Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG: Hevrêya me Delal Zanyar şehîd bû -NÛ BÛ
Kurdistan

HPG: Hevrêya me Delal Zanyar şehîd bû -NÛ BÛ

HPG'ê diyar kir ku gerîla Delal Zanyar 23'ê Adarê şehîd bû û got, "Bi sekna xwe ya dilnizm, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Delal Zanyar di 23’ê Adara 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

 

Hevrêya me delal weke şopdara Delal Amedan li Qendîlê xwe gihand çiyayên azad, li her qada ku lê ma û her wezîfeya ku kir, bû hêv û moral ji derdorê re. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir, bi sekna xwe ya dilnizmî, bi pisporiya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk bû milîtaneke xurt. Her tim di nava lêgerîna azadiyê de bû, sînorên ku jê re hatibûn diyarkirin qebûl nekir û bi biryardarî xwe li aliyê azadiyê danî.

Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêya me Delal ji me re hişt, di şexsê wê de bi têgihiştina ku hêjayî şehîdên xwe hemûyan bibin em ê bi ser bixînin. Di serî de ji malbata hêja ya hevrêya me Delal em sersaxiyê ji tevahiya xelkê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Delal Zanyar bi vî rengî ne:

Nasnav: Delal Zanyar
Nav paşnav: Çîmen Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zînet-Şakîr
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Delal li Amedê ku bi hezaran fedaî tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û çanda berxwedanê lê timî zindî ye, ji dayik bû. Ji ber ku derdora wê welatparêz bû, tevgera azadiyê zû nas kir. Dilsoziya malbata wê ya bi nirxên Kurdistanî û welatparêziya wan bû sedem ku hîn di zarokatiyê de berê xwe bide lêgerînan. Di temenê dibistanê de ev lêgerînên xwe kûr kir û sempatiya wê ya ji bo partiya me PKK zêde bû. Di vê demê de rastiya dijmin hîn bêhtir fêhm kir û tevlî nava karên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Dema ku li zanîngehê dixwend, hîn bi çalak tevî karên ciwanan bû û xwest têkoşîna xwe hîn mezin bike. Di vê demê de bi xwendin û kûrbûna xwe karakterê qirker ê delweta Tirk hîn baştir fêhm kir û xwest bi berpirsyariyên hîn mezin rabe. Hevrêya me her tim li jiyana sexte ya ku sîstemê pêşkêşî jinê dikir dipirsiya, jiyana modernîteya kapîtalîst red dikir û kete nava lêgerîna li jiyana şoreşgerî. Bi taybetî xwest bersivê bide wê zilmê ku di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de hate kirin. Berxwedana Sûrê ya bi pêşengiya fermandar Çiyager Hêvî pêk hat û hevrê Şehîd Têkoşîn a ku li gel du zarokên xwe ji bo jiyana zarokên Kurd a li welatekî azad ji Mersînê derbasî Cizîra Botan bû, tevlî berxwedanê bû û bi lehengî şehîd ket, gelekî bandor lê kir. Hevrêya me Delal tevî ku zewicî bû û dayika zarokekê bû, xwest tevlî nava jiyana şoreşgerî bibe. Hevrêya me Delal baweriya xwe bi wê yekê anî ku dayikbûna wê li pêşiya tevlîbûna wê ya li nava şoreşê ne asteng e û li dijî siyaseta înkar û qirkirinê ya ku li gelê me tê ferzkirin bêdeng nema, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêya me Delal ku xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê, bi dilsoziyeke mezin bi çiyê ve hate girêdan ku weke cihê pêkanîna xewn û xeyalên xwe didît. Li herêma Qendîlê di perwedeya şervanên nû de ji têkiliyên hevrêtiyê yên nava PKK’ê û pêşengiya hevrêyên jin a li nava jiyanê gelekî bi bandor bû. Bi perwedeya îdeolojîk û leşkerî xwe jinûve afirand, bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Lêpirsîn û kûrbûnên wê yên mezin di jiyana şoreşgerî de ji bo wê her tim bû ronahî ku rê nîşan da. Tiştên ku di perewedeyê de hîn bû ji bo bixe meriyetê her tim xwe ji qadên herî zehmet re amade kir, bi vî rengî timî pêşniyar kir. Ji bo hêjayî keda Rêber Apo bibe ya ku ji bo afirandina jin a azad ked û têkoşîneke mezin da, hevrêya me her kêliya xwe bi şoreşê derbas kir, rastiya jinê ya li nava sîstema kapîtalîst hîn baş fêhm kir û têgihişt. Hevrêya me Delal xwest ji her alî ve xwe bi pêş ve bibe, li her cihê ku lê ma û di her kêliyê de bilindahiya PKK’ê û mijarên jin a azad nîqaş kir. Hevrêya me li hemberî pêvajoya şerê giran bêdeng nema û weke gerîlayeke YJA Starê xwest erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Hevrêya me anî ziman ku ev yek jî tenê bi çûyîna herêmên şerê giran dibe, ji bo karibe xwe ji aliyê leşkerî ve hîn bêhtir şareza bike tevlî perwerdeyên leşkerî bû. Di demekê de ku weke tevger em di pêvajoya şerekî giran de ne, li Akademiya Şehîd Mahîr perwerdeya xwe bi serketî qedand. Bi daxwaza xwe ya li ser pisporî û dîsîplîna leşkerî ya li perwerdeyê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Ji ber şarezabûna xwe ya di perwerdeya leşkerî de bi rola perwerdekirina hevrêyên xwe rabû.

