Heyeta ku ji bo tevlî meşa li dijî darbeya qeyûm a li Êlihê bibe ji Amedê bi rê ket, li pêşiya bajêr hate astengkirin. Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û şaredariyên navçeya jî di nav de heyet li pêşiya bajarê Êlihê li ber Qereqola Sînan ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin.
Leşkerên Tirk ên dagirker destûrê nadin ku hilbijartî derbasî nava bajêr bibin. Li ser vê yekê nûnerên gel ên hilbijartî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.