Pêncşem, 10 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna şehîd Abdullah Okur kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 117’an a Komkujiya Gar a Enqereyê daxwaza edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleç: Ji bo civak xwedî li pêvajoyê derkeve, gaveke girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî
Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê di demên cuda de şehîd bûn û got, "Em hevrêyên xwe Pale, Şevger, Zagros, Harun, Têkoşîn, Sefkan, Laşer û Çiyager bi hurmet bi bîr tînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 40 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Gerîlatiya Bakurê Kurdistanê di dîroka me ya têkoşîna çekdarî ya 40 salan de rolekî mezin lîst. Bû qadekî ku gerîlatiya me cara ewil li wir destpê kir, guleya ewil hate avêtin û têkoşînekî bênavber hate dewamkirin. Li Bakur di şert û mercên herî zehmet de û bi derfetên kêm berxwedanên destanî û çîrokên qehremaniyê hatin afirandin. Berxwedana qehremanî ya gerîlayên Bakur li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker û mêtînger bû mertal. Di vê têkoşînê de ku bi cesaret, fedariyekî mezin û ruhê fedayî yê Apoyî tê meşandin de bi parastina hebûn û rûmeta gelê me, salên herî watedar ên dîroka me ya têkoşînê afirand.  
 
Bêguman ev têkoşîna li ser xeta fedayîtiyê bi ked û xwîna şehîdên me yên qehreman hate meşandin. Di vê pêvajoya têkoşîna dijwar de şehîdên me yên ku gihiştin şehadetê, lê agahiyên wan ên şehadetê ji ber şert û mercên şer di demê xwe de nehatin zelalkirin, çêbûn. Di encama lêkolînên me û agahiyên nû ku gihiştin ber destê me de em hevrêyên xwe Pale, Şevger, Zagros, Harun, Têkoşîn, Sefkan, Laşer û Çiyager ên ku di dîrokên cuda de li Bakurê Kurdistanê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Pale Rêvan 
Nav û paşnav: Abdî Ekmekçî 
Cihê jidayikbûnê: Mûş 
Navê dayik û bav: Gullu- Alî 
Cih û dîroka şehadetê: 24’ê Hezîrana 2019/ Dersim

Nasnav: Şevger Rojger 
Nav û paşnav: Harun Sune 
Cihê jidayikbûnê: Şirnex 
Navê dayik û bav: Xeysa- Selîm
Cih û dîroka şehadetê: 24’ê Hezîrana 2019/ Dersim

Nasnav: Zagros Zîlan 
Nav û paşnav: Îhsan Etmanî 
Cihê jidayikbûnê: Selmas 
Navê dayik û bav: Fatma- Cîhanbexş 
Cih û dîroka şehadetê: 29’ê Îlona 2017/ Besta

Nasnav: Harun Civyan 
Nav û paşnav: Harun Karay 
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg 
Navê dayik û bav: Încî- Mihyeddîn 
Cih û dîroka şehadetê: Mijdara 2020’an/ Garzan

Nasnav: Têkoşîn Serhed 
Nav û paşnav: Serap Kaya 
Cihê jidayikbûnê: Erzirom 
Navê dayik û bav: Perîşan- Reşît 
Cih û dîroka şehadetê: Dersim

Nasnav: Sefkan Saleh 
Nav û paşnav: Ferhat Ateş 
Cihê jidayikbûnê: Amed 
Navê dayik û bav: Ayten- Şehmus  
Cih û dîroka şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2020’an/ Dersim

Nasnav: Laşer Munzur 
Nav û paşnav: Ercan Çetîn 
Cihê jidayikbûnê: Dersim 
Navê dayik û bav: Şehrîban-Nurî 
Cih û dîroka şehadetê: 21’ê Cotmeha 2021’an/ Dersim

Nasnav: Çiyager Tolhildan 
Nav û paşnav: Adem Goz 
Cihê jidayikbûnê: Wan 
Navê dayik û bav: Fatma- Îrfan 
Cih û dîroka şehadetê: 21’ê Cotmeha 2021’an/ Dersim 

