Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî û Wezîrê Edaletê Akin Gurlek re hevdîtin kirin.
Piştî herdu serdanan endamên Heyeta Îmraliyê daxuyaniyek dan.
Pervîn Bûldan diyar kir ku wan 2 hevdîtinên girîng pêk anîn û got: “Wezîrê Edaletê di serdemekê de ku biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) pêk nedihat hat ser wezîfeyê. Bendewariya gel a pêkanîna hiqûqê ji Wezîrê Edaletê heye. Her wiha bendewariya gel ji ber sepana qeyûman ji Wezîrê Karên Hundir heye. Me her du mijar jî ji wezaretan re parve kir û fikir û nêrînên xwe gotin. Hevdîtineke pir erênî bû.”
Mîthat Sancar jî anî ziman ku wan li ser pêvajoyê, hiqûq û demokrasiyê hevdîtin pêk anîne û ev tişt gotin: “Me bendewariyên gel ji wezîr re ragihand. Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e. Ji bo aştiyeke mayinde pêdivî bi edaleteke ku ji bo hemû mirovan derbasdare heye. Wezîrê Edaletê ji bo derxistina qanûnan roleke girîng dilîze. Me ew yek ji Wezîrê Edaletê re got. Her wiha Wezîrê Karên Hundir jî ji bo pêvajoyê girîng e. Me li ser xebatên wan agahî girtin û pêşniyarên xwe vegotin.”
Mîthat Sancar têkildarî pirsa derbarê qeyûman de hatiye kirin jî bi lêv kir ku sepana qeyûman li dijî destûra bingehîn e û dirêjkirina sepanan, vê binpêkirinê zêde dike û anî ziman ku heviya wan ew ê, sepana qeyûman bi dawî bibe.
Pervîn Bûldan jî li ser pirsa amadekirina dema qanûnan da zanîn ku li bendê ye ku qanûn piştî cejnê biçin komîsyona edaletê ji wir were komîsyona giştî. Pervîn Bûldan têkildarî xebatan diyar kir ku bi îhtîmaleke mezin piştî cejnê di komîsyonên edaletê de wê hevdîtinên qanûnan destpê bike.

