Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Em hevrêyên xwe Îsyan Mûnzûr, Farqîn Amed û Şervan Wan ên sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Îsyan, Farqîn û Şervan ji bo azadiya gelê me beşdarî refên gerîla bûn û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anîn. Bi seknên xwe yên di jiyanê de û cesaretên xwe yên di şer de, bûn milîtanên fedayî yên Apoyî yên mînak. Dema ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn, li qadên ku lê bûn ji bo bibin layiqê şehîdan wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih anîn. Ji bo ala têkoşînê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirtine bigihînin serketinê, kêliyekê jî teredut nekirin û têkoşîneke bêhempa meşandin. Bi hevrêtiyên xwe yên xurt, beşdarbûnên xwe yên bi milîtanî û dilsoziyên xwe yên bi nirxên azadiyê re, navên xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin.
Weke hevrêyên wan em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe Îsyan, Farqîn û Şervan mînak bigirin, bîranînên wan bidin jiyîn û meşa wan a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vî bingehî di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Îsyan Mûnzûr Nav û Paşnav: Dîlan Ûlûç Cihê Jidayikbûnê: Manîsa Navê Dayik – Bav: Helîka – Mehmet Cih û Dîroka Şehadetê: 21’ê Tîrmeha 2021’an / Metîna |
|
Nasnav: Farqîn Amed Nav û Paşnav: Ihsan Guneşlî Cihê Jidayikbûnê: Amed Navê Dayik – Bav: Meltem – Mansur Cih û Dîroka Şehadetê: 8’ê Hezîrana 2021’an / Garê |
|
Nasnav: Şervan Wan Nav û Paşnav: Firat Kuşak Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik – Bav: Nuriye – Şeref Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2021’an / Garê |
ÎSYAN MÛNZUR
Hevrêya me Îsyan weke ferdê malbateke eslê xwe ji Bedlîsê li Manîsayê hate dinê. Ji ber ku ji Kurdistanê dûr mezin bû, her tim bêriya Kurdistanê kir. Ji bo nirxên xwe û çanda xwe ya qedîm bide jiyîn, di temenek zû de ket nava lêgerînan. Di salên ku li dibistana sîstemê dixwend de, nakokiyên hevrêya me kûr bûn. Li dijî jiyana kof a modernîteya kapîtalîst bertekên wê pêş ketin. Weke jineke ciwan ket ferqa polîtîkayên sîstemê yên ji bo asîmîlekirina ciwanên Kurd. Hevrêya me rastiya dijmin dizanî. Her roja borî hîn zêdetir xwe nêzî PKK’ê hîs kir. Hevrêya me sînorên ku zihniyeta desthilatdariya mêr ji bo jinê xêz kirî, lêpirsîn kir. Ket nava lêgerîna xwe naskirin û lêpirsînkirinê. Ket ferqa keda bêhempa ya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê û li hemberî têkoşîna me ya azadiyê sempatî hîs kir. Hevrêya me dît ku keda jinê tê mêtingehkirin û di nava sîstemê de tê metakirin. Nakokiyên wê hîn zêdetir bûn. Lewma ji bo bersiva van nakokiyan bibîne, ket nava hewldaneke fikrî ya zêde. Li aliyê din zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê me, hêrsa hevrêya me Îsyan a li hemberî dijmin hîn mezintir kir. Hevrêya me ferq kir ku bersiva herî maqul a ji dijmin re were dayîn, tevlîbûna nava refên têkoşînê ye. Demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Piştî di nava xebatên ciwanan de cih girt, derfet dît ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hîn nêztir nas bike. Hevrêya me bi coş û moraleke mezin tevlî xebatên jinên ciwan bû. Di nava demek kurt de ji bo xebatên xwe pêşketin bi dest xist. Hevrêya me di salên xwe yên zanîngehê de derfet dît ku materyalên PKK’ê bixwîne. Di xebatan de şansê ku hîn zêdetir Partiya me fêm bike û nas bike, bi dest xist. Hevrêya me Îsyan biryar da ku têkoşîna xwe mezin bike û piştî ku du salan li Ewropayê xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz meşand, di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hemû derfetên sîstema kapîtalîst red kir, dest ji zanîngehê berda û berê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê xwe û çiyayên pîroz ên Kurdistanê.
