Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Serhed Aras Varto ku zivistana 2020’î li herêma Kato Jîrka li Qada Botanê nexweş ket, li gel hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û di 26’ê Adara 2021’ê de şehîd bû. Em fermandarê xwe yê fedaî yê Apoyî hevrê Serhed bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wî ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad teqez pêk bînin.
Dîroka gelê me ku bi sedan salan berjêr bûbû, ev rêveçûn bi rabûna Rêber Apo hate rawestandin û bi têkoşîna azadiyê re ji sifirê gelekî nû û rastiya mirovahiyê hate afirandin. Ji kesayetiya Kurd a ku di her demên dîrokê de hate bindestkirin, talankirin, bê war hate hiştin, li welatê xwe hewcedarî pariyek nan hate hiştin, koletî qebûl kir û bi dilxwazî xizmet ji efendiyên xwe re dikir, kesayetiyeke Kurd a fedaî hate afirandin ku xaka mirî ya bi sedan salan ji xwe xwe avêt, rabû ser piyan, di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bi lehengî şer kir, bi dil, mejî û hişmendiya xwe, xwe ji azadiya gelê xwe re feda kir.
Yek ji van kesayetiya Kurd a nû ya bi pîvanên azadiyê yên Apoyî hate afirandin, hevrêyê me Serhed mînakeke bijarte bû û di şexsê xwe de berxwedana dîroka nêz a gelê me temsîl kir. Jiyana hevrêyê me Serhed dîroka Kurdan e ku li hemberî zexta dijmin, hewldanên bêparhiştina ji jiyana azad û pêlîstina bi rûmetê, bi berxwedana xwe careke din cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Jiyana hevrêyê me Serhed di heman demê de nîşaneya hesreta bi welêt, dilsoziya bi cewhera xwe û têkoşîna di vê oxirê de ye. Di demekê de ku bi deh hezaran mirov ji bo jiyaneke rehet ji warê pîroz Kurdistanê direviyan, wî bi eşqa welêt a di dilê xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Serhed ku fedaîtî zû nas kir, lêgerîna xwe ya li jiyana bi wate li ser serê çiyayên Botanê da destpêkirin, li geliyên bihuştî yên Gabarê dewam kir. Li gel bi hezaran dilên evîndar ên mîna xwe di rêwîtiya heqîqetê de gelek hevrêyên nû ji xwe re dît. Hevrêyê me Serhed ku bi her hevrêyên xwe yên ji dest dayî parçeyek ji dilê xwe jî ji dest da, barê wan hilgirt û rêwîtiya heqîqetê dewam kir. Ti carî nefikirî ku bisekine, bêhnê vede. Tenê li wê yekê fikirî bê çawa dikare hîn bêhtir bi kêrî gelê me bê. Ji ber vê yekê li gelek qadên têkoşînê xwe şareza kir, bû şoreşgerek û fedaiyekî Apoyî ku xwe fedaî gelê xwe kir. Taybetmendiyên esasî yên milîtaniya Apoyî; durustî, samîmiyet, sadebûn, kedkarî û jêhatîbûn di kesayetiya xwe de şênber kir û bi rengê derwêşane jiyana xwe dewam kir. Hevrêyê me Serhed ku di jiyana xwe de fedaî bû, ev taybetmendiya xwe heta dawiyê parast û di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cih girt. Hevrêyê me li pêşiya têkoşînê ti astengî qebûl nekir, bi vê taybetmendiya xwe fermandareiyeke şareza ya bi rêbaz û tempoya Apoyî kir. Heta ku şehîd bikeve ev sekna xwe parast, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsand.
