Şemî, 17 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Fermandarê me yê fedayî Şêxmûs Milazgir şehîd bû
Kurdistan

HPG: Fermandarê me yê fedayî Şêxmûs Milazgir şehîd bû

HPG’ê got: “Endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê, fermandarê fedayî yê Apoyî Şêxmûs Milazgir 18’ê Hezîranê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane şer kir û bi qehremanî şehîd bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Milîtanê kedkar ê Partiya me PKK’ê, endamê Fermandariya Eyaleta Serhedê, fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Şêxmûs Milazgir 18’ê Hezîrana 2024’an li qada Gilîdaxê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi qehremanî şer kir û şehîd bû.”

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Zarokê bi wêrek ê gelê me yê Serhedê hevrê Şêxmûs, li pey şopa lehengên berxwedêr ên dîrokî yên gelê Serhedê Ferzende Beg, Seyîtxanê Kerr, Îhsan Nûrî Paşa, Xalidê Cibrî, Keremê Qolaxasî û Biroyê Heskê Têlîler meşiya. Li hemberî dijmin serî netewand, neheqî qebûl nekir, xwest welatê me azad bike û hesabê gelek komkujiyên ku li dijî gelê me hatine kirin, bipirse; ev yek kir armanca xwe ya bingehîn. Hevrêyê me Şêxmûs, bi kesayeta xwe ya berxwedêr û welatparêz di sala 1992’yan de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Rêber Apo beriya nîv sedsalê li qontara Çiyayê Agiriyê Sefera Kurdistanê da destpêkirin û hevrêyê me Şêxmûs jî şopên ling ên vê seferê şopand. Li her çar aliyên Kurdistanê 32 salan nefes bi nefes, bêyî rawestan bi fedayiyane têkoşiya. Hevrêyê me Şêxmûs di tevahiya têkoşîna xwe ya destanî ya 32 salan de, rû bi rûyê gelek zehmetiyan ma, gelek caran birîndar bû, birçî ma, bi pirsgirêkên rêxistinî yên îdeolojîk re mijûl bû, operasyonên dijmin pûç kir, bi cesareteke mezin tevlî çalakiyan bû, bi samîmî hevrêtî kir, bêyî dudilî xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derket û pêdiviyên têkoşîna me li kuderê ban ew li wir amade bû. Hevrêyê me Şêxmûs bi hevrêtiya xwe ya bi cewher, samîmî û pratîka xwe ya kedkar di kesayeta xwe de fermandariya fedayî ya Apoyî, meziyetên milîtaniya bilind, dîrokeke qasî 32 salan, hêviyên gelê Kurd û siberoja azad bi cih kir. Di şerê herî dawî yê li hemberî dijmin de, li dijî artêşekî bi tena serê xwe çeper girt, bi wêrekî şer kir û bi qehremanî şehîd bû.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“Hevrêyê me Şêxmûs fermandarekî bi wêrek ê Apoyî bû ku li qontara Çiyayê Agiriyê agirê têkoşîna me ya azadiyê gur kir û ala azadiyê bilind kir. Çawa ku lehengên bi wêrek ên gelê me nehatin jibîrkirin û têkoşîna wan hate mezinkirin û heta roja îro hat ku hevrêyê me Şêxmûs li pey şopa lingê van lehengan meşiya, wê meşa lehengane ya destanî ya hevrêyê me Şêxmûs jî bê navber were domandin, armancên wî yên pîroz wê teqez bê gihandina serketinê. Ku hemû jiyana xwe fedayî van armancan kir û canê xwe bêdudilî feda kir.

Bi vê bawerî û biryardariyê em soz didin ku em ê li ser bingehekê rast xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Şêxmûs derbikevin, di serî de malbata wî em ji hemû gelê Serhedê yê serhildêr û gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Şêxmûs Milazgir de, bi vî rengî ne:

Nasnav: Şêxmûs Milazgir
Nav û Paşnav: Yilmaz Oner
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Melek – Haci Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Hezîrana 2024’an / Serhed