PALE RÊVAN

Hevrêyê me Pale Rêvan li navçeya Kopê ya Mûşê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye û bi welatparêziya xwe tê nasîn, ji dayik bû. Hevrêyê me Pale di nava malbetekî welatparêz de mezin bû û 5 sal dibîstanê xwend. Lê piştre dev ji dibîstana dijminê berda û dest bi karkeriyê kir. Tevkariya aborî li malbata xwe kir. Ji bo vê yekê çû metropolên Tirkiyeyê û li wê derê wekî karker şixûlî. Di vê pêvajoyê de diyardeya kedê, kedxwariyê û dagirkeriya aborî ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê dît. Hem ji ber van, hem jî zextên ku ji aliyê faşîstan ve dît, rê li ber vekir ku rastiya Kurd û Kurdistanê zêdetir hîs bike û nas bike. Ev rewş di hevrêyê me Pale de rê li ber lêgerînan vekir û tevlî xebatên ciwanan bû. Dema di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de bû, ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin. Lê her zexta dijmin ezma wî ya têkoşînê û biryardariya wî zêdetir kir. Hevrêyê me Pale bi vî rengî biryara tevlîbûna li nava gerîla da û di sala 2010’an de li Dersimê tevlî refên PKK’ê bû.

Hevrêyê me Pale yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Dersimê dît, li vir fêrî tecrubeyên xwe yên ewil bû. Li hawirdora şerê zor û di bin êrîşên dijmin de xwe li gorî heqîqetê perwerde kir. Hevrêyê me Pale bi bingeheke xurt a gerîlatiyê dest bi rêyê kir. Tevlîbûna li gerîla wekî tevlîbûna li jiyanekî nû nirxand. Di encama perwerdeyên dîtî û nîqaşên bi hevrêyên xwe re de fêm kir ku di rastiyê de bi tevlîbûna gerîlayan tevlî heqîqeta Kurd bûye. Her ku îdeolojî û felsefeya Apoyî bi berfirehî lêkolîn kir û pejirand, dît ku tevlîbûna li PKK’ê tevlîbûna li heqîqeta gerdûnî ye. Lewma ji ber tevlîbûna xwe ya li PKK’ê serbilind bû û her tim kêfxweşiya vê jiya.  
 
Hevrêyê me Pale ku bi cesaret û bêtirsbûna xwe tê nasîn, bi lez di gerîlatiyê de serwext bû. Her erk û her qada ku çû, tecrubeyên nû da wî. Armanca wî ya bingehîn lidarxistina çalakiyên li dijî dijmin bû. Di sala 2012’an de di nava çalakiyekî de birîndar bû. Lê xwe zû komî ser hev kir û dîsa vegerî ser erka xwe. Di sala 2013’an de ji aliyê Rêber Apo ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêvajoyekî hate destpêkirin. Hevrêyê me Pale jî ji bo piştgirîkirina vê pêvajoyê li ser banga Rêber Apo, bû yek ji meşvanên çareseriya demokratîk ku ji Dersimê hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Pale ku ji dil bawerî bi rastbûna her pêngava ku Rêber Apo pêş xist anî, qet bawerî ji dewleta Tirk a qirker neyne jî hewcedariya banga Rêber Apo bi cih anî.  
 
Hevrêyê me Pale ku gihişt Herêmên Parastinê yên Medyayê, demekê hewl da pêvajoya nû fêm bike. Piştre bi lez tevlî xebatan bû û erk girt. Di sala 2014’an de tevlî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Li akamediyê gerîlatiya serdema nû pejirand û di asta fermandarê yekîneyê de berpirstarî girt. Hevrêyê me Pale piştî ku bi temamî siyaseta durû ya dewleta Tirk û ji çareseriya pirsgirêka Kurd zêdetir armanca wî ya esas tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e eşkere bû, pêşniyar kir ku dîsa here Bakurê Kurdistanê. Dît ku tenê têkoşîna çekdarî dikare dijminê ku di înkar û îmhayê de israr dike birawestîne û divê bi zimanê ku dijmin jê fêm dike bersiv were dayîn. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de ku dewleta Tirk bi awayekî topyekûn êrîşî gelê me û Tevgera me kir, ew jî berê xwe da Bakur û derbasî Dersimê bû.  
 
Kêfxweşiya bêterif a ji nû ve vegera Dersimê jiya. Ji ber ku li Dersimê gelek bîranînên wî û şopa hevrêyên wî yên şehîd hebû. Hevrêyê me Pale bi awayekî çalak û di asta pêşengiyê de tevlî têkoşîna gerîla ya li Dersimê bû. Tevahiya 4 salan bêrawestan têkoşiya û li dijî dijmin şerekî dijwar da. Hevrêyê me Pale di 24’ê Hezîrana 2019’an de li Geliyê Harçikê ya Dersimê di pevçûnekî bi dijmin re de tevî hevrêyê me Şevger şehîd bû. Hevrêyê me Pale tu car serî li hemberî dijmin netewand, teslîm nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir. Helwesta hevrêyê me Pale ku li hemberî dijmin serî netewand wê her tim ji me re bibe mînak. Tecrubeya wî ya gerîlatiyê, dilsoziya wî ya bi gelê Kurd re û biryardariya wî ya dana pey şopa şehîdan wê bibe nirxên me yên herî hêja ku em ê her tim mînak bigirin. Li ser vê bingehê em soz didin ku têkoşîna wî mezin bikin û bi ser bixin.  

