În, 28 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê çalakiya bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bêne parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî 27’ê Mijdarê weke ‘Cejna Avakirina Sosyalîst’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebê êrişa bi drone ya li ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mako Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê têkildarî kuştina malbata Kaya kesek hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qada Gazê ya Kormorê şewat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Beyrûtê konferansek li ser tundiya li ser jinan hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stockholmê li dijî tundiyê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê ji jinan çalakiyên şevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 110 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Sarya: Jinên ku DAÎŞ têk birin serî li ber HTŞ’ê natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolanên Elmanyayê careke din bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê Cûdî Zagros bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê Cûdî Zagros bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê Cûdî Zagros bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî yê Apoyî bû, ji bo parastina hevrêyên xwe, xwe feda kir û şehîd bû."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) li ser şehadeta gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ewladê leheng ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û milîtanê pêşeng ê ciwantiya Apoyî hevrêyê me Cûdî Zagros di 18’ê Hezîrana 2021’ê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Hevrêyê me Cûdî ku gelek derfetên sîstema kapîtalîst red kir û li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têkoşîneke bênavber meşand, bû milîtanek ku felsefeya Apoyî bixe meriyetê. Welatparêzekî rasteqîn bû ku ji gel û welatê xwe hez dikir. Bi têgihiştina ku hêjayî şehîdan be nêzî her karî bû û hewl da berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş, bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê û sekna xwe ya dilnizm a li nava jiyanê ciwantiya Apoyî bi rengekî hêja temsîl kir. Bi eşq tevlî her wezîfeya li her qadê bû û di nava têkoşîna me de bi rola xwe rabû. Bi kûrbûna xwe ya li ser bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û israra xwe ya li ser taktîkên demê,  hewl da têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ser bixîne. Hevrêyê me ku kedakekî mezin bû û di fedakariyê de sînor nasnedikir, bi rengekî welê tevlî bû ku cihê wî nayê dagirtin. Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî yê Apoyî bû, ji bo hevrêyên xwe biparêze, ji bo zerar negihêje wan, xwe feda kir û şehîd bû.

Em soz didin ku em ê tevlîbûna bê fikar û fedaîtiya hevrêyê xwe Cûdî ji xwe re bikin mînak û xewn û xeyalên şehîdên xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Cûdî em sersaxiyê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Cûdî Zagros ê şehîd bûye, bi vî rengî ne:

Nasnav: Cûdî Zagros
Nav paşnav: Kawa Herekolî
Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye
Dayik-Bav: Ferîde-Nacî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Hezîrana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, ava jiyanê da gelê me ku bi çar parçeyan hatibû parçekirin, li her parçeyî jî êrîşên qirkirinê bi rengekî bêrehm lê dihate kirin, di nava man û nemanê de li ber mirinê bû. Bi vî rengî gelê me jinûve afirand. Di nava rastiya gelekî de ku di bin zexta qirkirinê de bû, ji xwe bawer nedikir û li ber ketinê bû, têkoşîna me hêvî afirand, bawerî da ku paşerojeke azad dikare pêk were. Lewma têkoşînaa me ji aliyê gelê me ve ku di jiyana bi rûmet de israr dikir, bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran tê naskirin, avabûn û pêşketina partiya me PKK ji nêz ve şopand û zû tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Xelkê me yê Rojhilat ê berxwedêr ku hêviya azaidyê ya Qazî Mûhammed timî zindî hişt, têkoşîna Rêber Apo kir têkoşîna xwe, ewladên xwe yên herî leheng şand nava refên têkoşînê û bi serhildanên xwe meşaleya azadiyê gihand asta herî bilind. Bajarê me Ûrmiye jî xwedî li mîrateya berxwedanê ya dîrokî derket, beşdarî nava hêviya azadiyê bû ku di şexsê PKK’ê de şênber bû, veguherî yek ji wan navendan ku têkoşîn hîn xurt kir û di nava dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî girîng.