Hevrêyê me Serhed bi ked û fedakariyên mezin têkoşîna me mezin kir û em soz didin ku di şexsê wî de hêjayî bîranîna hemû şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Serhed em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Serhed Aras Varto yê şehîd bûye, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Serhed Aras Varto |
Xelkê me yê Serhedê ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng da têkoşîna me, bi welatparêziya xwe ya kûr di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her tim bû xwedî roleke çalak. Xelkê me yê Serhedê ku di dîroka xwe de xwedî berxwedanên destanî ye, li gel hemû êrîşên qirker ên dijmin ti carî tawîz ji sekna xwe ya serhildêr neda û di dilxwaziya xwe ya azadiyê de israr kir. Ji ber vê yekê jî timî bû hedefa delweta Tirk a dagirker. Xelkê me yê Serhedê ji bo parastina rûmeta xwe, treikandina warê xwe Kurdistanê ku hinceta hebûna xwe ye û rêwîtiya ber bi koçberiyê jî da ber çavên xwe. Malbata hevrêyê me Serhed yek ji hezaran malbatên me ye ku neçar ma koçî Elmanyayê bike û li cihê ku çû, rûmeta xwe parast. Lê belê hesreta welêt di her kêliyê de parast û zindî hişt.
Hevrêyê me Serhed li nava malbateke bi vî rengî dilsozê koka xwe, li Elmanyayê ji dayik bû. Ji ber ku malbat xwedî kevneşopiyeke welatparêziyê ya xurt e, hevrêyê me Serhed bi kevneşopî û çanda Kurdîtiyê mezin dibe û di tevahiya jiyana xwe de dilsozê nirxên xwe dimîne. Di demekê de ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo li nava gelê me yê li Ewropayê şîn bû, hevrêyê me Tevgera Apoyî nas kir û di vê demê de bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên milîtanên Apoyî hewl da hesreta xwe ya ji bo welêt derbas bike. Hevrêyê me ku li Ewropayê 12 salan xwend, li vê derê zû pê hesiya ku jiyana kapîtalîst dixwaze wî bixe nava çerxên xwe. Hevrêyê me ev yek li hemberî xwe weke gefeke hebûnê dît û hîn bêhtir xwe li nirxên xwe girt. Hevrêyê me Serhed her roj hîn bêhtir li jiyanê pirsî, dest bi lêgerîna li bersivên ji bo nakokiyên xwe kir. Hevrêyê me her tim hîs kir ku aliyekî wî kêm maye; têgihişt ku sedema vê jî qutbûna ji Kurdistanê û koka xwe ye. Ji ber vê yekê jî berxwedana destanî ya li Kurdistanê ku bi pêşengiya gerîla dihate meşandin, kêlî bi kêlî şopand û hewl da vê kêmasiyê ji holê rake. Di demekê de ku zilma dewleta Tirk li her devera Bakurê Kurdistanê belav bûbû, bi hezaran gund hatin şewitandin, mirov bi rengekî nediyar dihatin kuştin, ji aliyê wijdanî ve dest bi lêpirsînê kir. Hevrêyê me qebûl nekir ku li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne û biryar da ku beşdarî hin karên siyasî bibe. Ji bo hovîtiya dewleta Tirk a li Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne kete nava hewldaneke mezin. Xwe ji ti karî neda alî, di demeke kurt de li qada ku lê dima bi ked û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî bandor li derdora xwe kir. Hevrêyê me her roj hîn bêhtir derfet didît ku tevgera me nas bike û bi xurtî li jiyana xwe pirsî. Lewma jî tevlîbûna xwe ya heyî têrker nedît. Piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, tevlî çalakiyên girseyî yên li Ewropayê bû. Gelê me ku dîlgirtina Rêberê me qebûl nekir û ev yek jî bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ji tevahiya cîhanê re ragihand, têkoşiya û hevrêyê me jî hêzeke mezin ji vê têkoşînê wergirt. Vî ruhê têkoşînê bandoreke mezin li wî kir. Hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku bersiva herî xurt a ji hêzên komploger û dewleta Tirk re bê dayin, tevlîbûna bi rengekî çalak li nava karên şoreşgerî ye.