Bandora şoreşgerî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ya navdar di destpêka salên 1990’î de weke hemû li Kurdistanê li herêma Serhedê jî di nava gelê me de bû sedema coşeke mezin. Rêber Apo serhildanên gelê Kurd û ev heqîqet bi gotinên; ‘’Vejîn hate temamkirin û niha dora rizgarbûnê ye’’ pênase kir. Piştî vê pêngava şoreşgerî ya ku Rêber Apo li Çiyayê Agiriyê da destpêkirin, bû sedem ku ciwanên Serhedê berê xwe bidin şoreşê û her wiha bû sedem ku li gel gelê me ji bo Tevgera Apoyî hez û eleqeyeke mezin peyda bibe. Gelê me yê Serhedê ku ji Îhsan Nûrî Paşayan heya Ferzende Beg û Biroyê Heskê Têliyan li hemberî polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ji roja avabûnê heya niha tim serî rakiriye, li ber xwe daye û bi vî bayê azadiyê zindî bû û di nava refên têkoşînê de cihê xwe girt. Gelê me yê Serhedê zarokên xwe yên hêja şandin nava refên têkoşînê û bi hişmendiya ku bêyî berdêlan azadî pêk nayê, li dora têkoşîna me kom bû.

 

Hevrêyê me Şêxmûs li bajarê Serhedê li Milazgira Mûşê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû û ji ber ku malbata wî girêdayî nirxên Kurdayetî û karektera civakî ya polîtîk û exlaqî bû girêdayî çand û kevneşopiya Serhedê ya qedîm mezin bû. Hevrêyê me ji çîrokên ku ji malbata xwe bihîstî û ji klamên dengbêjan dersên dîrokî wergirtin û hiş û hestên wî teşe girtin. Hevrêyê me bi van klamên destanî rastiya êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk fêm kir û ji ber vê yekê li hemberî qirkeriya dewleta Tirk di dilê wî de hêrseke mezin peyda bû. Bertek û sekna Tevgera Apoyî ya li hemberî vê polîtîkaya qirkirinê û têkoşîna destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bandoreke mezin li hevrêyê me Şêxmûs dike. Her wiha li Milazgira ku lê dijî jî gelek ciwanan berê xwe dan refên gerîla û vê yekê jî bandoreke mezin li hevrêyê me kir û bû sedem ku lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir bike. Hevrêyê me hê di temenê xwe yê ciwantiyê de ji nêz ve şahidiya zilm û êşkenceya dijmin kir û di wê baweriyê de bû ku divê teqez ji dijminê qirker hesab were pirsîn. Di sala 1992’yan de gerîla li derdora Milazgirê bi bandor bûn û li hemberî dewleta Tirk çalakiyên xurt pêk anîn ku vê yekê hêz û moral da hevrêyê me Şêxmûs. Di heman demê de şehadetên gerîlayan jî ji bo hevrêyê me bûn egera tolhildanê. Girêdayî vê yekê hevrêyê me Şêxmûs di sala 1992’yan de biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe û bi tevlîbûneke xurt li Erziromê nava têkoşînê de cihê xwe girt.

