Yekşem, 9 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Modela jiyaneke nû: Entegrasyona Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, îro bi gava me ya Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 4 bajaran çalakiya xizmên windayan: Têkoşîna me dê heta dawî bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Em ê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş timî edaletê bixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê Birêz Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal: Astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoyê tecrîda li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn
Kurdistan

HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

HPG-NRÇ'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin, wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Hevrêyên me yên Fermandariya Eyaleta Wanê Canşêr Makû, Engîzek Ararat û Sîdar Roj di pevçûna di operasyona dijmin a ku 9’ê Çileya 2022’an de li herêma Melîka ya herêma Feraşîn a Botanê pêkhat de gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li Eyaleta Wanê şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan ên hêja bikin hinceta têkoşînê.

Hevrêyên me yên ku ji deverên cuda yên Kurdistanê tevlî PKK’ê bûn û bi têkoşîna xwe ji bo hemû ciwanên Kurd bûn mînak, tevahiya hebûna xwe ji bo azadiya Rêberê me û gelê me feda kirin. Xwe bi ruhê fedaî ya Apoyî pêçan û hewl dan ku şertên têkoşîna me bê kêmanî bi cih bînin. Tevî hemû êrîş û operasyonên ku dijmin bi îstîxbarat û teknolojiyê li Bakurê Kurdistanê pêş xist, bi biryardariyek bêhempa gerîlatî meşandin. Hevrêyên me bi fedaî li dijî dijmin têkoşiyan û ji bo xweparastina gelê me bê teredut pratîkek bêhempa meşandin. Hevrêyên me Fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku bi beşdariya xwe ya bê hesab, helwesta xwe ya milîtanê Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin û wê timî di têkoşîna me de bijîn. 

Wek hevrêyên wan, em sersaxiyê ji malbatên rêzdar ên hevrêyên xwe Canşêr, Engîzek û Sîdar û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa şehîdên xwe ya “Rêberê Azad, Kurdistana Azad” teqez pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Canşêr Makû
Nav û paşnav: Îrza Mîrîvîmîlam
Cihê jidayikbûnê: Makû
Navê dayik û bav: Dîlber – Ejder
Dîrok û cihê iehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan

Nasnav: Engîzek Ararat
Nav û Paşnav: Şîraz Xalit
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik û bav: Xanim – Mahmût
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan

Nasnav: Sîdar Roj
Nav û paşnav: Mesût Îş
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dayik – bav: Şukran – Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Çileya 2022’yan / Wan

CANŞÊR MAKÛ

Li axa Rojhilatê Kurdistanê ti carî berxwedana li dijî mêtingeriyê nesekinî, gelê me yê welatparêz hişt ku kevneşopiyeke xurt a jiyana bi rûmet û azad biafirîne. Gelê me yê Rojhilat ziman û çanda xwe parastiye û tevî hemû zilmê jî bi israr xwedî lê derketiye, nirxên Kurdî heta roja îro hilgirtiye û ji nifşekî bo nifşekî din veguhestiye. Bajarê me yê Makûyê ku ev mîrateya pîroz bi awayekî herî zelal û bihêz lê tê jiyîn, di tevahiya dîrokê de beşdarî gelek berxwedanan bûye û gelek leheng afirandiye.

Hevrê Canşêr di nava hawîrdorek welatparêz ku kevneşopiya berxwedanê ya bihêz di hundirê xwe de pejirandiye û gihandiye her aliyê jiyanê, li Makûyê ji dayik bû. Hevrê Canşêr ê ku endamekî eşîra Celaliyan ku bi welatparêzî, milîtanî û beşdariya xwe ya çalak di berxwedana ku li Kurdistanê pêş ket de tê nasîn, di nav çanda ku gelê me bi hezaran salan parastiye de mezin bû. Tevî êrîşên pergala kapîtalîst, hawîrdora civakî ya bihêz a hawîrdora wî hişt ku ew bi nirxên xwe yên cewherî ve girêdayî bimîne. Hevrêyê me ji temenê xwe yê biçûk ve bi jêhatîbûna xwe ya kedkar dihat nasîn, ji hêla her kesî ve dihat hezkirin. Pergala perwerdehiyê ya ku li dibistanên rejîmê hatibû ferzkirin, bû sedema ku hevrê Canşêr yekem car pê re têkeve nava nakokiyan. Di temenê xwe yê biçûktî de dest bi lêpirsînê kir û li hember mêtingeran hêrsek mezin pê re çêbû. Ji bo ku bixebite û debara malbata xwe ya di tengasiyên darayî de bike, dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de lêgerîna xwe berdewam kir, eleqeyek mezin nîşanî Rêber Apo û PKK’ê ya ku ji kesên li dora xwe bihîstibû. Hevrêyê me, ji berxwedana gerîla ya efsanewî ya li Kurdistanê bi heyecan bû û ji bo têkoşîna me baştir fêm bike hemû derfet bi kar anî. Şehadeta pismamê wî hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) ku di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bû, di jiyana hevrê Canşêr de xalek werçerxê diyar kir. Lêgerîna wî kûrtir bû û bi dil û can bawer dikir ku divê mîrateya têkoşîna hevrê Canşêr  biparêze û biryardara tevlîbûna nav refên têkoşînê da. Daxwaza hevrê Canşêr a tevlîbûna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji ber temenê wî yê biçûk du caran hate redkirin. Hevrêyê me tevî vê yekê jî ti carî dev ji biryardariya xwe berneda û vê pêvajoyê ji bo Rêber Apo yê ku pir meraq dikir û têkoşînê ji nêz ve nas bike bi kar anî. Hevrêyê me biryar da ku beşdarî PKK’ê yê ku nûnerê rastîn ê jiyanek û têkoşînek birûmet temsîl dike, bibe û têkoşîna ji bo gelê me kir armanca xwe ya sereke. Di sala 2007’an de, xeyala xwe pêk anî û xwe gihand Gerîlayên Azadiya Kurdistanê. 

