Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê PYDˊê Salih Muslim ê ku jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşandin.
Peyama bi sernavê “Em sersaxiyê ji gelê Kurd, gelê Rojava û Sûriyeyê re dixwazin” wiha hat gotin: “Me bi xemgîniyeke kûr me agahiya wefata rêzdar Salih Muslim ê ku demek dirêj e ji ber nexweşiyeke giran li Hewlêrê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê dihat dermankirin.
Salih Muslim şoreşgerekî hêja bû ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd terxan kir û li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li Rojava de têkoşiya. Li gel Şoreşa Rojava ji bo jiyana wekhev, azad û bi rûmet a gelê xwe bi fedakriyeke mezin li her derê têkoşiya; di her kêliya jiyana xwe de li kêleka gelê xwe sekinî.
Salih Muslim di jiyana xwe de ku bedeleke pir dijwar da û ji bo jiyana aştiyane, wekhev û azad a gelên herêmê têkoşiya. Tevî êşa windakirina zarokekî xwe jî bi nîşandana kesayetiyek bi rûmet ku qet dev ji gotina ‘aştî û azadî’ berneda, mîrateyek mezin ji me re hişt. Bi helwesta xwe ya exlaqî, bi rûmet û karakterê xwe yê şoreşger şopek mezin li dîrokê hişt.
Em ji ber wefata rêzdar Salih Muslim pir xemgîn in. Em careke din xemgîniya xwe diyar dikin; em sersaxî û duayên xwe bi taybetî ji bo heval û hevjîna wî Eyşe Efendî, gelê Kurd, gelên Rojava û Sûriyeyê pêşkêş dikin.”