Hevrêyê me Şêxmûs ê ku perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê ji hevrêyên xwe yên li vir wergirt, tevî ku bi awayekî aktîf tevlî jiyanê bû jî, di hin aliyan de zehmetî jiya. Hevrêyê me yê ku zehmetiyên jiya veguherand sedema lêhûrbûn û têkoşînê, bi destek û moralê ku ji hevrêyên xwe yên ji aliyê Rêbertiya me ve hatibûn perwerdekirin girt, van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me yê ku di sala xwe ya duyemîn a gerîlatiyê de bû gerîlayekî ARGK’ê yê xwedî tecrûbe û jêhatî, tevlîbûna têkoşîna azadiyê weke biryara herî rast û pîroz a jiyana xwe nirxand. Hevrêyê me di salên 1993 û 1994’an de ku pratîka şer dijwar bû li herêma Erziromê beşdarî gelek çalakiyên gerîla bû. Di sala 1994’an de di pevçûneke bi dijmin re ji lingê xwe birîndar bû. Lê belê tu carî ev birîn ji xwe re weke asteng nedît û di demeke kin de sax bû û têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me Şêxmûs ê ku bi desteka hevrêyên xwe li ser bingeha analîza Rêbertî hewl da xwe ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş bixîne, tevlîbûna xwe ya hestewariyê veguherand tevlîbûneke zanabûn û li ser vê bingehê di jiyanê de berpirsyarî girt ser milên xwe. Hevrêyê me Şêxmûs ê ku bi tevlîbûna xwe ya xwezayî, sade û durust baweriya hevrêyên xwe yên li qadê bi dest xist, di pêvajoya şer û pevçûnan de pêşengî kir. Piştî ku partiya me PKK sala 1995’an weke sala pêngava gerîla nirxand, hevrêya me bi awayekî çalak berê xwe da karê pratîkî û bi tevlîbûna xwe ya çalak a li vê pêvajoyê re baweriya hevrêyên xwe xurtir kir. Di sala 1996’an de hevrêyê me Şêxmûs li herêma Erziromê di çalakiya li dijî dijmin de cara duyemîn birîndar bû. Bêyî ji sekna xwe ya milîtanî tawîzê bide têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me heta pêvajoya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li herêma Erzîromê bê navber li qadê xebat meşand û bû fermandarekî gerîla yê jêhatî. Hevrêyê me di sala 1999’an de di pêvajoya komployê de mîna hemû hevrêyan û gelê me zehmetî jiya û hewl da pêvajoyê fêhm bike. Hewl dida têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike, weke erka xwe ya herî pîroz a şoreşgerî dît ku bi bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd re dilsoz bimîne û wan zindî bihêle. Hevrêyê me Şêxmûs ê ku piştî banga Rêbertiya me ya vekişîna gerîla ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê tevî komeke biçûk li Bakurê Kurdistanê ma, li vir xebatên girîng ji bo berdewamkirina têkoşînê meşand. Xebata ku hevrêyê me Şêxmûs di vê pêvajoyê de kir, bû bingeha Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an ku wê piştre bi pêş biketa. Hevrêyê me ji bo derbaskirina zor û zehmetiyên ku di pratîkê de dijiya, pêşniyar kir ku di asta akademîk de perwerde bibîne. Pêşniyara hevrêyê me hat qebûlkirin û li ser vê bingehê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeya Dibistana Navendî ya Partiyê bû. Hevrêyê me yê ku li vir bi xwendina parêznameyên Rêbertî re zehmetiyên fikrî derbas kir, ronîbûneke mezin jiya û xwe li qada zîhniyetê ji nû ve ava kir û careke din tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me Şêxmûs ku pratîk û kedkarî weke çalakiyeke bingehîn a jiyanî û wezîfeyeke pîroz dibîne, ji her demê bêhtir girîngî da çalakiyên fikrî û di aliyê îdeolojîk de pêşketinek bi dest xist.

Hevrêyê me ku demeke kurt li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, sala 2002’an derbasî herêma Serhedê bû. Hevrêyê me bi qasî 3 salan li vir ma, di nava xebatên girîng ên weke kûryetiyê de ku ked, hesasiyet, ewlebûn û hevrêtiyeke germ dixwaze cih girt. Di pêvajoya amadekariya Pêngava 1’ê Hezîranê de ji bo gerîla gihandina Bakurê Kurdistanê kedeke mezin da. Piştî serketina wî ya di van xebatan de, hevrêyê me ku bi pêşniyara hevrêyên xwe dîsa derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, vê carê çû Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz û tevlî pêvajoyeke perwerdehiyê ya berfirehtir bû. Hevrêyê me Şêxmûs ê ku di eksena parastina Rêbertiya me ya bi navê Parastina Gelekî de perwerde dît, bi lêhûrbûnên ku di vê pêvajoyê de jiyaye di kesayetiya xwe de guherînên girîng pêk anî û têkoşîna xwe ya heqîqetê kûrtir kiriye.