Hevrêya me bi rengekî coş, bi moral û aktîf tevlî perwerde û jiyanê bû. Bi vê taybetmendiya xwe bû gerîlayeke mînak. Di nava demek kurt de adapteyî jiyana gerîla û çiyê bû. Hevrêya me perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, ji bo derbasî qadên pratîk bibe bi kelecan bû. Hevrêya me Îsyan xwedî kesayeteke dirûst bû, tevî ku gerîlayek nû bû bandor li hemû hevrêyên xwe kir. Bi sekna xwe ya li ser xeta Rêbertî û tecrubeya pratîkî ya di demek kurt de bi dest xistî, gelek wezîfe bi serketî bi cih anîn. Hevrêya me xwest di taktîkên demê de bibe pispor û bi rengekî aktîf di pêvajoya şer de cih bigire, ji bo beşdarî perwerdeyên pisporiyê bibe pêşniyar kir. Hevrêya me xwest di warê leşkerî û îdeolojîk de xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên li akademiya leşkerî dîtî, di gelek taktîkên gerîla de bû pispor. Ji bo ku asta gihiştiyê bi hevrêyên xwe re parve bike û wan perwerde bike, li Akademiyeta Şehîd Mahîr weke mamoste wezîfe girt. Weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng bi sekna xwe ya jina azad û asta leşkerî, tecrubeyên xwe parve kir. Hevrêya me her tim giranî dida ya hîn baştir, têkoşîna xwe têrket nedît û ket nava lêhêrbûnên kûr. Bi îdîaya bibe gerîlaya serketinê, car din li qadên pratîk cih girt. Hevrêya me ji bo li herêmên ku êrîşên zêde li ser pêk tên gerîlatiyê bike, israr kir û derbasî Metînayê bû. Ji amadekirina tunelên şer heya xebatên binesaziyê di gelek xebatan de ked da. Hevrêya me Îsyan tiştên fêr bûye bi hevrêyên xwe re parve kir û ji bo pêşketina wan jî tevkarî kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û kûr bû gerîlayeke YJA Starê û milîtaneke mînak a PAJK’ê.
Hevrêya me Îsyan bi Rêber Apo re jiyana azad nas kir û tevlî Tevgera Azadiya bû, timî xwe deyndarê Rêber Apo hîs kir û bi dilsoziyeke kûr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşiya. Hevrêya me Îsyan sala 2021’an li Metînayê bi nameyekê hestên xwe yên ji bo Rêber Apo wiha anîn ziman: “Em bêyî we bihareke din pêşwazî dikin. Her çendî ku xweza bedewiya xwe nîşan bide jî, dema ku hûn ne li cem me ew bedewî nîvî dimîne. Dibêjin ku dema derwêş li kêleka gulan derbas dibin dibihîzin ku gul navê hezkiriyên xwe bi bîr tînin. Dema ku em guhdarî xwezayê dikin em navê we û navên hevrêyên xwe yên ku xak bi xwîna xwe av dane dibihîzin. Em dibihîzin ku xweza dibêje azadî. Xweza, ji kesê dibihîze re heqîqetê vedibêje. Em gelekî ku beton li ser hatî rijandin bûn, em dara mirovahiyê bûn ku dixwestin kokên me zuha bikin. Yên ku em ji gorê derxistin û çiqên me şîn kirin, hûn bûn. Bi salane bêyî westan û bêyî sekin hûn vê têkoşînê didomînin. Ronahiya ku we çêkirî, îro ne tenê ji bo gelê Kurd, qasî ku hemû mirovahiyê ronî bike mezin bû. Êdî hemû cîhan vê rastiyê dibîne û tevlî vê têkoşînê dibe. Helbet evane hemû bi saya keda we ya mezin e. Em bûbûn kesên bênefes ên ku di tarîtiyê de rêya xwe winda kirîn. Hûn bûn ronahiya ku em ji tarîtiyê derxistin, bûn roja ku rêya me ronî dike û ji me re bûn nefes. Me di we de rêya xwe dît. Em fêr bûn ku bi rê bikevin, li ser