Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kir:
“Em hevrêyên xwe Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager ên ku li Bakurê Kurdistanê di xeta fedaîbûnê de têdikoşiyan û li cih û demên cuda şehîd bûn, bi hurmetî bibîr tînin.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên tinekirinê yê artêşa Tirk a mêtinger her bihosteke axa Kurdistanê veguherand navenda berxwedanê û xeta milîtaniyê ya Apoyî gihand lûtkeyê. Hevrêyên me Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager ku mîrateya têkoşîna efsanewî ya bi Fermandar Egîd re li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, bi berxwedana xwe îsbat kirin ku ew qehremanên layiq ên şehîdên me yên nemir û gelên bindest in. Hevrêyên me yên ku her kêliya jiyana xwe bê teredût fedayê siberoja azad a gelê Kurd kirin, li Bakurê Kurdistanê bûn navê berxwedan û serketinê.
Hevrêyên me yên fedaî ku li hember teknîka bêsînor û bi hezaran êrîşên dagirkeran sîngên xwe kirin mertal û gelê me parastin, derbên giran li mêtingeran xistin û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku têkoşîna me teqez wê bi serketinê tacîdar bibe. Hevrêyên me Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager ku gelek caran bi jiyan û berxwedana xwe propagandaya şerê taybet a mêtingeran têk birin, bi hilgirtina meşaleya berxwedanê ji Botan heta Amedê û ji Sehed heta Garzanê bûn çavkaniya serbilindiyê ji gelê me re. Hevrêyên me yên ku di berxwedanên efsanewî yên li Bakurê Kurdistanê de mohra xwe li dîrokê xistin, bi temsîlkirina îradeya gelê me ku jiyaneke bi rûmet wekî yekane vebijarkê dibîne, bûn bingeha siberoja me ya azad.
Hevrêyên me Delîl Rojhilat, Karwan Şelûl, Kawa Serhed, Gabar Êlih, Baran Gabar, Andok Êrîş û Egîd Çiyager, ku ji nava dilê gelê me derketin û di xeta fedaîbûnê ya PKK’ê de mezin bûn, wekî nûnerên berbiçav ên kevneşopiya qehreman bûn pêşengên têkoşîna serketinê. Li ser vê bingehê, em ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza serketinê dubare dikin.
Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Delîl Rojhilat Nav Paşnav: Şerzat Muhammedpur Cihê Jidayikbûnê: Serdeşt Dayik-Bav: Mahsume-Muhammed Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/Botan |
|
Nasnav: Karwan Şelûl Nav Paşnav: Enver Çelîk Cihê Jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Hasret-Nusret Dem û Cihê Şehadetê: 6 Kanûna Pêşîn 2016/Amed |
|
Nasnav: Kawa Serhed Nav Paşnav: Sezer İşik Cihê Jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Aynûr-Mehmet Dem û Cihê Şehadetê: 11 Îlon 2019/ Serhed |
|
Nasnav: Gabar Êlih Nav Paşnav: Îbrahîm Tuncay Cihê Jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Lalîhan- Memnuh Dem û Cihê Şehadetê: 26 Îlon 2021/ Besta |
|
Nasnav: Baran Gabar Nav Paşnav: Zekeriya Akîpa Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Lezzet- Ahmet Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/ Botan |
|
Nasnav: Andok Êrîş Nav Paşnav: Şahîn Omer Cihê Jidayikbûnê: Amûdê Dayik-Bav: Dure- Abdulrezak Dem û Cihê Şehadetê: Cotmeh 2021/ Botan |
|
Nasnav: Egîd Çiyager Nav Paşnav: Abdullhadî Atmeca Cihê Jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Ferîde- Husamettîn Dem û Cihê Şehadetê: 3 Hezîran 2021/Garzan |
DELÎL ROJHILAT
Hevrê Delîl Rojhilat, li gundekî girêdayî bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di hawîrdorek welatparêz de ku li hember asîmîlasyonê li ber xwe dida û ziman û çanda xwe diparast, mezin bû. Kevneşopiya berxwedan û welatparêziyê ya gelê me yê Rojhilat cîhana fikrî û hestî ya hevrêyê me Delîl teşe kir û hişt ku weke ciwaneke Kurd di ferqa welatparêziya xwe de mezin bibe. Hevrê Delîl li gundekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, di hawîrdorek ku nirxên demokratîk û komunal lê serdest bûn de, mezin bû. Kesayetiya wî di vê hawîrdorê de şikil girt. Ciwanekî kedkar û jîr bû, 11 salan li dibistanên Îranê xwend û jêhatiyên xwe di elektronîkê de pêş xist. Piştî ku bavê wî jiyana xwe ji dest da, di temenê xwe yê ciwan de berpirsiyariyên malbatê girt ser milên xwe û hem wekî karker xebitî û hem jî dixwend. Hevrê Delîl, neçar ma ku di nav sînorên ku bi Peymana Qesrî Şirîn hatine parçekirin de wekî kolber kar bike. Dema ku vî karê zehmet dikir, êşa parçebûna welatê me bi kûrahî hîs kir. Ev trajediyeke dîrokî ye ku gelê Kurd rastî dagirkerî, sînorên çêkirî, îstismara