dike.’

Min mijara ‘Mîrza’ jî di analîzeke Rêbertî de xwendibû. Heval Riza, dema ku ji qada Rêbertî dihat welat paltform çêdibû. Di vê platformê de Rêbertî di nirxandina xwe de ji bo heval Riza dibêje ‘Mîrzayê PKK’ê.’ Piştre min ev yek li gel heval Riza parve kir.

Got: ‘Jixwe ez mîrzayê wê me.’ Lê belê mîrzayekî çawa? Mîrzayê ku Makyavelli qala wî dike? Yan mîrzayê modern ê Gramsci behsa wî dike? Got; ‘Na. Ez Mîrzayê PKK’ê me.’

Di jiyana xwe de wisa bû. Xwedî sekneke resen bû. Helbesteke Nazim Hîkmet dixwend û piştre digot; ‘Tu navê vê helbestê dizanî?’ Yanî hem digot û hem jî fêr dikir. Min dizanî ku helbesta Nazim Hîkmet e lê belê navê wê nehatibû bîra min. Digot; ‘Zimaê nezan, tu naxwînî helbet wê neyê bîra te, divê tu bixwînî.’ Teşwîq dikir. Min gelek jî navê helbestê jê pirsî lê belê negot. Min bi xwe peyda kir. Navê helbestê ‘Vexwendin’ bû. Min li wir zanî ku navê wê helbestê ew e.  Bi vî rengî berê mirovan dida lêkolînê.

Fêrker bû. Henekkirin rêbazeke wî ya fêrkirinê bû. Ez dikarim vê yekê bi rehetî bibêjim; Di nava PKK’ê de hevalên ku bi qasî heval Riza dixwînin gelekî kêm in. Pirtûkxaneya wî bi xwe hebû. Bi ku ve diçû her du walîzên xwe tije dikirin bi pirtûkên xwe û bi xwe re dibirin. Tekane heval bû ku pirtûkên xwe tim bi xwe re digerand. Ev taybetmendî li gel me tune bû.

‘MIN BI SAYA HEVAL RIZA KEMAL PÎR NAS KIR’

Xwedî wê kesayetê bû ku xwe di siyaset, dîplomasî, wêje û helbestê de pêş dixist. Ji warê leşkeriyê bigirin heya warên din ên cuda. A rastî pênaseya ‘Mîrzayê PKK’ê’ ji vir tê. Di nava PKK’ê de xwedî şêwejiyan û sekneke cuda bû. Li hemberî Rêbertî jî wisa bû. Li hemberî heval Cûma jî wisa bû. Tevî ku ez bi salan li cem heval Cûma mam jî min rojekê nedît ku li cem heval Cûma cixare vexwar. Tim bi veşartî dikişand. Fermîyeteke wî ya ku xwe dispart rêzdariyê hebû.

Yek ji taybetmendiya heval Riza a balkêş ew bû ku di nava partiyê de ew dişibandin Kemal Pîr. Dema em li Qendîlê, biraziyê Kemal Pîr hatibû. Wî jî bi dûr û dirêj behsa Kemal Pîr û bîranînên wî yên li gel heval Riza kir. Bi qasî saetek û nîvan dengê xwe tomar kir. Ger ew deng di arşîvê de werin peydakirin û weşandin wê gelekî baş be.

Min Kemal Pîr wê demê ji heval Riza baş nas kir. Min fêm kir ku ruhê wan yek bû. Karkirin, jêhatîbûn, çavsorî û çalakîbûna wî. Gelek taybetmendiyên wî yên ku divê ciwan jê dersê bigirin. Beriya niha min nedizanî ku ev qas taybetmendiyên hevpar ên Kemal Pîr û heval Riza hene. Dema ku qala Kemal Pîr dikir, ez pê hesiyam. 

DIVÊ BIBE MALÊ DÎROKÊ

Divê Riza Altûn çawa bê bîranîn û çawa girêdayî bîranîna wî bimînin?

Haydar Varto: Jiyana Hevrê Riza hem romanek e, hem helbest e, felsefe ye, hem jî xebateke siyasî û dîplomatîk e. Em dikarin van rastiyan ji jiyana hevrê Riza hînbibin. Xwedî kesayeteke gelekî dewlemend e. Bi têkoşîna xwe re dewlemendiyeke bîranînan li dû xwe hiştiye. Em bi kurtî niha dikarin wiha bînin ziman. Lê divê em li ser hevalên xwe roman, pirtûk û bîranînên hîn kûrtir binivîsin û bikin malê dîrokê.

‘MIN RIZAYEK KU DIKARE BIGIRÎ DÎTIBÛ’

Raûf Karakoçan: Min şahidi ji demên hestewar a hevrê Riza re kir. Dema ku em li Xinêrê bûn, ferza wî çêbû û derbasî nava hêzên leşkerî. Heta wesayîtê em bi hev re çûn. Dema li wir xatir ji me xwest û me hembêz kir, giriya. Atmosfereke hestewar di nava me hemûyan de ava bû.

