Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrojhilat (GABB), Civîna Meclîsa xwe ya Awarte ya Sala 2024’an li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Gelek hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî civînê bûn. Ji bo diyarkirina Serokatiya GABB’ê, wekîlên 1’emîn û 2’yemîn ên Meclîsa GABB’ê, Encumenê GABB’ê, endamên Komîsyona Plana Budçeyê û endamên Komîsyona Kontrolê hilbijartin hat kirin.
Biryar hat girtin ku şaredariyên ji endamtiya Yekîtiyê derketine ji lîsteya şaredariyên endam bên derxistin. Dîsa biryar hat dayîn ku şaredariyên ku di meclîsên xwe de biryar dane bibin endamên Yekîtiyê dê wekî endam bên qebûlkirin.
Hevşaredarê Navçeya Rezanê ya Amedê Sîraç Çelîk bi yekdengî ji bo Serokatiya GABB’ê hat bijartin. Ji bo Serokwekîla 1’emîn a Dîwana Meclisa GABB’ê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û ji bo Serokwekîliya 2’yemîn jî Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hatin bijartin. Ji bo endamtiya Encumeniya Yekitiyê jî Neslîhan Şedal, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, hevşaredarê Êlihê Yunus Bagiş, Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan, her wiha Hamît Tutuş, Fuat Mehmetoglû û Alpaslan Karabulut hatin bijartin.
Sîraç Çelîk di dawiya hilbijartinê de axivî û bal kişand ser girîngiya rêveberiyên xwecihî û spasiya endamên Yekîtiyê kir.