aborî û komkujiyan tê. Hevrêyê me Delîl, ku ev êş jiya, bi dil û can bawer dikir ku divê gelê Kurd azad be. Di dema lêgerîna xwe de, ew rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas kir. Wî dît ku Rêber Apo gelê Kurd ji nû ve vejandiye û bi kûrahî pê ve girêdayî ye. Bi vê hişmendiyê, di payîza 2012’yan de li Qendîlê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrê Delîl, bi kedkarî, durustî û dilsoziya xwe zû bi zû bi hevalên xwe re bû yek. Ji ber ku ji qewmê Kurd ê çiyayî bû, di yekbûna bi gerîla û çiyayan re tu zehmetî nekişand. Perwerdeya xwe ya yekem a gerîla bi coş û kelecaneke mezin bi serkeftî qedand. Li ser vê bingehê, li Qendîlê dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîla kir. Hevrêyê me Delîl, bi helwesta xwe ya ku bawerî dida û bi tevlêbûna xwe, zû dest bi erkên cûrbecûr kir. Di yekîneya çekên giran de û paşê jî di ewlekariya giştî ya saziya me ya Hevserokatiya KCK’ê de xebat meşand. Hevrêyê me Delîl li vir di warê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de xwedî ezmûn û kûrbûneke bihêz bû. Hem di gerîlatîyê de hem jî di mîlîtantiya Apoyî de xwe gihand asteke bilind.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, ku di navbera salên 2015-2016’an de li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi hovîtî êrîş kir, sivîl qetil kir, cenazeyê Dayê Taybet bi rojan li erdê hişt, zarokên gelê Kurd neçar kir ku cenazeyên xwe di sarincokan de veşêrin û li jêrzemînên Cizîrê mirovên me zindî şewitandin, ev yek ji bo hevrêyê me Delîl bû sedemeke pir mezin. Li hember van êrîşên qirkirinê yên nemirovane yên dewleta Tirk, wî bi israr xwest ku bi awayekî fedayî şer bike û ji bo vê yekê bi israr xwest ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û di sala 2016’an de derbasî Botanê bû.
Hevrêyê me Delîl, bi lez bi çiyayên Botanê û gerîlatiya Bakurê Kurdistanê re adapte bû û mîna ku bi salan li Botanê pratîk kiribe, zû berpirsiyarî girt ser xwe. Bi xweşbûn, berpirsiyarî, parvekirina barê hevalên xwe û ya herî girîng jî xwesteka bersivdayîna li hêviyên gelê me, Hevrêyê me Delîl gihîşt asta berpirsyariyê. Wî li Botanê di asta tîm û tûgayan de berpirsiyarî girt ser xwe û xwe bi awayekî berbiçav pêş xist. Ji Feraşînê heta Bestayê, ji Gabarê heta Cûdiyê, ji Herekolê heta Kêla Memê û Kato, tu qad nehişt ku neçûbe. Hevrêyê me Delîl, li kîjan herêma Botanê ku pêdiviyek derketibe holê, li ku derê derfetên çalakiyê hebûne, bêyî dudilî berê xwe da wir. Bêyî ku tu dudiliyê bike, berpirsiyarî girt ser xwe, alîkariya hevalên xwe kir û tim li firsendên têkbirina dijmin geriya. Hevrêyê me Delîl, wekî şopdarê Fermandar Egîd, di salvegera Roja Vejînê de, di 16’ê Tebaxa 2017’an de li Herêma Botanê li navçeya Deriyê Beroj a Bestayê di çalakiyeke dîrokî û serkeftî de wekî fermandarê koma êrîşê bi ser dijmin de çû. Di vê çalakiya dîrokî de keça qehreman a ji Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Ronahî – Halîme Efendak jî fermandariya koma din a êrîşê kir. Hevrêyên me Mizgîn û Delîl me di vê çalakiyê de mîna bazan ketin nava dijmin, qadên dijmin hilweşandin û dagirker têk birin. Bi vî awayî wan karîbûn tolhildana êşên kûr ên ku li gelê me hatine kirin bistînin.
Hevrêyê me Delîl, bi keda xwe xwe afirand û bi helwest û tevlêbûna xwe bawerî, hezkirin û hurmeta hemû hevalên xwe qezenc kir, bû fermandarekî ciwan. Bi fermandariya Herêma Botanê re bi hev re tevgeriya, hem ewlekariya fermandariya me parast hem jî ji her alî ve ji bo geşkirina çalakiyên bihêz beşdar bû. Bi pratîka xwe ya balkêş, bersiv da erkên demê û bi serkeftî rola xwe ya dîrokî lîst, bi vî awayî li Botanê di asta fermandariya herêmê de erk girt ser xwe. Hevrêyê me Delîl, kurê qehreman ê gelê Rojhilatê Kurdistanê, ku hema hema li her kareke axa Botanê xwîna xwe rijand, navê xwe di dîroka têkoşînê û dilê gelê Botanê de nivîsand. Hevrêyê me Delîl ku bi fedakariya xwe dihat naskirin, di meha Cotmeha 2021’an de, dema ku ji bo komeke gerîla ji Botanê ber bi Amedê ve bi ewle bigihîne Gabarê, di riya xwe de bû, li Herêma Çiravê di pevçûneke bi dijmin re ligel sê hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Delîl, fermandarekî Apoyî bû ku bêyî dudilî temenê xwe yê ciwan û hemû hebûna xwe ji bo azadiya gelê me bexşand, ked û têkoşîna wî qet nayê jibîrkirin, wê her tim rêya me ronî bike û bibe pisûleya têkoşîna me.