Hevrêyê me ku di navbera salên 2007-2010’an de carek din li herêma Serhedê xebatên pratîk meşand, ji ber şehadeta fermandarê me yê hêja Sîdar Malazgîrt a li herêma di bin berpirsyariya wî de, gelek bandor bû. Lê belê hevrêyê me di wê ferqê de bû ku dilsoziya bi şehîdan re mezinkirina têkoşîna wan e û li hemberî vê şehadetê jî wisa nêzîk bû. Piştî ku sala 2010’an vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyê me li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû û piştre derbasî herêma Xakurkê bû. Hevrêyê me sala 2011’an li Xakurkê di êrîşa dijmin de birîndar bû, tevî vê yekê di pêşvebirina operasyona şoreşgerî de roleke girîng lîst. Piştî ku erka xwe ya li Xakurkê bi awayekî serketî bi dawî kir, wezîfeyeke mezin girt ser milê xwe û nêzî 4 salan li herêmên cuda yên Kurdistanê xebat meşand. Li vir ji bo pêşxistina pêşxistina şoreşa Kurdistanê û belavbûna wê li hemû deverên ku gelê me lê ye kedek mezin raber kir. Hevrêyê me Şêxmûs bi kesayetiya xwe ya durist, têgihiştî û dilnizm bandor li hemû hevrêyên xwe yên ku pê re xebat meşandî kir, lewma her tim weke fermandarekî Apoyî yê dihat xwestin bû. Piştî erkên xwe yên li vir bi dawî kir, vê carê ji bo berpirsyariyên mezintir bigire ser milên xwe, tevlî perwerdeya li Navenda Şehîd Sakîne Cansiz a PKK’ê bû. Hevrêyê me Şêxmûs ê ku li vir di aliyê manewiyeta PKK’ê de giraniyek jiya, ji bo layiqê vê perwerdeyê bibe, kedeke mezin da. Hevrêyê me ku her kêliya xwe bi lêhûrbûn û pêşxistina çareseriyê ji pirsgirêkên şoreşê re derbas kir, bû xwedî derfet ku kesayetiya xwe ya milîtanî û pîvanên fermandariyê kûr bike. Hevrêyê me bi perwerdehiya ku standî û lêhûrbûnên ku jiyayî re, bi fikra ku milîtanekî Apoyî divê bi şêwaza fedaî ji hemû erkên şoreşgerî re amade be, xwe amade kir û bi coşek mezin xwedî li erkên serdemê derket. Hevrêyê me Şêxmûs ku heta sala 2019’an di gelek qadên cuda de tevlî xebatên şoreşê bû, di vê pêvajoyê de bi hemû hebûna xwe, tevlî xebatên şoreşê bû. Hevrêyê me ji bo parastina destketiyên ku partiya me ev nêzî 50 sal in bi berdêlên mezin avakiriye gelek ked daye, li gel fermandariya xwe ya afirîner, bi jiyana xwe ya mutewazî, kesayeta bi coş û hevrêtiya xwe ya ji dil di dilê hemû hevrêyên xwe û gelê me de cih girt.

Hevrêyê me Şêxmûs li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku li dijî gelê me û tevgera me êrîşên tinekirinê li her qadê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, dixwest têkoşînê mezin bike û berê xwe da herêma Serhedê ku lê ji dayik bû, mezin bû û bi salan gerîlatî lê kir. Hevrêyê me Şêxmûs ku weke endamekî fermandariya eyaletê li Serhedê bi erka xwe rabû, ji bo wezîfeya dîrokî bi cih bîne, bi dilsoziyeke mezin têkoşiya. Tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn jî, bi kelecanek mezin li hemberî her cure zehmetiyan li ber xwe da û li Çiyayê Agirî ala Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi rûmet li ba kir. Bi têkoşîna xwe ya gerîlatiyê re ji bo gelê Serhedê bû çavkaniyeke mezin a bawerî, moral û hêviyê. Hevrêyê me xwedi îdîa û biryardarî bû taktîka gerîlatiya serdema nû ji qada Serhedê heta tevahiya Bakurê Kurdistanê belav bike. Bû xwedî ked û hewldaneke mezin a ji bo bicihanîna vê armancê û di şert û mercên herî zehmet de bi bawerî û biryardariyeke mezin wezîfeyên xwe yên fermandariyê bi cih anî.

Hevrêyê me Şêxmûs di 18’ê Hezîrana 2024’an de di şerê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Agirî heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û bi lehengî şehîd bû, meha fedaiyan Hezîran hîn bêhtir bi wate kir. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya derwêşane di dilê hevrêyên me û gelê me de şopên ku nayên jibîr kirin hişt. Em dizanin ku dilsoziya bi bîranîna hevrêyê me Şêxmûs re, mezinkirina têkoşîna wî, dewamkirina meşa azadiyê û tacîdarkirina wê bi serketinê re wezîfeya herî bingehîn a hevrêtiyê ye û li ser vê bingehê em careke din soza xurtkirina têkoşînê didin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Em xwedî wê hêzê ne ku bi gelê xwe re ji bin her felaketan rabin
Nûçeya Pişt re Heyva Sor a Kurdistanê bang kir: Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Santiagoyê jinan çalakiya azadî ji bo Rêber Apo lidar xist

Li paytexta Şîlî Santiagoyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û Komîteya Piştevaniyê çalakiyek hate lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar 22 roj in ji bo edaletê li Meclîsê li ber xwe dide

Emîne Şenyaşar a hevser û kurên wê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê bi awayekî…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD û TEV-DEM’ê qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê bi bîr anîn

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di salvegera 21'emîn de qurbaniyên Komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?