ŞEVGER ROJGER

Hevrêyê me Şevger li gundê Bafê yê Hezexê ya bi welatparêziya xwe tê nasîn, ji dayik bû. Gundê Bafê ku nêzî çiyayê Gabarê, Çemê Dîcleyê û deşta Hezexê ye, bi erda xwe ya dewlemend gundekî qedîm ê. Gelê me yê li vir jî bi dilsozê xaka xwe ye, dirust û sade dijîn. Dema ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatin Botanê, dengê piyê wan li Gabarê hat û pişte hatin deşta Hezexê, gundê Bafê jî dest bi naskirina Apoyiyan kir. Bi dîtina Apoyiyan re têkiliyên hestî çêbûn, sempatiyek wan ên mezin çêbû û bingehên ewil ên welatparêziyekî xurt hate avêtin. Jin û mêrên ciwan ên gundê Bafê tevlî refên gerîla bûn, meşaleya azadiyê gur kirin û bi berxwedanên xwe yên destanî navê xwe li çar parçayên Kurdistanê dan bihistin. Şervanên azadiyê yên ji gundê Bafê navê vî gundê qedîm kirin ku ji aliyê her kesî ve bê zanîn. Wisa bû ku her kes vî gundê welatparêz û zarokên wan ên leheng nas kir. Tevlîbûna ji vî gundî ji bo refên gerîla û têkoşîn kirin, bû kevneşopiyek.  
 
Hevrêyê me Şevger jî bi hestên welatparêziya xurt a gelê Bafê mezin bû. Ji ber ku ciwanek hest û hişmendiya wî xurt bû, zû eleqe bi têkoşîna azadiyê ya gelê xwe re anî. Wekî ciwanekî Kurd ê zîrek û jêhatî di wê baweriyê de bû ku divê ew jî ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Bi vê hest û baweriyê re di sala 2016’an de li Dersimê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Şevger dikarîbû li çiyayên Botanê jî tevlî gerîlayan bibe. Le xwest di qada herî zehmet de, li ser xeta bakur a Bakurê Kurdistanê, li cihê ku derfet lê kêm in gerîlatiyê bike. Ev tercîha hevrêyê me Şevger yek ji taybetmendiyên wî yên ewil ên mîlîtaniya PKK’ê ye. Ji ber ku şoreşgeriya PKK’ê tu car tenezûlê yê hêsan, rehet û erzan nekiriye, her tim ketiya pey yê zehmet, ne pêkan û hêja. Hevrêyê me Şevger Apoyîtiyê ku wekî li xwe kirina cilekî ji agir e, rast fêm kir û hewl da bike pratîkê.  
 
Hevrêyê me Şevger ku zarokê gelekî çiyayî ye, zû bi çiyayên Dersimê re bû yek. Bi fêrbûna gerîlatiyê, bi temaşekirina hevrêyên xwe wan ji xwe re kir mînak û bi alîkariya fermandarên xwe zû serwext bû. Li qada şer a dijwar û di bin êrîşên dijmin de fêrî gerîlatiyê bû. Bi fêrbûnê re kirin û bi kirinê re fêrbûnê pêk anî.  
 
Di vê wateyê de bi awayekî rast yekbûna teorî-pratîk ku taybetmendiyek bingehîn ê PKK’ê ye, pêk anî û bi ser ket. Ji ber vê yekê hevrêyê me Şevger wekî şoreşgerekî ku cewher, gotin û pratîka wî her tim heman bû, rol lîst. Serketinên wî yên girîng di jiyana gerîlatiyê de çêbû û ji aliyê her hevrêyên xwe ve hat hezkirin. Wekî zarokekî hêja yê gundê Bafê, têkoşîna xwe bir heya Dersimê û li wê derê bi layiqî temsîl kir. Hevrêyê me Şevger di 24’ê Hezîrana 2019’an de li Geliyê Harçikê ya Dersimê di pevçûnekî bi dijmin re de tevî hevrêyê me Pale şehîd bû. Di pevçûnê de tu car serî li hemberî dijmin netewand, teslîm nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi qehremenî têkoşiya. Helwesta qehremanî ya hevrêyê me Şevger ku da pey şopa Seyît Rizayan û tu car li hemberî dijmin çok nedanî, wê her tim ji me re bibe mînak. Em ê tu car milîtanê leheng ê Apoyî hevrê Şevger ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand, ji bîr nekin û bi mînakgirtina helwest û tevlîbûna wî têkoşîna wî bi ser bixin.  
 