Hevrêyê me Cûdî li gundê Belavê yê Ûrmiyeyê li nava malbateke me ya hêja ji dayik bû ku dilsozê nirxên Kurdistanî bû, hestên xwe yên welatparêziyê timî li pêş bû û bi keda xwe debara xwe dikir. Çanda Kurd û nirxên exlaqî yên civakî ji malbat û derdora xwe zû hîn bû û bi vî rengî mezin bû. Hevrêyê me ku kesayetiya wî ya kedkar timî li pêş bû, di karên cuda de xebitî, alîkarî bi malbata xwe re kir û di heman demê de perwerdeya xwe jî dewam kir. Li derdora ku lê bû bi jêhatîbûn û durustiya xwe dihate naskirin û taybetmendiyên kesayetiyeke xurt di şexsê xwe de da rûniştandin. Hevrêyê me ku bala wî li ser dîroka Kurdistanê bû, ji her çavkaniya ku bi dest dixist hewl dida gelê me û dîroka gelê me hîn bibe. Nakokiyên destpêkê û yên herî mezin ên hevrêyê me Cûdî ew bû ku li nava dibistanên sîstemê nikarîbû bi zimanê xwe biaxive û bi nasnameya xwe hebe. Ev rewş bû sedem ku hevrêyê me hîn bêhtir giraniyê bide ser hînbûnê, di ehman demê de bikeve nava lêgerîna têkoşînê. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê timî dibihîst û hewl da ji nêz ve nas bike. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahiya gelê me hate kirin, xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi hêrseke mezin herikî qadan, rabû serhildanê û vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Cûdî kir, lewma sempatiya wî ya ji bo PKK’ê her tim mezin bû. Hevrêyê me ku li Beşa Zanistên Rêveberî û Aboriyê ya Zanîngeha Ûrmiyeyê dest bi perwerdeya xwe kir, lêgerînên xwe kûr kir û di vê demê de li ser Parêznameyên Rêbertî xwe kûr kir. Polîtîkaya înkar û îmhayê ya dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, êrîşên qirkirinê yên li Rojava û Şengalê yên li dijî gelê me bûn sedem ku hevrêyê me li hemberî vê yekê bi hêrs bibe û ji dil bawer kir ku xeta PKK’ê wê gelê me bi ser bixîne, lewma hemû qaşo derfetên ku sîstemê pêşkêşî wî dikir red kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me xwest bersiva herî xurt bide banga seferberiyê ya Rêber Apo û bêteredût di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me weke ciwanekî Apoyî bi kelecaneke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû û beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hem hînî jiyana gerîla bû, hem jî di hunera gerîlatiyê de di demeke kurt de şareza bû, bû pispor. Bi rêya perwerdeyê ew şens û derfet bi dest xist ku felsefeya Rêbertî hîn bêhtir ji nêz ve nas bike, fêhm bike. Hevrêyê me Cûdî perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştre beşdarî nava karên Komalên Ciwan bû û ji bo ciwanên Kurd ên ku dînamîka bingehîn a şoreşa me ne zane bike, her wiha tevlî nava refên têkoşînê bike bê rawestandin xebitî, ked da. Hevrêyê me Cûdî bi jîr û jêhatîbûna xwe li her qadê bal dikişand ser xwe, bi kesayetiya xwe ya samîmî û durust di demeke kurt de têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî. Hevrêyê me li ser Parêznameyên Rêbertî û dîroka berxwedanê ya PKK’ê ya bûye efsane şareza bû û tevkariyeke mezin li perwerdekirina hevrêyên ciwan kir ku tevlî nava refên têkoşînê bûn. Hevrêyê me ku ji bilî zimanê xwe yê dayikê Kurdî gelekî baş bi Farsî, Tirkî û Azerî zanî bû, di her mijarê de zû dibû pispor û bi vî rengî beşdarî têkoşînê bû. Hevrêyê me Cûdî ku hêrsa wî ya li hemberî mêtingeran mezin bû, gelekî xwest û israr kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê cihê avabûna PKK’ê bibe, li wê derê têkoşînê bimeşîne û xelkê me yê Bakurê Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Di encama vê israrê de pêşniyara hevrêyê me hate qebûlkirin û weke kadroyê Komalên Ciwan berê xwe da Botanê ku mabeda gerîlatiyê ye û zû tevlî kar bû. Hevrêyê me Cûdî têkoşîna xwe her tim bilind dikir, piştre derbasî qada Geverê bû û têkşoîna xwe bi bandor dewam kir. Li her qadê kedeke bêsînor da û ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê kir. Hevrêyê me Cûdî PKK bi vê gotinê pênase dikir, ‘PKK şêweyeke jiyanê ye ku di nav de heqîqet, durustî, hevrêtî û samîmiyet heye’. Ji bo ev pîvanên bingehîn ên jiyana PKK’ê bigihîne gelê me bi îradeyeke bêsînor û daxwazeke bê dawî têkoşiya. Bi têgihiştin û biryardariyeke mezin nêzî her wezîfeyê bû û bi rengekî çalak beşdarî nava jiyanê bû. Felsefeya Apoyî li her qada jiyanê temsîl kir, li cihê ku lê ma bû hevrêyekî me yê mînak. Ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir bi ser bixîne û hesab ji mêtingeran bipirse, hevrêyê me Cûdî her kêliya jiyana xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me û bû şopdarekî dilsoz ê xeta fedaiyan.

Hevrêyê me Cûdî yê xwedî ruhê fedaî yê Apoyî di 18’ê Hezîrana 2021’ê de dema li ser kar û wezîfeya xwe bû, ji bo hevrêyên xwe biparêze û zerar negihêje hevrêyên wî, canê xwe feda kir û şehîd bû. Hevrêyê me Cûdî mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Em dibêjin, ji bo hêjayî bîranîna hevrêyê xwe Cûdî bin em ê hîn bi xurtî têbikoşin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Arinç: Daxwaza welatîbûna wekhev û mafê hêviyê divê bi cih bêne anîn
Nûçeya Pişt re Di komxebata jinên Êzidî de peyama Rêber Apo hate nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kampanyaya Na ji Cezayê Darvekirinê re: Di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin

Li gorî kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ heftiya borî 20 girtî li Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzerên Kantona Firatê li dijî biryarên Doza Kobanê komxebatek lidarxistin

Parêzerên Kantona Firatê bertek nîşanî biryarên doza Kobanê dan û diyar kirin ku ev kiryarên…

Ji aliyê Stêrk TV

4’emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran hate lidarxistin

Li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Zanîn Xwebûn e, Xwebûn jî Azadiye” 4’emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mako Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?