KARWAN ŞELÛL
Hevrêyê me Karwan, li gundê Şelûlê yê navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Bi karakterê berxwedêr ê gelê Serhedê, bi girêdana bi çanda Kurdî û bi welatparêziya kûr mezin bû. Hevrêyê me Karwan ku şahidî li têkoşîna efsanewî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kir û çîrokên qehremaniya gerîla guhdarî kir, biryar da ku bibe neferê vê doza pîroz. Ji zarokatiya xwe ve bi vê xewnê mezin bû, hevrêyê me Karwan ji bo ku rojekê bibe gerîla, dest bi perwerdekirina xwe ya pir alî kir. Hevrêyê me Karwan ku welatparêzekî mezin bû, dema ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê êrîşeke qirkirinê li ser gelê me yê li Şengalê pêk hat, êdî biryar da ku bi awayekî çalak beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe. Ji ber ku hêza ku êrîşa li ser gelê me yê Êzidî asteng kir û parast Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn, hevrêyê me Karwan diyar kir ku biryara herî rast tevlêbûna gerîla û mezinkirina gerîla ye. Bi vê hişmendî û biryardariyê, di rojeke pir watedar de, di 15’ê Tebaxa 2014’an de, tam di pêvajoya Cejna Vejînê de, bi şopên Fermandar Egîd re tevlî gerîla bû.
Hevrêyê me Karwan li Bakurê Kurdistanê tevlî gerîla bû û perwerdeya xwe ya yekem a gerîla jî li Bakurê Kurdistanê wergirt. Di erdnîgariya fireh a Bakurê Kurdistanê de, bi îmkanên kêm û di şert û mercên dijwar de zû adapte bû û fêrî xweparastinê bû. Bi evîneke mezin û coşeke bêhempa ji tevlêbûna li jiyana gerîla ya ku xewna wî bû, kêfxweş bû. Bi taybetî jî têkiliyên hevaltiyê yên pîroz ên PKK’ê, pîvanên jiyana komunal a demokratîk, fedakariya ji xweperestî û takekesîbûnê dûr, ku di şexsê gerîlayan de bi awayekî berbiçav diyar dibûn, bûn diyardeyên herî baş ên ku jiyana wî xweş kirin. Hevrêyê me Karwan dît ku bi hevalên wisa bedew, fedakar re buyîn ji bo wî wateya jiyanê bû. Ji ber vê yekê ew ji biryara tevlîbûna gerîla qet poşman nebû û tenê ji ber ku zûtir tevlî gerîla nebûye, xemgîn bû. Li şûna ku biçe Herêmên Parastina Medyayê û perwerdeyê bigire, wî tercîh kir ku li Bakurê Kurdistanê di qada şer de tecrube qezenc bike. Hevrêyê me Karwan, bi alîkariya hevalên xwe yên gerîla yên xwedî ezmûn, di warên leşkerî, îdeolojîk û rêxistinî de xwe gelekî pêş xist. Bi tevlêbûna xwe ya fedakarane berpirsiyariyên girîng girt ser xwe. Têkoşîna me çi hewce dike, wî hewl da ku bersivê bide wan. Bi fedakariyeke mezin li bajarên Erzirom û Amedê xebatên pratîk meşand. Hevrêyê me Karwan bi pratîka xwe ya serkeftî, hewldana xwe, helwesta xwe, keda xwe, tevlêbûna xwe, hevaltiya xwe ya dilsoz û durustiya xwe evîn, hurmet û baweriya hemû hevalên xwe qezenc kir û her tim bû hevalekî ku tê hezkirin.
Hevrêyê me Karwan, di 6’ê Kanûna 2016’an de, li Herêma Apê Mûsa ya bajarê Amedê, di êrîşa hewayî ya operasyona dijmin de şehîd bû. Zarokê fedakar û wêrek ê gelê Serhedê hevrêyê me Karwan, di jiyana têkoşîna xwe ya du sal û nîvan de, bîranînên bêhempa, gerîlatiyeke bi têra xwe zindî, şoreşgeriyeke bi rûmet, kesayetiyeke ku ji aliyê herkesî ve wekî mînak hate dîtin û pratîkeke têkoşînê ya serkeftî bi cih anî. Em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Karwan di têkoşîna xwe de zindî bikin û armancên wî bi cih bînin, bi hurmet û minetdarî wî bibîr tînin.
