Derbarê Hevşaredara Sêrtê Safya Alagaş de, ji ber karê wê ya rojnamevaniyê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin û di encama vê dozê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştre dagirkerê di bin navê qeyûm de tayînî Şaredariya Sêrtê kirin. Bi vê biryarê re ji bo 8 şaredariyên ku DEM Partî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi dest xistibûn, qeyûm hatin tayînkirin. Bi 2 şaredariyên CHP’ê yên ku qeyûm lê hatin tayînkirin ev hejmar derket 10’an.
Di 13’yê Çileyê de piştî ku qeyûm tayînî Şaredarya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê hat kirin, gel li dijî vê rabû, nerazîbûn nîşan da û her roja Çarşemê çalakiya “nobeta li dijî qeyûm” pêk tîne. Em bi Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê û Endama Desteya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca re hem li ser dagirkerê di bin navê qeyûm de tayînî Sêrtê bûye, hem jî li ser nobeta li dijî qeyûman didome axivîn.
‘EV SÊ SERDEM IN MAFÊ DENGDAYÎN Û HILBIJARTINA GEL TUNE TÊ HESIBANDIN’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, diyar kir ku piştî hilbijartinên xwecihî ew ketine serdema sêyemîn a tayînkirina dagirkerên di bin navê qeyûm de bûne û wiha got, “Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, di 3’yê Hezîranê de li Colemêrgê serdema sêyemîn a tayînkirina qeyûm destpê kir. Bi tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Sêrtê re, hejmara şaredariyên ku hatine desteserkirin bûn 10. Ev sê serdem in hewl didin ku welatî bi mekanîzmayeke derbeyê bi rê ve bibin ku mafê gel yê dengdayîn û hilbijartinê tune tê hesibandin û qanûna dijminatiya gel bi awayekî sîstematîk tê domandin.”
‘GEL ÊDÎ RASTIYA QEYÛM BAŞ DIZAN E’
Perîhan Koca, destnîşan kir ku gel li gorî serdemên berê hê bêhtir li dijî dagirkerê ku di bin navê qeyûm de hatiye tayînkirin derdikeve û got ku 20 roj in gel li ber Şaredariya Akdenîzê çalakiya nobetê dewam dikin. Perîhan Koca, anî ziman ku gel êdî rastiya qeyûmê dagirker baştir dizane û got, “Gel vê rastiyê pir eşkere dizane; Qeyûm ne tenê desteserkirina mafê gel ên ku deng dane, di heman demê de talanek e. Gel dizane ku ev dizî dikin û çavkaniyên gel desteser dikin. Ji ber vê yekê di nava civakê de nerazîbûnên gelekî cidî heye.”
‘PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR HEYE’
Perîhan Koca, da xuyakkirin ku ligel dewletê rewabûna civakê nemaye û wiha domand, “Ji bilî tundiyê tiştek ku dewlet êdî xwe bispêre nemaye. Dizane ku wê têk biçe, bi vê hişmendiyê êrîş dike. Diyare ev pêkanîna qeyûm wê dewam bike. Li aliyek nîqaşên ‘çareseriyê’ ku piştî 1’ê Cotmehê destpê kir heye û li aliyê din politikaya şer, qeyûm, zext di dewrê de ye. Gel li dijî vê bi awayekî xurt nerazîbûna xwe raber dike. Ji ber vê yekê, îro pêwîstiya me bi têkoşîneke hevpar ya li ser bingeha mafê jiyanê heye. Îro li aliyekê rojnamevan tên girtin, li aliyê din parêzer tên girtin. Li hemberî pratîka desthilatdariyê ku bi rastî jî li dijî hemû beşên civakê şer îlan kiriye, li dijî van hemû êrîşan bi taybetî li dijî pêkanîna qeyûm, têkoşîneke hevpar ferz e.”
Perîhan Koca, destnîşan kir ku îro bi hincetên cuda qeyûm tayînê Şaredariya Sêrtê hate kirin, dibe ku sibê li hemberî şaredariyên din jî ev pratîk bidome û wiha axivî, “Eger em xet û eniya hevpar a têkoşînê ava nekin, wê bi temamî mafên me yên jiyanê bên desteserkirin û rejîma Tirk wê statû bi dest bixe. Pêwîst e li dijî wê bibin yek û têkoşînê xurt bikin. Di vê wateyê de çalakiya nobetê ya li dijî qeyûm ku em her Çarşem li ber Şaredariya Akdenîzê li dar dixînin, di rastiyê de yek ji stûnên vê têkoşîna hevpar e. Bi vê boneyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî van nobetan bibin û îradeya xwe biparêzin.”