rê bimeşin. Bi salane em kêm dimînin, em nikarin ji we re bibin nefes. Tevî ku we her tişt nîşanî me daye jî, hîna em bi rêkûpêkî li ser rê nameşin. Ji ber hevrêtiya me ya kêm û tevlîbûna me ya netêrker, hûn dîl tên girtin. Di vî warî de em li hemberî we sûcdar in û em di nava şermê de ne. Ez dizanim ku ji ber vê yekê dîrok me efû nake. Ez bi peyvan nikarim hezkirin û hesreta xwe ya ji bo we, îfade bikim. Encex îdîa û pratîka min dikare vê îfade bike. Dîtina we, bi we re mayîn û carekê jî be we hembêz kirin, xeyala me hemûyan e. Ji bo vê xeyala hemû hevrêyên xwe em bi cih bînin, divê em mezin bifikirin û bibin xwediyê çalakiyên mezin. Ji bo vê yekê çi pêwîst be, ez amade me pêk bînim.”
Hevrêya me Îsyan felsefeya Rêbertî di her kêliya jiyanê de pêk anî û bi tarzê jiyana Apoyî bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. 21’ê Tîrmeha 2021’an li Metînayê şehîd bû, ala berxwedanê dewrî hevrêyên xwe kir. Bi têkoşîna xwe ya bênefes û bêteredut, di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekê welê ku ti carî nayê jibîrkirin. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrê Îsyan dewrî me kirî bi zanebûna ku di şexsê wê de bibin layiqê hemû şehîdên xwe, her tim bilind bikin û timî bîranîna wê bidin jiyîn.
FARQÎN AMED
Hevrêyê me Farqîn li navçeya Farqîn a Amedê di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Ji ber ku li derdora wî welatparêzî xurt bû û pir tevlîbûn ji têkoşîna me re çêbûn, di temenek zû de li hemberî gerîla sempatî hîs kir. Hevrêyê me bi saya exlaq û zanebûna Kurdîtiyê ya ji malbata xwe girtî, ji zarokatiya xwe ve xeyal kir ku bibe gerîla. Hevrêyê me li Amedê li hemberî bûyerên civakî hestiyar bû, rastiya dijmin di temenek zû de nas kir. Hevrêyê me ferq kir ku dibistanên sîstemê hêlînên asîmîlekirinê ne û kes ji cewherê wî/ê qut dike. Dest bi lêpirsînkirina vê sîstemê kir. Mîna her ciwanek Kurd ê bi rûmet zilma dijmin a li hemberî gelê me dît, wijdana wî qebûl nekir ku li hemberî vê yekê bêdeng be. Dît ku li dijî bêmafiyên hatine kirin, divê bi rengekî aktîf têbikoşe. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karan de xebitî. Bi saya kesayeta xwe ya bi kedê hatî hûnandin, li her derê rêz jê re hate nîşandan. Di encama lêpirsînên wijdanî de hevrêyê me xwest tevlî têkoşînê bibe. Di nava xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger de cih girt. Bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan a di xebatan de, her xebat bi ser xist. Hevrêyê me dema zanîngeh dixwend, di ferqê de bû ku sîstem ji bo ciwanan ji rê derxîne û nehêle tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe polîtîkayên qirêj pêk tîne. Bi xwestekek hîn mezintir têkoşiya. Hevrêyê me ji êrîşên dagirkeriyê û şehadetên gerîlayên ku li dijî van êrîşan bi fedayî li ber xwe dane, bandor bû. Bi taybetî dema ku êrîşên DAÎŞ’ê zêde bûn, ji bo tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe lêgerînên xwe kûr kir. Hevrêyê me Farqîn beşa Endezyariya Elektronîk a Zanîngeha Dîcle terikand û biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe.
