Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) piştî zêdebûna êrîşên li ser Rojava veguherî xetereya qirkirinê, banga çalakiyên lezgîn li hemû pêkhateyên xwe kir.
Hevserokê CDK-F’ê Şahîn Polat ev tişt got:
“Weke CDK-F’ê ev banga me ya lezgîn a çalakiyan ji bo hemû meclîs, hevserokên meclîsê û pêkhateyên me ye.
Weke ku hûn jî dizanin di van du hefteyên dawî de gelê me yê Rojava bi êrîşên giran re rû bi rû ye û hemû gelên li herêmê dijîn bi qirkirinê re rû bi rû ne. Piştî Minbicê êrîşên hewayî li ser Miştenûr yanî Kobanê dest pê kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê Kobanê yê duyemîn li her herêma ku lê ne rabin ser piyan û li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ û faşîzma Tirk heta serketinê têbikoşin.”