KAWA SERHED
Hevrêyê me Kawa di nava çanda berxwedêr û kevnar a Serhedê de, li navçeya Erdîş a Wanê, di malbateke girêdayî kevneşopî û nasnameya xwe de ji dayik bû. Li van axên ku di sedsala dawî de bûne qada serhildanên Kurdan, di nav mîrateya dîrokî ya Kurdbûnê de yekem teşegirtina xwe wergirt û mezin bû. Ev erdnîgarî ku li hember sîstemê têkoşînên herî dijwar lê hatine dayîn û li dijî zilmên dijmin Îhsan Nûrî, Bîroyê Heskê Têlî û gelek qehremanên din serî hildane, ji roja yekem ve Tevgera Apoyî bi dilgermî hembêz kir û bi hesteke xurt a xwedîderketinê ji bo têkoşînê berdêlên mezin da. Hevrêyê me, di nav vê mîrateyê de mezin bû, hem di salên zarokatiyê hem jî di ciwaniya xwe de bandora vê mîrateyê di kesayetiya xwe de hîs kir. Perwerdeya xwe bi dibistana seretayî sînordar kir, piştî qedandina dibistana seretayî têgeha kedê nas kir . Hevrêyê me, ku bi xwîna xwe ya rijandî di hemû karên derdora xwe de ked da, di temenekî pir zû de fêrî zorî û zehmetiyan bû. Ji bo debara malbata xwe jî alîkarî kir, li hember polîtîkayên sîstemê yên ku li Kurdistanê hemû nirxên malbatî têk dibin, bi nirxên malbatî û civakî ve bi xurtî girêdayî ma. Hevrêyê me ku bi welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna pismamê wî, refên têkoşînê nas kir, di vê pêvajoyê de dest bi nasîna kûrtir û lêkolîna têkoşînê kir. Gerîla nas dikir, lê li ser jiyana wê, têkoşîna wê û prensîbên wê gelek pirsên wî hebûn. Ji aliyekî ve ev meraq her diçû zêde dibû, ji aliyê din ve jî gava şahidî li polîtîkayên qirêj ên sîstemê yên li ser gelê Kurd û ciwanan dikir, gav bi gav gihîşt qonaxeke biryardayînê. Ev biryar, li şûna jiyaneke takekesî, biryara tevlîbûna çalak a têkoşîna azadiyê bû. Li ser vê bingehê, bi biryardariyeke girîng, di sala 2014’an de tevlî refên gerîla bû, ku ji bo wî tijî raz bû û her tim xeyala wê dikir.
Gava tevlî bû, di jiyana gerîla ya welêt de gav avêt. Di perwerdeya şervanên nû yên di refên gerîla de, dît ku gerîla bi her tiştî re bi pîvan, biryardar, zanyar dijî û têdikoşe, ji ber vê yekê girîngiyeke zêde da perwerdeyê û li ser esasên têkoşînê bi kûrahî rawestiya. Hevrêyê me, ku xwedî kûrbûneke xwezayî bû, di pêvajoya perwerdeyê de wekî pêşeng rolek lîst û bi awayekî mezin piştgirî da hevalên xwe yên derdorê. Zû bi zû bi hemû aliyên jiyanê re adapte bû, di demeke kurt de ji bo girtina erkên di qada pratîkê de amade bû. Serkeftina ku di perwerdeyê de nîşan da, gelekî hate ecibandin û piştî perwerdeyê li Bakurê Kurdistanê dest bi pratîkê kir. Li van axên ku lê ji dayik bû, mezin bû, salên ciwaniya xwe lê derbas kir û yekem teşegirtina kesayetiya xwe lê wergirt, êdî bû şervanekî azadiyê. Hevrêyê me, ku qad baş nas dikir, ji destpêkê ve tevlî xebatên pratîk bû. Ji ber ku rastiya gel û eşîran a herêmê baş dizanibû, bi awayekî çalak tevlî xebatên propagandayê û organîzekirina gel bû. Di xebatên leşkerî yên qadê de jî erkên girîng girt ser xwe, ji aliyekî ve bê navber tevlî xebatan dibû, ji aliyê din ve jî hewl dida ku xwe di her warî de pêş bixe. Di amadekirin û pêkanîna gelek çalakiyên li dijî hêzên dijmin de, wekî mîlîtanekî Apoyî bi awayekî fedayî berpirsiyarî girt. Hevrêyê me, ku xwe bi armanca xwe ve motîve kiribû, li hember êşên gelê Kurd bi hêrseke mezin a tolgirtinê ji dijmin, gavên bi biryar avêt. Di gerîlatiya Bakur de gavên girîng avêt, li her cihê ku lê bû, têkiliyên hevaltiyê yên bi hêz ava kir, di mijarên jiyanî de pratîkeke bêkêmasî nîşan da û bi kesayeta xwe ya kedkar bû pêşengekî jiyana xwezayî.
