Heyeta ji Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan û Ahmet Turk 6’ê Çileyê wê bi Partiya Gelecek, AKP û Partiya Saadetê, 7’ê Çileyê bi Partiya Yenîden Refah û Partiya DEVA re hevdîtinê bike.
Li gorî bernameya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate eşkerekirin, heyet wê 6’ê Çileyê saet di 11:00 de bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re li navenda giştî ya partiyê bicive. Piştre jî saet di 13:30’î de serdana AKP’ê bike. Hevdîtina dawî ya rojê jî wê saet di 15:30’î de li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi Serokê Giştî Mahmût Arikan re bê kirin.
Heyet wê 7’ê Çileyê saet di 13:00 de bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re li navenda giştî ya partiyê civînekê pêk bîne. Heman rojê saet di 15:30’î de bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan re li Navenda Giştî ya Partiya Yenîden Refahê hevdîtinê bike.
DEM Partî wê detayên berfireh ên van serdanên Heyeta Îmraliyê rojên bê bi berfirehî bi raya giştî re parve bike.
Ji DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan 28’ê Kanûna 2024’an bi Rêber Apo re li Îmraliyê hevdîtin kiribûn û piştî vê hevdîtinê dest bi danûstandina bi partiyên siyasî yên li meclîsê kiribûn.