Hevrêyê me di vê demê de li welatên cuda yên Ewropayê ma, di gelek mijaran de xwe perwerde kir û derfet dît ku xwe bi pêş ve bibe. Wê demê li gel fermandarê me yê nemir hevrêyê me Erdal-Engîn Sîncer li Ewropayê karê dîplomasiyê meşand. Hevrêyê me Serhed li vê qadê jî tecrûbeyeke gelekî mezin bi dest xist. Bi durustî û dilnizmiya xwe kir ku gelek kesên ji neteweyên cuda têkoşîna me nas bikin û bibin dostê gelê me. Lê belê hesreta di dilê wî de mezin bû û bi israr xwest berê xwe bide welêt û beşdarî nava refên gerîla bibe. Li gel ku dîplomatekî serketî bû, bi israra xwe hevrêyên xwe qanih kir û bi vî rengî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhed hemû derfetên madî yên sîstemê danî aliyekî, biryar da ku bibe neferekî têkoşîna azadiyê û di sala 2003’an de xwe gihand çiyayên Kurdistanê, li herêma Qendîlê beşdarî perwerdeya destpêkê bû. Di vê demê de ku weke tevger em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibûn dil û mejiyê xwe bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz, hezkirina mezin a ji welatê me Kurdistanê û baweriya bi azadiya gelê me, xwedî kir. Hevrêyê me Serhed bû neferekî şareza yê xeta Apoyî û bi vî rengî xwe ji her cûre meylên tasfiyekar parast. Li hemberî dewleta Tirk ku li gel hemû bangên Rêberê me bi konsepta îmhakirina gerîla bersiv da, hevrêyê me Serhed xwest beşdarî Pêngava 1’ê Hezîranê ya tevgera me bibe. Ji bo karibe li qada leşkerî bibe xwedî tecrûbe, giraniya xwe da ser vê qadê. Hevrêyê me di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû û li qadên ku bi salan bi hesreta wê bû cihê xwe girt, weke lehiyeke kelecanê bi bawerî û coşeke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me ku ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve xwedî tecrûbe bû, li qada leşkerî jî her roj hîn bêhtir şareza bû. Hevrêyê me Serhed hemû detayên hunera şer a gerîla pejirand, xist meriyetê û xwe ji bo qadên ji têkoşîna herî zehmet re amade kir.
Piştî pratîka sê salan a li herêma Qendîlê di sala 2006’an de li gel yek ji fermandarên me yên efsanewî şehîd Adil Bilikî-Ramazan Aybî derbasî herêma Botanê bû û xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar kir. Li ser vê bingehê derbasî qada Gabarê bû ku ji bo her gerîlayên azadiyê qadeke pîroz e û bi şertên xwe yên giran tê naskirin. Hevrêyê me Serhed li Gabarê da ser şopa fermandar Egîd û li vir bi rengekî çalak tevlî bû. Beşdarî gelek çalakiyên serketî bû û di demeke kurt de di şer de şareza bû, gihîşt wê astê ku bi berpirsyariyê rabe. Bi girîngiya Botanê ya ji bo gerîla zanîbû û her tim hewl da derbê li dijmin bixe. Li qada şerê herî giran têkoşiya û bi vî rengî bû fermandarekî gerîla yê şareza. Şehadeta hevrêyê me Adil Bilikî ku bi hestên mezin ên hevrêtiyê dilsozê wî bû, veguherand hinceta tolhildana mezin û tevlîbûna xwe mezin kir. Hevrêyê me ku bi salan dûrî Kurdistanê bû û bi hesreta welêt xwe bû, li her rêya ku jê derbas dibû, li serê her kaniyê hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr anî. Ji bo mezinkirina têkoşîna hevrêyên xwe, ku armanca wan welatekî azad bû, xwe kûr kir. Şeş salan li Botanê pratîkeke serketî meşand û di pêvajoya şerê giran de ji bo kêmasiyên rû didan çaresre bike û xwe di felsefeya Rêber Apo de jinûve ava bike derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li akademiyê beşdarî perwerdeyê bû. Li perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz kete nava kûrbûnên mezin û ji bo karibe hîn bi çalak beşdarî Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe, hewl da vê perwerdeyê bike zemîna pêngaveke xurt. Parêznameyên Rêbertî û materyalên partiyê yên ku dixwend, nîqaş kir, parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Serhed weke fermandarekî Apoyî yê ji aliyê îdeolojîk ve xurt û serketî perwerdeya xwe temam kir.