Hevrêya me piştî ku ev wezîfe bi serketî bi cih anî derbasî herêma Heftanînê bû û tevlî berxwedana li wê derê bû. Li Heftanînê beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, hêrsa di dilê xwe de ya li dijî dijmin veguheran çalakiyê û bi vî rengî kêfxweş bû. Hevrêya me tecrûbeya xwe ya li qada şer bi jiyanê re kir yek û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Bi vê taybetmendiya xwe li nava hevrêyên xwe bû mîlitaneke hezkirî û cihê hurmetê. Hevrêya me Delal xwest xwe li ser xeta azadiya jinê bi pêş ve bibe, li ser tespît û nirxandinên Reber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwe kûr kir.

Piştî herêma Heftanînê derbasî Garê bû, li vê derê jî bi heman tempoyê têkoşîna xwe dewam kir. Tevlî gelek karên cuda bû, bi taybetî di çêkirina tunelên şer de kedeke mezin da. Hevrêya me bi her awayî baweriya xwe bi taktîka gerîla ya serdema nû anî, ev baweriya xwe xist pratîkê û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Delal 23’ê Adara 2024’an li herêma Garê dema ku bi erka xwe radibû şehîd bû. Weke hevrêyên wê em ê di têkoşîna xwe de xwedî il bîranîna hevrêya xwe Delal derkevin, di şexsê zaroka wê ya hêja Zanyar de ku di oxira welêt û azadiyê de nekarî dayiktiyê jê re bike, em soz didin ku paşerojeke azad ji bo hemû zarokên Kurd biafirînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê du wesayitên ‘faşîstan’ şewitandin
Nûçeya Pişt re Îran: Hemû êriş gihîştin armanca xwe, Îsraîl: Ji sedî 99 hatin têkbirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD: Konferans berxwedana ruhê kolektîf raxist ber çavan

MSD'ê "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava" pîroz kir û daxuyand ku konferans gaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Mehdî Zana hate veşartin

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Nîjeryayê êrişa li ser mizgeftê: 5 kes mirin

Li Nîjeryayê li paytexta eyaleta Borno Maiduguriyê, di dema nimêjê de teqînek li Mizgefta Al…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

17 ciwanên ku di xwepêşandanên Kobanê de hatibûn girtin, hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Şehîd Sîpan û şehîdên Kobanê meşeke meşalayî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ: Îdiayên ku kuştina sê sivîlan dixin stûyê me, bêbingeh in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?