Hevrêyê me, ji bo ku di qadên ku lê ma têkoşîna gerîla di warê şêwaz û taktîkê de di asteke nûjen de bigire, kedek mezin da û hemû erkên rêxistinî yên partiya me bêkêmasî bi cih anî, bi vî awayî karî tengaviya ku dijmin dixwest li ser jiyan û têkoşîna hêzên gerîla biafirîne, vala derxe. Hevrêyê me ku bi gelê herêmê re têkiliyeke wî ya xurt hebû, bi pratîka xwe derbeyeke girîng li hewldanên dijmin ên qutkirina têkiliya di navbera gerîla û gel de xist. Her erka ku partiya me dabû wî, bi layiqî bi cih anî. Ji bo ku têkoşîn bigihîje qonaxeke pêşketî, diviyabû her tiştê ku pêwîst e bihata kirin. Wî ev yek tew wekî mijareke nîqaşê jî nedidît. Her tim li ser vê bingehê gav avêt, bi kesayetiya xwe ya zindî û rahêjmend, bi ser ket. Hevalên wî yên ku fermandariya wî dikirin, dizanibûn ku heke Kawa di erkê de hebe, ew erk wekî temamkirî tê hesibandin. Ji ber ku wî her çi dikir, bêguman bi ser dixist. Hevrêyê me Kawa, ku mîlîtanekî fedayî, hevalekî bi esil û şoreşgerekî rastîn bû, bi kesayetiya şoreşgerî ya ku di şexsê xwe de afirandibû, her kêlî derbeyên mezin li dijmin xist. Bê tirs jiya û bê tirs şer kir.
Hevrêyê me Kawa, di 11’ê Îlona 2019’an de, di pêvajoya çalakiyeke ku dixwest li dijî hêzên dijmin pêk bîne de, di pevçûneke bi dijmin re, mînakeke lehengî û fedayî ya mezin nîşan da û gihîşt şehadetê. Bi helwest, jiyan û têkoşîna xwe, îspat kir ku mîlîtanekî Apoyî yê rastîn e û bi têkoşîna xwe destan nivîsand. Mîrateya ku zarokê wêrek ê gelê Kurd hevrêyê me Kawa ji me re hiştî, wê heta serkeftinê rêya me ronî bike.
GABAR ÊLIH
Hevrêyê me Gabar Êlih, li Êlihê di nava malbateke kedkar a Kurd de çavên xwe li jiyanê vekir. Li çiyayên Kurdistanê, li deşt û zozanên wê, bi şivantiyê bi xwezayê re mezin bû. Ji ber ku dûrî bajar û bandorên modernîteya kapîtalîst mezin bû, wî karîbû xwezaya xwe ya resen biparêze. Heşt salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê gava têgihîşt ku ev dibistan navendên asîmîlasyonê ne û zimanê Kurdî qedexe dikin, êdî dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me Gabar, ji zarokatiya xwe ve Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji ber ku di nav derdoreke welatparêz de mezin bû, dilê wî bi têkoşîna azadiya gelê xwe re lêdida. Wî jî xeyala rojekê li çiyayan bibe gerîla dikir. Li ser vê bingehê, di sala 2014’an de bi Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re têkilî danî û li bajêr dest bi xebatên milîstiyê kir. Ji ber ku bala dijmin kişandibû, sê caran hate binçavkirin. Lê belê zextên dijmin tu carî vîna hevrêyê me Gabar têk nebir, berovajî vê yeke, hewla wî ya têkoşînê zêdetir kir. Piştî xebatên milîstiyê, wî biryar da ku tevlî PKK’ê bibe û di sala 2015’an de li Cûdiyê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Gabar, ku evîndarê çiyayên Botanê bû, navê xwe ji Çiyayê Gabar ê ku bûye sembola gerîla wergirt. Wî armanc kir ku mîna Çiyayê Gabar serhildêr, berxwedêr û bi heybet be. Li Herêmên Parastina Medyayê perwerdeya xwe ya yekem a gerîla wergirt. Pîvanên jiyana PKK’ê, taktîkên gerîla û dîroka gelê Kurd fêr bû. Wî tiştên ku di perwerdeyan de wergirtibûn, bi fedakarî û bi istîqrar di jiyanê de bi cih kir. Hevrêyê me Gabar, gava ku gav avêt nava PKK’ê, helwesteke ku gotin, kirin û pratîka wî yek bûn nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya bi esil xwe perwerde kir û gihîşt asteke bilind. Di qadên têkoşînê yên cuda de cih girt, bi wêrekî şer kir û bû xwediyê ceribandineke girîng. Hevrêyê me Gabar her tim ji jiyana gerîla, xwezaya Kurdistanê, çiyayên wê, Rêbertiya xwe û hevalên xwe hez kir. Evîna ku ji dilê wî diherikî, bi hevalên xwe re parve kir û bû çavkaniyeke moralê ji bo wan.
Hevrêyê me Gabar, piştî ku gihîşt kûrbûn û ceribandineke girîng, ji bo derbasbûna Bakurê Kurdistanê bi israr pêşniyar kir. Ji ber ku xwe gihandibû asta ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ev pêşniyara wî ji aliyê hevalên wî ve hate pejirandin. Ji bo ku li herêma Xerzanê, ku pir jê hez dikir û li wir ji dayik bûbû, gerîlatiyê bike, berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Ji bo ku bigihêje Xerzanê, derbasî Herêma Botanê bû. Li ser bingeha hewcedariyên têkoşîna me û demê, li Botanê ma. Hevrêyê me Gabar bi evîneke mezin tevlî xebatên pratîk ên li Botanê bû, li vir bi Endamê Fermandariya Eyaleta Botanê Şervan Erkendî – Cebrail Gultekin re bi hev re tevgeriya. Bi hevrê Şervan re erdnîgariya Botanê nas kir û hewl da ku xwe bi wê re biguncîne. Di demeke kurt de di dilê hevalên li Botanê de cih girt.
