Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kir ku divê civak bi hemû beşên xwe yên rêxistinkirî re bibin aktorên sereke yên vê pêvajoyê.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em ê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di demeke ku li çaraliyê cîhanê lêçûna çekan gihîştiye lûtkeyê, Îsraîl bi rêbazên herî hovane re li Xezeyê qirkirinê dike û di bin dagirkeriyên nû yên di serî de li herêmên me, ji Ukraynayê heta Sûriye, Lubnanê û li her derê cîhanê şer û gefa şer de pîroz bikin.
Li ser axa ku em lê dijîn derfetek ji bo hevjiyana bi hev re û aştiyane derketiye holê. Her çiqasî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rêya naskirina mafên gerdûnî yên wekî hemwelatîbûna wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê û nenavendîbûnê mimkun be jî, van axan gelek xwîn, gelek wêranî, gelek hêstir, gelek êş dîtine û gelek malan êşa zarokên xwe kişandin.
Di demên dawî de piştî rêxistinê gavên xwe fesixkirin, bi awayekî sembolîk berdana çekan û li ser bingeheke demokratîk xwe ji nû ve avakirin hatin avêtin, li Meclîsa Mezin a Millî ya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd komîsyonek hate avakirin. Dayikên Aştiyê yên ku ji bo civîna pêncemîn a komîsyonê hatibûn vexwendin, destûr nedan ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û hate dîtin ku pirsgirêka Kurd tenê bi naskirina mafên gerdûnî û gavên ber bi demokratîkbûnê ve dikare were çareserkirin.
Desthilat dixwaze ev pêvajoya ku seranserî welat û herêmê eleqedar dike di însiyatîfa xwe de bidomîne. Ev pêvajoya ku ji bo hemû zindiyên li welat û herêmê, daristanan, çiyayan, keviran û çeman jiyanî ye ji bo xwe bikar tîne. Operasyonên der hiqûqî yên li dijî CHP’ê û gefên êrîşê yên li dijî Kurdên Rojava yên Sûriyeyê, astengkirina xwedîderketina civakê ya li daxwaza aştiyê, baweriya bi pêvajoyê re ji holê radike.
Vaye niha em di wê rojê û kêliyê de ne. Dem hatiye ku em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û mezintir bikin. Em di wê kêliya ku daxwaza xwe ya aştiyê, li dijî qetilkirina jinan, îstismarkirina zarokan, xizaniya bêdawî û bê edaletitê dengê xwe bilind bikin de ne.
Ji bo li herêmê û welat aştî û demokrasiyê were avakirin, înîsiyatîf ne di desê desthilatê de ye, di destê civaka ku bi rastî jî hewcedariya wê bi aştî û demokrasiyê heye, hemû beşên civakê yên ku aştî û demokrasiyê dixwazin û hêzên ked, aştî û demokrasiyê de ye. Divê civak bi hemû beşên xwe yên rêxistinkirî, aktorê sereke yên vê pêvajoyê be.
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dema bilindkirina daxwaza nan, edalet, aştî û demokrasiyê ye. Di nava agir de, divê em li seranserî welat dengê aştî û demokrasiyê bilind bikin, xwedî lê derkevin.”