Di çarçoveya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, komek dadwer, parêzer, hiqûqnas û xwendevanên beşa hiqûqê, li ber derê Dadgeha Silêmaniyê kombûn û daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Li ser navê hiqûqnasan Tiwana Dilşad daxuyaniyek xwend û hate gotin; “Em weke kesayetên hiqûqnas, baldikêşin ser krîza mirovî û hiqûqî ya li Rojavayê Kurdistanê. Tevî Kurdan di têkoşîna dijî terorê de rolek sereke leyîstin, lê niha rûbiruyî êrişên leşkerî û guherîna demografiyê hatine.
Li gorî peymana Cenevreyê ya sala 1949’an divê sivîl werin parastin, herwiha rê li bikaranîna hêzê ya ji bo derxistina xelkê sivîl ya li ser herêmê hatiye girtin. Herwiha li gorî madeya 1 ya peymana navnetewî, mafê sivîl û siyasî ya sala 1969’an, divê mafê gelên herêmê parastî be.”
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û raya giştî hate kirin deriyek mirovî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê were vekirin.