Hevrê Farqîn ku di sala 2015’an de li Botanê tevlî refên gerîla bû, jiyana gerîla wekî erkek pîroz û jidayikbûnek nû didît. Hevrê Farqîn bi coşeke mezin beşdarî perwerdeyê bû û zû xwe ji hêla îdeolojîk û leşkerî ve pêş xist û adapteyê jiyanê bû. Hevrê Farqîn perwerdehiya xwe bi rengekî serketî temam kir, li Botanê tevlî pratîkê bû û di aliyê leşkerî û jiyanî de ezmûnek mezin bi dest xist. Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser daxwazên gelê me yên ji bo xwerêveberiyê, berpirsiyariya xwe ya dîrokî girt ser milên xwe û beşdarî Berxwedana Xwerêveberiya Şirnexê ya sala 2015-2016’an bû. Di tevahiya berxwedanê de, hevrê Farqîn beşdarî parastina gelê me bû, beşdarî gelek çalakiyan bû û helwestek fedaî nîşan da. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand berxwedanê û di pêkanîna taktîkî de pêşengiya hevalên xwe kir û bû yek ji sembolên berxwedana dîrokî ya Şirnexê. Tevî êrîş û dorpêçên giran, hevrêyê me şeş mehan helwestek bi biryar domand; tevî birîndarbûna xwe jî, ew qet dev ji erkên xwe berneda. Piştî vê berxwedanê, ew gihîşt Çiyayên Botanê, ezmûnên xwe yên dîrokî bi hevrêyên xwe re parve kir û beşdarî xurtkirina têkoşînê bû.
Hevrê Farqîn, ku di sala 2017’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, ji bo ku di taktîkên gerîla de xwe pêş bixe, beşdarî perwerdehiya pisporiyê bû. Hevrêyê me ji ber tevlîbûna xwe ya çalak, bidîsîplîn û fedakar ên di dema perwerdeyê de bû mînak. Hevrê Farqîn lêhûrbûnên kûr li ser pratîka xwe kir, li aliyek tecrûbeyên xwe yên leşkerî xurt kir û li aliyê din di felsefeya Rêber Apo de jî xwe kûrtir kir. Piştî perwerdehiya serketî, pêşniyara çûyîna Bakurê Kurdistanê kir. Hevrê Farqîn di wê ferqê de bû ku dijmin dixwaze bi êrîşên xwe di şexsê PKK’ê de azadiya gelê Kurd tine bike û ji ber vê her israr kir ku li qadên herî dijwar ên şer be. Bi şêwaza xwe ya dîsîplîn, li gorî pêdiviyên têkoşîna me di qadên pratîkî de tevgeriya. Ji bo kûrkirina aliyê xwe yê îdeolojîk beşdarî perwerdehiya akademiyê bû û piştre di bin sîwana Fermandariya Biryargeha Navendî de tevlî xebatên ku hesasiyet û dîsîplînek ewlehiyê dixwaze bû. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî, helwesta xwe ya pêbawer, fedakar, wêrek û biryardariya xwe ya ji bo parastina xeta Apoyî, ji bo hevalên xwe bû mînak. Ji Amed dest pê kir, li Botanê bû gerîla, li Şirnexê bû qehreman û li gelek deveran bi mîlîtaniya xwe ya fedaî yê Apoyî tevlî bû û gihîşt statuya fermandarek mînak.
Hevrê Farqîn di 8’ê Hezîrana 2021’an de li Garê dema li ser erkê xwe bû di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me bi ruhê xwe yê Apoyî yê fedaî, bi helwesta xwe ya îdeolojîk û kesayetiya xwe ya bi kedê ava bûyî, mîrateyek têkoşînê ya mînak ji hevrêyên xwe re hişt. Em soza xwe dubare dikin ku em ê vê têkoşîna ku wî dewrî me kiriye teqez bi ser bixin û em ê bîranîna wî her û her zindî bihêlin.