Hevrêyê me Gabar, di 26’ê Îlona 2021’ê de, li Herêma Çeqçeqo ya ser Besta ya Şirnexê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, ligel Endamê Fermandariya Eyaleta Botanê Şervan Erkendî – Cebrail Gultekin, şehîd bû. Em hevrêyê xwe Gabar, ku nasname û bûyera şehadeta wî ji aliyê me ve nû hatiye zelalkirin, bi hurmet bibîr tînin û soza serketinê ya ku me ji hemû şehîdên xwe re daye, di şexsê hevrêyê me Gabar de careke din dubare dikin.
BARAN GABAR
Hevrêyê me Baran Gabar, li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê, wekî endamekî eşîra kevnar a Toriyê çavên xwe li jiyanê vekir. Di nava malbata xwe ya welatparêz û bi kevneşopiyên eşîra Toriyê mezin bû. Hevrêyê me Baran, ji zarokatiya xwe ve rastiya Kurd û Kurdistanê bi evîn pejirand, nehate asîmîlekirin û xwezaya xwe parast. Heşt salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê piştî demekê, ji ber ku dibistanên dijmin înkara xwebûna wî dikirin, navenda asîmîlasyonê terk kir. Hevrêyê me Baran, ku bi keda xwe, xwe afirand û bi vî awayî li ser piyan ma, di warên avahîsaziyê û tekstîlê de, ligel gelek karên din xebitî. Têgeha kedê nas kir, gihîşt wê hişmendiyê û fêr bû ka çawa li ser piyan bimîne. Di vî warî de tecrûbeyeke jiyanê ya girîng qezenc kir. Mîna her mirovekî Kurd, hevrêyê me Baran jî eleqeyeke taybet bi folklor û govenda Kurdî nîşan dida. Govend bi awayekî pir estetîk û xweş dilîst. Di merasîmên bi coş ên gelê Kurd de, govendan bi estetîkî dilîst û di govendan de xwe didît. Tevlêbûna xaltiya wî Sozdar – Aysel Yaman a di sala 1991’an de û şehadeta wê ya di sala 1997’an de jî li Zagrosan, bûyereke girîng bû ku rê li jiyana wî vekir. Wî bîranînên xaltiya xwe ya şehîd ji malbata xwe bihîst, fêr bû ka çima tevlî têkoşînê bûye û qehremaniya wê ji xwe re kir mînak. Hevrêyê me Baran, ku bi hest û ramanên xwe welatparêzekî bi esil bû, di sala 2013’an de di asta îdeolojîk de Tevgera Apoyî nas kir. Li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû û du salan ev xebat meşand. Piştre derbasî xebatên xweparastinê bû, du salan jî li vir xebat kir, parastina gelê me li hember dijmin xurt kir û bû sedem ku ciwanên Kurd tevlî gerîla bibin. Ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin û rastî zextan hat. Lê belê tu zexteke dijmin nekarî hevrêyê me Baran ji rêya wî vegerîne. Evîna gerîla û xwesteka tevlêbûnê ya di dilê wî de, êdî nekarî were ragirtin û hevrêyê me Baran di destpêka sala 2016’an de ji Stenbolê tevlî gerîla bû.
Perwerdeya xwe ya yekem a gerîla li Garê wergirt û li wir jî dest bi pratîka xwe ya yekem a gerîla kir. Piştre derbasî qada Cîlo bû û salekê li çiyayên serhildêr û bi heybet ên Zagrosê pratîk meşand. Bi gerîlatiya li herêmên cuda yên Zagrosê, tecrûbeyeke gerîla ya berfireh qezenc kir. Di sala 2018’an de li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê wergirt, xwe gihand asteke bilind û karî gerîlatiya serdema nû bi serkeftî bi cih bîne. Perwerdeyên ku wergirtibûn, ji bo hevalên xwe veguhast, û ew ji erkên demê re amade kir û li akademiyê erk girt ser xwe, hevalên xwe perwerde kir. Du salan bi hewldaneke mezin, bi biryardarî û kedê ji hevalên xwe re xizmet kir. Bi helwest, tevlêbûn, pratîk û hevaltiya xwe ya dilsoz, bi sedan hevalên xwe perwerde kir. Hevrêyê me Baran bi kedkarî, helwesta xwe ya bi dîsîplîn û tevlêbûna xwe bû fermandarekî mînak. Bi asta pisporiyê ya ku gihîştibû, di sala 2020’an de bi awayekî çalak tevlî berxwedana Heftanînê bû. Ji geşkirina çalakiyan heta amadekirina binesaziya şer, her karê ku jê re lazim bû bi evîn kir. Her tim xwe ji bo her karî amade dikir, bi helwesta xwe bawerî dida derdora xwe û bû şoreşgerekî demê.