ZAGROS ZÎLAN

 
Hevrêyê me Zagros li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku bi welatparêziya ya xwe ya qedîm û berxwedaniya xwe tê nasîn. Wekî ferdekî eşîra Şikakî ya berxwedêr, bi hestên welatparêziya kûr mezin bû. Bi çîrokên qehremaniyê ya eşîretê û berxwedêrên Rojhilatê Kurdistanê mezin bû. Her tim xeyala bûyîna yek ji van qehremanan kir. 8 sal di dibîstanên rejîma Îranê de xwend. Lê dev ji dibîstanên rejîmê berda û di karên cuda de şixûlî. Bi vî rengî tevkariyê li dabara malbata xwe kir. Hevrêyê me Zagros ku hestên welatparêziya esîl di dilê wî de bû, kete nava lêgerîna têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê. Ji Simkoyê Şîkakî heta Qazî Mihmed, ji Siyamend Mûînî heta Ebdurrahman Qasimlo û heta Serhildanên Simko gelek berxwedêrên leheng ji xwe re kir mînak. Tevgera Azadiyê ya Apoyî ku mîrateya hemû berxwedêran bi awayekî herî rast temsîl dike û têkoşîna wan bi biryardarî dimeşîne, nas kir. Di wê baweriyê de bû ku bi naskirina PKK’ê re bersiva lêgerînên xwe dît û biryara tevlîbûnê da. Lê bi daxwaza gerîlayan di nava civakê de ma û xebatên milîstiyê kir. Lê her tim daxwaza xwe ya çûyîna li çiyayên Kurdistanê anî ser ziman. Li ser vê bingehê di sala 2018’an de li Xakurkê tevlî refên gerîla bû.  

Hevrêyê me Zagros piştî perwerdeya xwe ya ewil, li çiyayê bi heybet a Zagrosan Ciloyê dest bi pratîkê kir. Li vê derê bi evîn û daxwazekî mezin tevlîbûnê raber kir û meşa li pey şopa qehremanên herheyî yên gelê me esas girt. Bi ders wergirtina ji kêmaniyên lehengên ku di dîroka Kurd de bi qehremanî li ber xwe dan, lê bi awayekî bêtalih şehîd bûn, tecrube derxist û meşa xwe ya şoreşê meşand. Di erdîngariya asî ya Zagrosan de bi gerîlatiya xwe ya bi îradeyekî xurt, tecrubeyên girîng wergirt. Bi tevlîbûna li çalakiyan tecrubeya xwe ya şer pêş xist û di taktîkên gerîlatiyê de kûr bû. Ji bo ku bigihije formasyona gerîlatiya pispor tevlî pêvajoya perwerdeyê ya li Dibîstana Operasyonê ya Mehmed Goyî bû û bi serkeftî temam kir. Piştre derbasî herêma Avaşînê bû û salekî pratîkê li vir kir.  
 
Hevrêyê me Zagros gerîlatiyê wekî azadiyê dît, ji bo ku pêştir here pêşniyar kir û xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdehiyê bû, li vir hesaba pratîka xwe ya gerîlatiyê ya 5 salan kir, xwe ji bo gerîlatiya serdema nû amade kir û di sala 2014’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Zagros ku derbasî eyaleta Erziromê bû, derfet dît ku tecrubeyên xwe li vir bixe pratîkê. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya dirust fermandariyê kir ku hemû hevrêyên wî hêz jê girtin. Piştî ku du salan li Erziromê ma, ji ber pirsgirkên tenduristiyê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bi rê ket. Lê dijwarbûna şer, êrîşên dijmin û şehadeta hevrêyên wî bandorekî kûr li ser wî çêkir û dev ji çûyîna Herêmên Parastinê yên Medyayê berda. Li qada Botanê tevlî pratîka gerîla bû. Gerîlatîkirina li Botanê ku guleya ewil a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê hate avêtin, wekî şansekî mezin dît. Tevlîbûnekî bêdudilî raber kir. Hevrêyê me Zagros ku bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya, li Besta, Kato û Kêla Memê gerîlatiyê kir. Bi kesayeta xwe ya kedar û dilnizmbûna xwe hêzê da hemû hevrêyên xwe. 
 