Hevrêyê me Serhed careke din xwest derbasî Botanê bibe û bi kesayetiya xwe ya durust, hevrêtiya xwe ya samîmî, jiyana xwe ya derwêşane û dilnizm beşdarî karên stratejîk ên tevgera me bû. Ji ber tecrûbeyên xwe yên li qada dîplomasiyê demekê li Ewropayê kar kir, bi israra careke din vegeriya welêt û xwest beşdarî karên HPG’ê bibe. Li ser vê bingehê piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin, careke din xwe gihand çiyayên Kurdistanê ku xwe lê azad didît û careke din beşdarî karên stratejîk bû. Hevrêyê me baweriya tevgera me û hevrêyan a ji wî ti carî vala dernexist, her tim hewl da têkoşînê mezin bike, nirxan zêde bike. Hevrêyê me zanîbû ku her nirxek bi xwîn û lehengiya hevrêyên me yên şehîd bi berdêlên giran hatine bidestxistin û ji bo parastina van nirxan bi milîtanî têkoşiya.
Dema ku dewleta Tirk di 24’ê Tîrmeha de 2015’an li dijî gelê me û Tevgera me konsepta tunekirina topyekûn xist dewrê û êrîş kir, hevrêyê me Serhed jî dubare xwest derbasî Botanê bibe. Her çend hin nexweşiyên kronîk yên hevrêyê me Serhed hebûn jî ev yek li pêşiya xwe weke astengî nedîtin. Hevrêyê me yê ku tevî hemû israrên hevrêyên xwe jî dev ji armanca xwe berneda, kelecana hevdîtina bi bîranînên Şehîd Adil Gulbahar û gelek hevrêyên xwe yên din re ku bi wan re têkoşiyabû û şahidiya şehadeta wan kiribû, jiya. Bi israr û biryardariyeke mezin di sala 2016’an de weke endamekî fermandariya herêmî ya Gabarê ji bo ku erka xwe bigire, dubare derbasî Gabarê bû. Piştî demeke dirêj careke din hat vê erdnigariya pîroz ku gelekî jê hez dikir û dilsozê wê bû. Hevrêyê me yê ku xwediyê vê pratîka serkeftî, heya sala 2019’an li vir ma. Li hemberî hemû êrîşên dijmin û şert û mercên dijwar ên gerîlatiya Bakur bi îradeya milîtaniya Apoyî li ber xwe da. Ji ber hewcehiyan piştî Gabarê derbasî herêma Kato Jîrka bû û li vir erkê fermandariya herêmê girt ser milên xwe. Hevrêyê me Serhed, heman tempoya xwe ya têkoşînê bi biryardariyeke mezin li vir jî da berwamkirin. Girêdayî zêdebûna nexweşiyên hevrêyê me Serhed yên fîzîkî ji aliyê hevrêyên wî ve bi israr hate pêşniyarkirin ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Lê belê hevrêyê me Serhed tu caran qebûl nekir ku ji xakên Botanê yên pîroz veqete. Hevrêyê me Serhed ê ku nedixwest bi dehan hevrêyên xwe yên li vir şehîd bûne li pey xwe bihêle, tevî nexweşiyên xwe jî bi fedaiyane têkoşiya. Tevî êrîşên dijmin yên zêde jî bi fedekariyeke mezin erkên Partiya me girtin ser milên xwe. Di dema kampa zivistanê de nexweşiyên kronîk ên hevrêyê me Serhed veguherîn nexweşiyên cidî. Tevî hemû hewldan û mudaxeleyên hevrêyên li ba wî jî hevrêyê me Serhed di 26’ê Adara 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrêyê me Serhed ê ku ji Ewropayê heya çiyayan, ji herêmên Parastinê yên Medyayê heya Botanê bû xwediyê têkoşîneke bênavber, bi saya şiyanên xwe yên fermandariyê, sekna xwe ya li ser xeta Apoyî, hevrêtiya xwe kûr û tevlîbûna xwe ya li ser xeta fedaîbûnê ji me re mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr hişt. Em diyar dikin ku kesayeta hevrêyê me Serhed ya bihêz û wateya ku li jiyanê zêde kiriye wê tim di nava têkoşîna me de zindî bin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û ji wan re layîq bibin.”