Çarşem, 16 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya bi Bahçelî re civiya: Pêdivî bi helwesteke hevpar heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê: Em di asta ‘komîsyon’ û ‘qanûnê’ de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xezeyê trajediyeke din: 20 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li navenda artêşê ya li Şamê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê bi Davûtoglû re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya li Mexmûrê bi koma 142’yan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sinûnê daxwaza xizmetê kir, lê artêşa Iraqê gule lê reşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqan têk bibe
Kurdistan

KCK: Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqan têk bibe

KCK’ê cejna Newrozê pîroz kir û got: “Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqên zalim têk bibe û berxwedana gelan û azadî wê ser bikeve.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Newroza 2024’an payameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gava destpêkê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di Newroza 1973’yan de di civîna Bendava Çûbûkê de hate avêtin û wiha hate gotin: “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan di sala 1982’an de agirê berxwedanê pê xist û Newroz jinûve gihand wateya xwe ya dîrokî, kevneşopiya berxwedanê jinûve geş kir, kevneşopiya berxwedanê gihand çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê, gelê Kurdistanê jî bi her Newrozê re hîn bêhtir hişyar bû û jinûve rabû ser piyan. Bi vî rengî Newroz gihîşt wate û armanca xwe ya dîrokî, serdemeke nû da destpêkirin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em Newrozê pêşwazî dikin ku yek ji cejnên herî kevn û bi wate yên dîroka mirovahiyê ye. Newroz li dijî zilm, koletî û mêtingeriyê serhildaneke xurt a gelan e. Ev kevneşopiya ku bi hezaran sal in nîşaneya berxwedana mezlûman a li dijî zaliman e, ji wateya xwe tiştek winda nekiriye, hîn xurt bûye û gihîştiye vê serdemê. Ji Kawayê Hesinkar heta bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ên ku di afirandina vê roja dîrokî de navê wan têne bilêvkirin û ji her kesên xwedî li Newrozê derdikevin em hurmeta xwe pêşkêş dikin. Afirînerên vê kevneşopiya bi wate nirxên hevpar ên mirovahiyê ne.

Newroz li dijî zilma Dehaqan navê serketina bi berxwedanê û azadiyê ye. Bi baweriya ku bi berxwedanê azadî dikare bê afirandin em Newrozê li gelên Mezopotamyayê yên qedîm, li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li jin, ciwan, kedkar û bindestan hemûyan pîroz dikin. Her kesên ku Newrozê ji dil hîs dikin, dadikevin qadan û pîroz dikin, bi tîna agirê Newrozê silav dikin.

HEZKIRINA GELÊ KURD A JI NEWROZÊ JI BER DILXWAZIYA XWE YA JI BO AZADIYÊ YE

Gelê Kurd ku afirînerê Newrozê ye di tevahiya dîrokê de li dijî zilm û mêtingeriyê li ber xwe da û kevneşopiya Newrozê dewam kir. Bi hezaran sal in bi hesreta azadiyê Newroz bi coş pêşwazî û pîroz kir. Weke gelê Newrozê hebûna xwe parast û dewam kir. Rêber Apo ji ber vê rastiyê gelê Kurd weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kir. Di vê serdemê de jî gelê Kurd bi hesreta li azadiyê Newrozê bi hezkirin û coşeke mezin pîroz dike. Mîna her salê îsal jî Newroz hîn beriya hatina 21’ê Adarê li her derê tê pîrozkirin. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî bêriya Newrozê dike û jê hez dike. Coş û hezkirina gelê Kurd a ji Newrozê ji ber dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê ye. Em jî bi heman hezkirin, coş, hesret û dilxwaziya azadiyê Newrozê ji dil li gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin.

Em Newrozê her wiha li dost, jin û enternasyonalan pîroz dikin ku bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bûn parçeyek ji têkoşîn û şoreşa Kurdistanê, di belavkirina şoreşa modernîteya demokratîk a li cîhanê de bi roleke mezin rabûn. Em wan silav dikin, hezkirin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Piştevaniya dostan a bi têkoşîna me û Rêber Apo re em kêfxweş kiriye, xurt kiriye û baweriya me ya bi nirxên gerdûnî hîn mezin kiriye. Em vê helwesta bi wate ay dostên gelê Kurdistanê gelekî watedar û hêja dibînin.

EM ŞEHÎDÊN NEWROZÊ BI BÎR TÎNIN

Ewladê leheng ê gelê Kurd şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan di sala 1982’an de li zindana Amedê agirê Newrozê dada, tarîtî qetand û kevneşopiya Newrozê jinûve geş kir. Em wî bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên Newrozê de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin. Çirûska ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li zindanê pêxist bi Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan veguherî agirekî mezin, kir ku gelê Kurd bi rengekî mezin hişyar bibe û bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ya niha re veguherî Rojekê ku mirovahiyê bi temamî ronî û germ dike.

