Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, DYE û Îsraîlê êrişî li ser baregehên Pasdarên Şoreşê, li navçeya Serşîwe ya Merîwanê û bi taybet baregeha li gundê Gogce kirin.
Hate diyarkirin ku piştî êrişê Pasdarên Şoreşê hewldan mizgefta gundê Gogce wek veşartgeh bikarbînin û tê de niştecih bibin, lê rastî berteka welatiyan hatin û welatiyan bi yekitiyê hêzên rejîma Îranê ji gund derxistin.
Li gorî heman çavkaniyan di beramber de Pasdarên Şoreşê yên Îranê gundiyan gulebarankirin, lê tevî wê nêzîkî 120 pasdar neçarî çek û teqemeniyên xwe ji gund derxistin.
Heta dema nivîsandina vê nivîsê, gund bi tevahî ji Pasdarên Şoreşê û hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye valakirin.