Min qet hevrê Riza wiha nedîtibû, nebûm şahidê tiştek bi vî rengî. Dilsoziya wî ya kûr a bi hevalan re, bîranîneke mayinde hişt. Ew ne dûr bû, me yê dîsa hev bidîta, lê ji ber ji hewra ku hîn bûye û hevrêyên xwe qut dibû, hestên kûr dijiya. Wê kêliyê îmaja ku di hişê min de ava kiribû cuda bû, min Rizayek ku dikare bigirî dîtibû.

‘HEMÛ MALBATA XWE TEVLÎ PARTIYÊ KIR’ 

Aliyekî din ê girîng ku divê mînak bê girtin ew e ku heval Riza bi şexsiyeta xwe hemû malbata xwe tevlî partiyê kiriye. Ev tevlîbûn ne bi zorê bû. Ji kadroyên PKK’ê hevalê ku hemû malbata xwe tevlî PKK’ê kiriye û ji bo xizmetê ked daye hevrê Riza ye. Ev yek bi şexsiyeta xwe ava kiriye. Malbat ne bi îqnakirin û ferzkirinê tevlî bû. Ji ber hevrê Riza bêyî teredût xwedî li dozê derdiket û girêdayî bû, tevlî bûn. Bêguman dayika wî jî di nava de ye. 

Dayê Hatîce jineke çawa ye di Dîroka Vejîna PKK’ê de bi awayekî baş tê vegotin. Hevrê Riza li ser malbata xwe xwedî bandorek bi vî rengî bû. Ev taybetmendî di yek ji nava me de nîne. Ev taybetmendiyeke din e ku divê mînak bê girtin. Bi van taybetmendiyên xwe re hevalekî ku di dema pêş de divê di nava têkoşînê de bê parastin e. Em di demeke welê de ne ku pêwîstiya me bi van taybetmendiyên taybet hene.

‘JI BO PÊVAJOYA NÛ WÊ TEVKARÎ KIRIBA’

Xwezî hevrê Riza van rojan dîtiba. Mînak gelek pirtûk dixwend, lê nivîs qet nedinivîsî; di hişê xwe de tomar dikir. Pirtûkek wî ya bi navê Dîroka Gerdûnî Rojhilata Navîn (Evrensel Tarîh: Ortadogu) heye. Ew pirtûkeke ku dîroka tevlîhev a Rojhilata Navîn pir baş vedibêje. Pêşî bi awayekî devikî hatiye vegotin, piştre weke pirtûk hatiye amadekirin.

Di vê pêvajoya fesixkirina PKK’ê de hewcehî bi hevrê Riza hebû. Eger îro jiyabaya, wê tevkariyên mezin ji bo partiyê bikira. Hevrêyekî wiha bû ku wê ji bo siberoja vê têkoşînê zêdetir tevkarî bikira.

‘EM Ê ŞOPDARÊ RÊYA WAN BIN’

Serhat Engîzek: Têkiliya min a bi hevrê Riza re li ser esasê hezkirin û hurmetê bû. Dema ku heval Riza şehîd bû, min hîs kir. Peyvek heye dibêjin mirov ji yekî gelek hez bike, hîs jî dike. Ya min jî bi vî rengî bû. Min çend caran ji Hevrê Haydar (Varto) re got, ‘Hevrê Riza şehîd bûye’. Lê hê rêxistinê ew neragihandibû. Min her tim ji hevrêyên ku dihatin pirs dikir, lê min bersiv negirt. Dema ku bersivek ji min re nehat, min fêm kir ku şehîd bûye.

Hevrêyên mîna Riza di vejîn, zindîkirin û avabûna civakê de xwedî roleke girîng in. Civakeke ku ji nû ve zindî dibe dikare siberoja xwe bi rêxistin bike û hebûna xwe bi bandortir misoger bike. Hemû şehadet zû bûn, lê yê hevrê Riza hîn zûtir bû. Hevrê Riza bi rastî jî kesayetekî vê pêvajoyê bû. Eger di vê pêvajoya nû de hebûya, wê tevkariyên gelekî mezintir bikira. Lihevkirin û tecrubeyeke wî ya wiha hebû.

Bêguman em ê li ser şopa hevrê Riza, hevrê Fûat û hemû şehîdên xwe bimeşin. Heta ku serketin pêk were wê ev dewam bike. Jiyana me têrê dike yan nake. Heta ku em hebin, em ê van hevrêyên xwe ji bîr nekin, nehêlin ew bên jibîrkirin û em ê di rêya wan de bimeşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê Cejna Qurbanê pîroz kir
Nûçeya Pişt re Biryarên di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk gundên Til Temir û Zirganê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir û Zirganê topbaran dikin.

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hunera karê destan kevneşopiyên xwe didomînin

Delal û Nalîn ku xwişkên hev in, tevî temenên xwe yên biçûk bi hunerê karê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îran ji ber nukleerê Ewropayê hişyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate gotin ku Îsraîlê çek daye komeke milîs a Fîlîstînê, komê îdîa red kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Fransa: Em bi biryar in ku Fîlîstînê nas bikin, lê em ê vê bi tenê nekin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?