Hevrêyê me Baran evîndarekî Gabarê bû. Ji ber vê yekê berê wî her tim li Bakurê Kurdistanê bû. Bi pêşniyar û israra xwe, di bihara sala 2021’an de ji bo derbasbûna Gabarê ber bi Botanê ve dest bi rêwîtiyê kir. Di rêya xwe ya ber bi Gabarê de, di meha Cotmeha 2021’an de li gundê Nehkê yê Herêma Çiravê ya Botanê, di encama şerekî bi artêşa Tirk a dagirker re de, tevlî karwanê şehîdan bû.
ANDOK ÊRÎŞ
Hevrêyê me Andok Êrîş, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekir. Di malbateke bi ser eşîra Keçelanî de mezin bû. 12 salan li dibistanên rejîma BAAS’ê xwend. Hevrêyê me Andok, êşa kûr a nexwendina bi zimanê xwe yê zikmakî, jiya. Di sala 2011’an de, dema ku li Rojhilata Navîn gel rabûn serhildanê û bihara gelan dest pê kir, gelê Rojavayê Kurdistanê jî di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Azadiya Rojava pêk anî. Hevrêyê me Andok ji vê pêvajoya şoreşgerî bi kûrahî bandor bû. Piştî ku bi îdeolojiya Apoyî û şoreşa azadiyê nas kir, serpêhatiya jiyana hevrêyê me Andok jî ber bi rêyeke nû ve çû. Di Îlona 2015’an de, dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, gelê Kurd bi hişmendiyeke welatparêzî ya mezin û bi ruhê seferberiyê rabû ser piyan. Sînorên çêkirî yên ku di nava Kurdistanê de hatibûn kişandin derbas kir û tevlî berxwedana li Kobanê bû. Berxwedana Dîrokî ya Kobanê, ku navê xwe li tevahiya cîhanê da bihîstin û destan nivîsand, bi berdêlên giran bi ser ket. Ev serkeftin bû destpêka bidawîbûna çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê û rêxistina DAÎŞ’ê. Hevrêyê me Andok, ku şahidî li vê berxwedana dîrokî kir, bi kûrahî bandor bû û di sala 2015’an de biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Ji bo parastina hebûna gelê Kurd û misogerkirina azadiya wî, wekî şoreşgerekî profesyonel tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Hevrêyê me Andok Êrîş, ku dest meşeke şoreşgerî ya pir watedar kir, navê xwe ji fedayiyên Tabûra Nemiran Andok Farqîn – Ramazan Yilmaz û Êrîş Avent Gever – Cengîz Ozek, ku di 26’ê Gulana 2012’an de li Qeyseriyê li Midûriyeta Polîsan a Pinarbaşiyê çalakiyeke fedayî pêk anîn, wergirt. Bi vî awayî, di gava xwe ya yekem de nîşan da ku di meşeke şoreşgerî ya fedayî de biryardar e.
Hevrêyê me Andok di pêvajoya 2015-2016’an de pêşengiya xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger kir. Di tevlêbûna gelê me û ciwanên Kurd ji bo têkoşînê de, di perwerdekirin û organîzekirina wan de xwedî beşdariyên girîng bû. Piştî ku di xebatên civakî de rola xwe bi serkeftî lîst, di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya yekem a gerîla wergirt û tecrûbe qezenc kir, derbasî Zapê bû. Piştî salekê pratîk li Zapê meşand, dîsa vegeriya herêma Garê. Ji bo pisporbûna di warê leşkerî de tevlî perwerdeya li akademiya leşkerî bû û di taktîkên gerîla de pispor bû. Di sala 2020’an de li Akademiya Şehîd Brahîm perwerdeya îdeolojîk û leşkerî wergirt, di rêya fermandariyê de mesafeyeke girîng qezenc kir. Hevrêyê me Andok Êrîş, ku her tim xwe ji bo derbasbûna qadên herî dijwar û şerkirina li wir amade dikir, têkoşîna fedayî wekî pîvana herî diyar a jiyana xwe ya şoreşgerî destnîşan kir. Li ser vê bingehê, ji bo têkoşîna fedayî li Bakurê Kurdistanê, pêşniyarên israrî pêş xist. Bi erêkirina hevalên xwe re, di sala 2021’an de berê xwe da Botanê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Andok, ku bi kelecaneke mezin bi çiyayên Botanê re hat ba hev, dilê wî bi şahiya li çiyayên Botanê, ku wî ji bo wan helbest gotibûn, dagirtî bû. Ji ber vê yekê bi coş tevlî pratîka li Botanê bû.
Hevrêyê me Andok, dema ku ji Bestayê ber bi Gabarê ve diçû, di Cotmeha 2021’an de li gundê Nehkê yê Herêma Çiravê ya Botanê, di encama têkiliyeke bi artêşa Tirk a dagirker re, ligel hevrêyên me Herdem, Delîl û Baran tevlî karwanên şehîdan bû. Em lawê fedakar û wêrek ê gelê Rojavayê Kurdistanê, hevrêyê xwe Andok Êrîş, bi hurmet bibîr tînin û soz didin ku em ê meşa wî ya fedayî ya bêhesab mînak bigirin û têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar kin.