ŞERVAN WAN
Hevrê Şervan li navçeya Bêgirî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me ji ber di hawîrdorek welatparêz de mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de sempatiya wî ya li hemberî PKK’ê pêş ket. Çanda Kurd û kesayetiya sade ya Serhedê di şexsê xwe de temsîl kir. Hevrêyê me ji ber ku ji dûrî metropolan li gund mezin bû, bû xwedî karakterek paqij û rast. Ew ji xweza û erdnîgariya Kurdistanê pir hezdikir û ji ber vê ji temenê xwe yê biçûk ve xeyal dikir ku bibe gerîla. Ji çîrokên qehremaniyê yên ku dibû şahidê wan û dibihîst îlham digirt û biryardardariya wî ya têkoşînê bo gelê xwe pêş ket. Di salên dibistanê de, ji ber ku bi zimanê xwe yê dayikê nediaxivî, nakokiyên mezin jiya û asîmîlasyona ku ji hêla dibistanên dijmin ve dihat ferzkirin qet qebûl nekir. Ji temenê xwe yê biçûk ve, ji bo debara malbata xwe gelek karan kir, taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar pêş xist. Bi van taybetmendiyên xwe ji aliyê hewirdor ve hat hezkirin û rêzgirtin. Hevrê Şervan, ku Şoreşa Azadiya Rojava ji nêz ve dişopand, li hember komkujiyên ku DAÎŞ’ê li Rojava û Şengalê pêk dianî bêdeng nema û dest bi lêgerînan kir. Dizanî ku têkoşîna herî rast li dijî êrîşên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê di nav refên gerîla de ye, li ser vê bingehê di sala 2015’an de li Wanê tevlî nava refên gerîla bû. Gava xwe ya yekem a jiyana gerîla li herêma Kato Marînos avêt. Bi kelecana pêkanîna xeyalên xwe, beşdarî her xebatê bû û zû adapteyî jiyana çiyayî bû. Tevî baweriya xwe ya nû jî, her erkê ku jê re hatibû dayîn bi baldarî pêk anî. Piştî saleke pratîkê, hevrêyê me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî xebatên li herêma Heftanînê bû.
Hevrê Şervan, ku her tim li herêma Heftanînê alîkariya hevrêyên xwe dikir û dixwest di aliyê leşkerî de bibe pispor, li ser vê bingehê bi coşek mezin tevlî têkoşînê bû. Piştî du salên xebatên pratîkî, di sala 2018’an de derbasî perwerdehiya li akademiya leşkerî bû ku ji hêla îdeolojîk ve bêtir xwe pêş bixe. Di vê demê de, li ser parêznameyên Rêbertî, pratîka xwe ya berê û ji bo bicih anîna taktîkên demê li dijî êrîşên dijmin, lêhûrbû. Bi saya zanîna xwe ya îdeolojîk û ezmûna xwe ya leşkerî, bû gerîlayekî jêhatî. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, salekê di qada perwerdeyê de erkên pratîkî girt ser milên xwe. Di nava xebatan de bi awayekî jidil û bi cewher tevlî bû. Li hember operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrê Şervan pêşniyar kir ku derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Bi zanîna pêdiviyên gelê me û Tevgera me, armanc kir ku bi çalakiyan bersivê bide dijmin. Bi ezmûna xwe ya leşkerî, ji bo fêrbûna taktîkên gerîla yên dema nû ked da. Bi biryardariya xwe ya şer, helwesta xwe ya bidîsîplîn û baweriya xwe ya bi serketinê, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Ji bo çêkirina tunelên şer kedek mezin raber kir û bi xwezaya xwe ya fedakar hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Şervan ku di ferqa ruhê demê de bû, erkên xwe bi hezkirin û hişmendî bi cih anî û bi pratîk û jiyana xwe ya li gorî pîvanên PKK’ê, xwedî sekneke layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bû.
Bîranîna hevrêyê me Şervan, ku di 24’ê Hezîrana 2021’an de li Garê tevlî karwanê şehîdan bû, wê têkoşîna me ronî bike û her tim rêberiya me bike. Em hemû şehîdên xwe bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînin.”