Heval Canşêr bi beşdarbûna nav refên têkoşînê re dest bi jiyaneke nû kir, navê pismamê xwe hevrê Canşêr (Hudcet Miraymîlan) li xwe kir û di şexsê wî de mîrateya şehîdan dewr girt. Hevrêyê me, timî di ferqa berpirsiyariya ku girtibû ser xwe de bû û bi hîskirina giraniya barê li ser milê xwe beşdarî jiyanê bû û ji bo layiqî şehîdên bibe têkoşiya. Bi meraqa xwe ya mezin a li ser jiyana gerîla, hewl da ku her hûrgiliyan fêr bibe û di her kêliya jiyanê de hebû. Hevrêyê me, ne xerîbê çiyayên Kurdistanê bû, di demek kurt de fêrî her hûrgiliyên gerîlatiyê bû û bi lez û bez bû pispor. Tiştê ku fêr dibû dahurand, bi aqilê xwe yê pratîkî û kedkariya xwe zû fêr bû û bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Hevrêyê me yê ku xwedî eleqeyeke mezin bû bi mijarên leşkerî û îdeolojîk, bi felsefeya Rêbertî, dîroka gelê me yê bindest û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas kir û fêr bû. Hevrê Canşêr zû taktîkên gerîla fêr bû û di gelek warên cuda de gihîşt astek pisporiyê. Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya bingehîn a gerîla ku li Qendîlê wergirt bi serkeftî qedand, derbasî qada pratîkî bû û têkoşîna xwe domand. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2008’an de êrîşî Zapê kir û li ber Berxwedana Zapê têkçûnek dîrokî jiya. Hevrê Canşêr di Berxwedana Zapê de pismamê wî Zindan Şiyar (Secat Miraymîlan) şehîd bû û ev şehadet hişt ku hêrs û xwesteka tolhildana hevrê Canşêr a li dijî mêtingeran hîn zêdetir kir. Hevrê Canşêr li hemberî van şehadetan bi berfirehkirin û kurkirina têkoşînê bû bersiv. Hevrêyê me ji bo di rêya şehîdan de bimeşe lêhûrbûna xwe kûrtir kir. Li her qada ku çûyê, bi enerjî, xebat û kesayetiya xwe ya mutewazî bal kşand ser xwe, bû yek ji hevrêyên me yên ku zû bû fermandar. Hevrêyê me her tim hewl da ku zanîna xwe ya hunera gerîlatiyê kûrtir bike. Hevrê Canşêr piştî xebata xwe ya serketî, bi derbasbûna Zapê re jiyana xwe domand. Hevrê Canşêr li dijî pirsgirêkan bû hêza çareseriyê, bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û jiyanê ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Hevrê Canşêr timî xwe ji perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû re berpirsiyar didît. Ji bo pêşketina wan û di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibin tiştên ku zanibû bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrê Canşêr hevalên xwe fêr kir û ji wan fêr bû. Heval Canşêr ku bi jiyan û beşdariya xwe di bûyîna milîtanek mînak de serketî bû, li Zapê pratîkek serketî raber kir.

Hevrêyê me ku ti carî kirinên xwe têr nedît û xeta têkoşîna xwe timî bilind kir, ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bû xwedî israreke mezin. Hevrêyê me yê ku pêşniyarî wî hat qebûlkirin, di sala 2014’an de derbasî Botanê bû û têkoşîna xwe berdewam kir. Hevrêyê me yê ku bi evînek mezin bi axa Botanê û gelê wê ve girêdayî bû, bê rawestan ked da. Hevrêyê me bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî re tecrûbeya şer jî zêde kir û di her warî de bû xwedî jêhatîbûn. Hevrêy me ku çar salan li Eyaleta Wanê têkoşîn meşand, bû yek ji pêşengên me yên ku hewl dan şêwaza şer a serdema nû di pratîkê de bi cih bînin. Hevrê Canşêr li hember êrîşên dewleta Tirk a mêtînger ku di sala 2015’an de bi armanca tinekirina Gerîlayê Azadiya Kurdistanê, îradeya azad a gelê me, dest pê kiribûn, li Bakurê Kurdistanê bersiv da dagirkeran. Bi tevlîbûna gelek çalakiyan, ew di derbkirina dagirkeran de xwedî kedek mezin bû. Hevrê Canşêr ku wekî xwediyê meşeke mîna Fermandar Egîd balê dikêşand, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyên xwe de nîşan da û ji bo tolhildana şehîdên me yên nemir bê navber têkoşiya. Hevrê Canşêr ê di sala 2018’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlî perwerdehiyên akademiya leşkerî û Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê bû.

Dewam dike…

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek
Nûçeya Pişt re TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokwezîrê Iraqê: Emîrê DAÎŞ’ê yê Iraq û Sûriyeyê hat kuştin

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku Ebdullah Mekî Mûslih Refêî yê ku weke emîrê Iraq û…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê salvegera duyemîn ya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” pîroz kir

Komîsyona Jinan ya KNK‘ê salvegera 2’emîn ya şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pîroz kir û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: 8’ê Adarê li her devera Ewropayê bi coş hate pîrozkirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ragihand ku jinên Kurd li gel dostên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Şiyar Serdar hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşanî cîhanê da ku gelê Kurd aştiyê dixwaze’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?