EGÎD ÇIYAGER
Hevrêyê me Egîd Çiyager, li navçeya Hezoyê ya Êlihê çavên xwe li jiyanê vekir. Bi çanda berxwedêr a gelê me yê Xerzanê û bi hestên welatparêzî yên malbata xwe mezin bû. Hevrêyê me Egîd, mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet, sîstema qirkirinê û êrîşên li ser gelê Kurd qebûl nekir û ket nava lêgerîna têkoşînê. Ji ber ku ciwanekî zîrek û kedkar bû, li dibistana dewleta Tirk serkeftinên bilind qezenc kir. Beşa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û çû zanîngehê. Her çendî di sîstema dewleta Tirk de her cûre îmkanên jiyanê li ber wî hebûn jî, wî ev hemû bi destê xwe paşve xist û berê xwe da têkoşîna azadiya gelê xwe. Li ser vê bingehê, tevlî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Wekî ciwanekî Kurd ê ronakbîr û bi hişmendî, biryar da ku têkoşîna azadiyê li çiyayên Kurdistanê bidomîne, zanîngeh terk kir û di sala 2018’an de li Xerzanê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêyê me Egîd, baş dizanibû li ser kîjan nirxan û li dû kîjan şopan tevlî gerîla bûye. Wî navê xwe ji fermandarên me yên efsanewî, Fermandar Egîd – Mahsum Korkmaz û Çiyager – Cihat Turkan wergirt ku ji dilê gelê Êlihê derketine, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de destan afirandine û di dil û bîra gelê Kurd de şopên nemir hiştine. Bi navê Egîd Çiyager, xwe bexşand vê doza pîroz. Hevrêyê me Egîd Çiyager, hem xwest wekî Fermandar Egîd bibe fermandarekî gerîla yê qehreman, hem jî wekî heval Çiyager şêwaza şerê fedayî ya serdema nû di şexsê xwe de temsîl bike. Wekî ciwanekî bi hişmendî, bi bawerî û biryardar, tevlîbûna PKK’ê li ser bingeha îdeolojîk esas girt. Li qadeke wekî Xerzanê, ku dijmin bi berdewamî operasyon û êrîş lê dike, di şertên dijwar û bi îmkanên kêm de gerîlatî fêr bû. Hevrêyê me Egîd, gerîlatî ne ji pirtûkan, lê bi jiyîn û bi ceribandinan ji jiyanê hîn bû. Di qada şer a germ de, li Xerzanê bi kûrbûn û tecrûbeya xwe teşe girt. Wekî gerîlayekî bi hêz û wêrek, hevrêyê me Egîd Çiyager bêhesab tevlî têkoşînê bû. Her tiştê ku ji destê wî dihat bi fedakarî danî holê. Bû hevrêyekî ku mirov dikaribû di her şert û mercî de bawerî pê bîne. Bi kesayetiya xwe ya bi şirîn, helwesta xwe ya moral û bi heybet li her cihê ku lê bû rengê xwe nîşan da. Di hunera gerîla de xwe pêş xist, bû pispor û asteke girîng qezenc kir. Di rêya bûyîna fermandarekî gerîla yê serkeftî de bi gavên biryar meşiya. Li ser vê bingehê tevlî çalakiyên girîng bû, di gelek çalakiyan de bi keda xwe rol lîst.
Komeke hevrêyên me ku hevrêyê me Egîd jî di nav de bû, di 1’ê Hezîrana 2021’an de li Herêma Geliyê Ûranisê ya navçeya Tetwanê ya Bidlîsê, li nava kolanên Hopê û Kirpmanê, li hember dagirkeran çalakiyek li ser wesayîta cûreya Transît pêk anîn. Wesayîta leşkerî ya di tevgerê de bû, pêşî bi taktîka sabotajê, paşê jî bi çekên ferdî derb xwar. Di vê çalakiyê de 1 efser û 1 binefser di nav de, 8 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê, di 3’ê Hezîrana 2021’an de, di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên giran qewimîn, ku artêşa Tirk a dagirker neçar ma ku qebûl bike 1 kes miriye û 2 kes jî birîndar bûne. Hevrêyên me Egîd Çiyager – Abdulhadi Atmaca, Dijwar Hezex – Serdar Asan û Êrîş Garzan – Hikmet Gezici, ku destaneke din a lehengiyê li Xerzanê nivîsîn, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Em hevrêyê xwe Egîd Çiyager, ku nasnameya wî ji aliyê me ve nû hatiye zelalkirin, bi hurmet bibîr tînin û meşa wî ya lehengî û çalakiya wî ya dawî ya destanî bi gelê me yê welatparêz re parve dikin. Meşa Egîd, meşeke lehengiya li Kurdistanê ye. Ev rêya azadiyê ye, ku ji Fermandar Egîd dest pê kir, heta Çiyageran hat, ji aliyê Egîd, Dijwar, Êrîş û gelek wêrekên fedayî ve hate domandin û bêguman wê bigihêje serkeftinê. Em rêwiyên vê rêya pîroz careke din di şexsê hevrêyê xwe Egîd Çiyager de bi hurmet û minetdarî bibîr tînin, soza girêdana xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.”