Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrîşa çekdarî ya li dijî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta demkî li Çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê de daxuyaniyek da.
ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HAT TÊKBIRIN
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî hikumeta demkî a Helebê têk bir. Em amade ne li hember her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin.
2 KES BIRÎNDAR BÛN
Bendeke hevbeş a hêzên me û hêzên Ewlekariya Giştî li nêzî Çerxerêya Şîhan a derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrîşê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn.
Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li gel xweragirtinê û xeleka pevçûnê berfireh nebe, da ku ewlehiya sivîlan û herêmên derdorê biparêzin, bersiveke guncaw da.
‘EM Ê LI HEMBERÎ GEFXWARINÊ BÊ DENG NEMÎNIN’
Em diyar dikin ku li hember her êriş an jî gefxwarinê bê deng nemînin, em ê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina endamên xwe û herêmên parastina wan dabîn dikin, bikin.”