Bêguman ên ku herî zêde Newrozê ji kûrahî ve dijîn û temsîl dikin berxwedêrên li zindanan û gerîla ne. Girtiyên siyasî di nava şert û mercên herî giran de xeta berxwedanê ya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bêtawîz dewam kirin, teslîmiyet û xiyanet heta dawiyê mehkûm kirin û têk birin. Em Newrozê li berxwedêrên zindanan pîroz dikin ku teslîmiyet û xiyanet têk birin û bi sekna xwe ya azadiyê hêzeke mezin dan têkoşîn û gelê me. Em berxwedana wan silav dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî berxwedana ku Kawayê Hemdem da destpêkirin li çiyayên Kurdistanê gihandin asta herî bilind, dagikerî, mêtingerî û dijminê zalim têk birin û kirin ku gelê Kurdistanê jinûve rabe ser xwe. Bi vê wesîleyê em gerîlayên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin silav dikin û Newrozê yek bi yek li wan pîroz dikin.

Di dîroka Kurdistanê de Newroz tê wateya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ên bi pêşengiya Kawayan a li dijî zilma Dehaqan. Berxwedana ku bi agirê Kawayê Hesinkar destpê kir, zilma Dehaq ê zalim hilweşand, gel gihand azadiyê û Newroz afirand ku serdemeke nû ye. Ev kevneşopiya bi wate ya berxwedana mezlûman a li dijî zaliman, bi pêşengiya PKK’ê nîv sedsal e bi berxwedana gelê Kurd dewam dike, tarîtiyê ronî dike, zaliman têk dibe û azadiyê pêk tîne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku îro bi feraseta xwe ya modernîteya demokratîk veguherî têkoşîna azadiyê ya gerdûnî ya mirovahiyê, gava xwe ya destpêkê di sala 1973’an de di Newrozê de di civîna li bendava Çûbûkê de avêt. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan di sala 1982’an de agirê berxwedanê pê xist û Newroz jinûve gihand wateya xwe ya dîrokî, kevneşopiya berxwedanê jinûve geş kir, kevneşopiya berxwedanê gihand çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê, gelê Kurdistanê jî bi her Newrozê re hîn bêhtir hişyar bû û jinûve rabû ser piyan. Bi vî rengî Newroz gihîşt wate û armanca xwe ya dîrokî, serdemeke nû da destpêkirin.

AFIRÎNERÊ VAN GEŞEDANAN RÊBER APO YE

Bêguman yê ku ev gavên dîrokî hemû da avêtin jî Rêber Apo ye. Rêber Apo bi destpêkirina têkoşîna azadiyê re gelê Kurd jinûve gihand Newrozê û li Kurdsitanê pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin. Ji ber vê yekê Dehaqên zalim ên vê serdemê hemû li hev kom bûn, bi komploya navneteweyî Rêber Apo dîl girtin û xistin nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê. Rêber Apo di sala 26’an de li dijî vê sîstema êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Eşkere ye ku berxwedana Rêber Apo ya li dijî Dehaqên zalim Newroza herî mezin e. Yê ku Newrozê bi rengê herî mezin dijî û dide jiyîn Rêber Apo ye. Em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin ku berxwedêrê herî mezin ê Newrozê ye, silav, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ bi pêşengiya dostan pêngaveke azadiyê ya global hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de karê herî girîng ê heta niha hate kirin. Di sala 2024’an de divê pêngav bê biserxistin û li ser vê bingehê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin, bi pêş ve bibin. Pîrozbahiyên Newrozê jî divê asta herî bilind a vê yekê be, gelê me li her derê divê dakeve qadan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne ziman, helwesta xwe ya azadî û berxwedanê nîşan bide. Ji ber vê yekê divê newroza 2024’an bibe çalakiya herî xurt a bi vê dirûşmê ku bi milyonan mirov tevlî bibin. Weke gel û tevgerê em nema dikarin xwe li êrîşên qirkirin û dagirkeriyê, kiryarên êşkence û tecrîdê yên rejîma AKP-MHP’ê rabigirin ku faşîst, înkarker, nijadperest, derewîn û dijminê Kurdan e. Tecrîda li ser Rêber Apo bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd zêde dike, dewam dike. Di serî de êrîşên li ser Rojava, li dijî Kurdsitanê sûcê şer tê kirin. Êrîşên li ser Rojava bi rengekî eşkere sûcê şer e. Niha jî ji bo qirkirina Kurdan planên nû dikin. Tayyîp Erdogan û rejîma wî Dehaqê zalim ê vê serdemê ne, lewma li dijî wan divê bi ruhê Newrozê berxwedana me bê mezinkirin, divê em sala 2024’an bikin sala serkertinê. Bi vê armancê divê em bi milyonan mirov dakevin qadan, Newrozê bi rengê herî xurt pîroz bikin.

Berxwedana gelan wê zilma Dehaqên zalim teqez têk bibe, berxwedan û azadiya gelan wê bi ser bikeve. Em bi vê baweriyê Newrozê careke din li gelê Kurd, gelên Mezopotamya, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Geverê çalakiya li dijî dagirkeran
Nûçeya Pişt re Şoreşgerên Enternasyonal wê li Hesekê lîstika Prometheûs pêşkêş bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin

QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya 9’ê Cotmehê destpê kir’

Hesen Koçer got, "Komploger mikur tên ku armanca wan a esasî destwerdana li Rojhilata Navîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Roboskî 4 hezar û 596 roj in li edaletê digere

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, wiha got: “657 hefte ne necezakirina faîlan bi destê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şervanê QSD’ê yê li Tişrînê şehîd bû li Nisêbînê konê sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê di salvegera 14’emîn de şehîdên ‘Destana Qendîlê’ bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kerkûkê droneyek li nêzî bîra petrolê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?