Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevseroka PJAK’ê: Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo mafên xwe têbikoşin
Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo mafên xwe têbikoşin

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku gelên Îranê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî' dikarin sîstemeke civakî ya alternatîf ava bikin û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo gelê xwe û mafên xwe têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Piştî ku Îsraîlê şeva 13’ê Hezîranê li Îranê êrîş bir ser hedefên leşkerî û nukleerî yên li Tehran, Kirmaşan, Tebrîz, Kûm, Loristan û Hemedanê, li Rojhilata Navîn metirsiya şer mezin bû. Di encama êrîşan de fermandarên payebilind ên Îranî û zanyar hatin kuştin. Vê yekê hevsengiya navxweyî ya rejîma Îranê jî hejand. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) piştî van bûyeran daxuyaniyeke balkêş da.

PJAK’ê bang li gelên Îranê kir ku rêveberiya xwe û rêxistiniya xwe ya demokratîk pêk bînin. Rêxistinê diyar kir ku li hemberî şer û dîktatoriyê, alternatîfeke din heye û got, “Ya ku azadiyê bîne Îranê têkoşîna demokratîk a gelan e û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”

HILWEŞÎNA REJÎMÊ WÊ LI HERÊMÊ Û CÎHANÊ KAOSEKE MEZIN BI XWE RE BÎNE

Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û anî ziman ku hilweşîna rejîma Îranê wê kaoseke mezin bîne herêmê û cîhanê. Peyman Viyan got, “Bûyerên ku li Iraq, Lîbya û Sûriyeyê qewimîn li Îranê jî bi şêweyekî cuda pêk tên. Ev mijar bi rejîma Îranê ve jî girêdayî ye. Eger rejîm hîn bêhtir li ber xwe bide wê êrîş jî giran bibin. Milên Îranê yên li derve hemû hatin jêkirin û di vê astê de li milên wê yên navxweyî tê xistin. Gelek fermandar û rêveber hatin kuştin. Paradîgmaya Komara Îslamê ji xwe bi nakok e. Mejiyê ‘Farşîsîzm’ (Fars+Şîa) ji xwe nakokiya herî mezin e. Li aliyê din tîma rantxur a li nava rejîmê pêşî li hêzên aqlê selîm digire, siyasetê li gorî berjewendiyên xwe bi rêk û pêk dike. Krîza aboriyê zexteke giran li gel û dewletê dike. Li gel vê yekê ziwatiyeke mezin jî heye. Tenê li bakur û Zagrosan av heye. Li Îsfahan, Şîraz û Kirmanê tirseke mezin a pêla koçberiyê heye. Ev faktor û êrîşên dawî wê bandoreke mezin li gel bike. Hilweşîna rejîma Îranê wê li herêmê û cîhanê kaoseke mezin bi xwe re bîne. Lewma ev mijar bi baldarî tê meşandin. Li aliyê din mijara hêzên dijberê rejîmê bi taybetî jî hêzên Kurd divê bi rengekî cuda û taybet bê nirxandin.”

LI ÎRANÊ KURD CIVAKA HERÎ RÊXISTINBÛYÎ YE

Peyman Viyan destnîşan kir ku gelê Kurd li Îranê beşê herî rêxistinbûyî û baldar e û got, “Kurd li Îranê daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin. Berevajî îdîayên rejîmê ‘cihêkar’ nînin. Niha gelê herî baldar û rêxistinbûyî yê li Îranê Kurd e. Hin hêzan hewl dan berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê em di vê pêvajoyê de gelekî bi baldarî tevgeriyan û me sekna xwe ya zelal nîşan dan. Vê yekê jî nîşan da ku Kurd çawa veguherîn hêza bingehîn a guherîna siyasî û civakî. Rêber Apo zêdeyî 20 sal berê gotibû ‘Kurd ê azad, nasnameya nû ya Rojhilata Navîn e’. Divê rejîm baş zanibe ku Kurd mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Kurd bi paradîgmaya xwe ya azadîparêz hîn bi berfirehî difikire û daxwazên xwe yên bingehîn dikin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê ji bo mafên xwe têbikoşin. Kurd alîgirê rêveberiyeke hevpar in ku formulasyonê nîqaş bikin, ne alîgirê şer e. Di heman demê de parastina xwe dike, xwedî hêza siyasî û rêxistinî ye. Em ê dest ji Kurdîtiya xwe û mafên xwe bernedin. Weke ku Rêber Apo got, ‘Kurdîtî êdî heqîqeteke misogerkirî ye’. Em li ser şopa heqîqetê ne, Kurdîtiya me heqîqeta me ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozturk: Pêşniyara komunê cidî ye
Nûçeya Pişt re 4 rojnamevan hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Birîndara Tişrînê: Me bi stran û dîlanên xwe bersiv da dijmin

Fatma Xelîl ku yek ji birîndarên di êrîşa li ser bendavê de bû, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Gule li hewşa girtîgehê danîn

Li girtîgehên Tirkiyeyê êşkence û zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Til Rifetê 1 jê zarok 2 kes qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encama bombebaranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koordînasyona Jinan a Kobanê daxwaza rakirina dorpêçkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?