Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) Dr. Hisên Ezam li ser zêdebûna zimanê nefretê û gurkirinê ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Ezam got: “Zimanê nefretê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû astan de xerabkar û sîstematîk e, û ji hêla saziyên dijmin ve tê fînansekirin. Em, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikarin bi yekîtî û piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser û QSD`ê re li hember vê rewşê bisekinin. Divê em van tohmet û îdiayan red bikin, û divê em pir berpirsiyar û hişyar bin, û civaka xwe bi giştî li ser van mijaran agahdar bikin.”
Ezam wiha dewam kir: “Ev hişyarî ji bo hemû gelên Sûriyeyê pêwîst e, ne tenê yên li herêmên me. Divê helwesteke yekgirtî ya welatiyên Sûriyeyê li dijî vê gurkirina ku ji bo gelê Sûrî xerîb e hebe. Iiştê ku me di van demên dawî de dibînin ku zimanê nefretê dest pê kiriye û bandorê li piraniya beşên civaka Sûriyeyê bike. Ev yek me neçar dike ku bi hemû herêmên Sûriyeyê re têkilî daynin da ku hişyariyê zêde bikin û yekîtiyê li hember mijarên weha xurt bikin.”
Ezam destnîşan kir ku “tiştê ku li çend herêmên Sûrîyayê, ji peravê heta Cebel El Ereb, û tiştê ku taxa Şêxmeqsûd li Helebê pêk hat, her wiha gefên ku li herêmên me tên kirin, ji me dixwaze ku em li dora Rêveberiya Xweser û QSD`ê bibin yek û bicivin da ku bigihîjin ewlehiyê.”
Ezam wiha lê zêde kir: “Em hêvî dikin ku em nekevin şerê navxweyî, ji ber ku nûkirin û dubarekirina gotinên nefretê dê me vegerîne qonaxên berê. Ji ber vê yekê, divê em dawî li van gurkirin û nefretê û yên ku pêk tînin, bînin.”
Dr. Hisên Ezam axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her Sûriyeyiyekî ku bi nasnameya xwe ya Sûriyeyê serbilind e, berpirsiyariyeke wî heye ku nekeve nav fitneyê û hewldanên çêkirina nakokiyên navxweyî.”