Hevrêyê me Zagors 29’ê Îlonê di operasyona dijmin a li qada Kanî Kotkê de tevî hevrêyên me Kurtay Serhat- Yunus Diler, Arjîn Garzan- Nergîz Akşîn û Şahan Ronî- Bawer Irmak şehîd bû. Em zarokê hêja yê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hevrê Zagros ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û şehîd bû, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî mezin bikin û armancên wî bi ser bixin. 

HARUN CIVYAN

Hevrêyê me Harun li navçeya Gever a Colemêgê ji dayik bû. Wekî ferdekî eşîra Oremarî ya qedîm ku bi welatparêziya xwe tê nasîn, bi hestên welatparêziyê mezin bû. Hişmendiya ku ji malbat û derdora xwe wergirt, hişt ku wekî ciwanekî kurd ê welatparêz şêwe bigre. Di dibîstanên dewleta Tirk de heta amadeyiyê xwend. Lê pêkanînên dijminane yên bi siyaseta îmha û înkarê ya dewleta Tirk li dijî gelê me, di hevrêyê me Harun de bertekekî mezin çêkir. Ji ber ku dayikên ku li ber çavên wî hatin copkirin, zarokên ku serê wan bi qûndaxan hatin şikandin û Kurdên bêguneh ên ku di bin çavan de rastî êşkenceyên hov hatin, dît. Di heman demê de bi tevlîbûna merasîmên cenazeyê yên hevrêyên xwe yên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûn, hêrsekî wî yê mezin li dijî dijminê ku rê li ber şehadeta wan vekir çêbû. Pir ji şehîdan bandor bû û biryar da ku bibe sonda tolhildanê wan.  
 
Li ser vê bingehê di salvegera 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de ku ji bo gelê Kurd Roja Berxwedanê ye, di 14’ê Tîrmeha 2010’an de tevlî refên gerîlayan bû. Hevrêyê me Harun di rojekî wiha watedar de gavê xwe li şoreşgertiyê avêt û ji destpêkê ve eşkere kir ku ew ê li ser rêya Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekan bimeşe. Meşa bi ruhê têknaçe ya Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê esas girt. Piştî ku perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê dît, di yekîneyên leşkerî ya Metînayê de nêzî çar salan pratîkê kir. Pratîka wî ya li eraziya zehmet a li ser dxeta bakur ê Metînayê hişt ku tecrubeyekî girîng ê gerîlatiyê bi dest bixe. Danehev û tecrubeya xwe ya li vir ji bo gerîlatiya Bakurê Kurdistanê têrker dît û pêşniyar kir.  
 
Di encama pêşniyara xwe ya bi israr de di sala 2014’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û ber bi Bakurê ku xeyala wî ya herî mezin bû bi rê ket. Pratîka zehmet a Bakur, rewşa bi dijmin re di nava hev de bûn, di heman demê de meşa li pey şopa gerîlatiya 40 salî, têkiliya bi gelê Bakur re wekî şandekî mezin dît. Ji bo ku vê şansê bi awayekî herî baş binirxîne, her tim bala xwe da serketinê. Helwest, tevlîbûn, fedakarî û hevrêtiya jidil a hevrêyê me Harun ji bo hemû hevrêyên wî bû çavkaniya hêzê. Hezkirin û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir û dilsoziyek kûr ava kir. Hevrêyê me Harun li dijî êrîşên dijmin ên ku piştî 2015’ê li Bakur pêş ket, bû xwediyê pratîkekî ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe da, çalakiyan pêş xist û derbên giran li dijmin da. Bi cesareta xwe ya bilind û bi afirîneriya xwe ya di aliyê taktîkê de rolekî mezin lîst. Xeyalên xwe yên têkildarî gerîlatiya Bakur yek bi yek pêk anî.  
 
Hevrêyê me Harun dema bi tevlîbûna xwe ya xurt û soza pêşerojê dide, wekî fermandarekî Apoyî yê pêşeng rol dilîst di Mijdara 2020’an de li qada Şêx Habip a Garzanê şehîd bû. Ji ber ku şehadeta hevrêyê me Harun ji ber bêderfetiyên gerîlatiya Bakur û şert û mercên şerê dijwar nû zelal bû, agahiya şehadetê ya hevrêyê xwe bi malbata wî û hemû gelê xwe re parve dikin û soz didin ku em ê her tim bibin dilsozê bîranîna wî.  
 
TÊKOŞÎN SERHED
 
Hevrêya me Têkoşîn li navçeya Qereyazî ya Erziromê ji dayik bû. Bi çanda qedîm a gelê Serhedê mezin bû. Hevrêya me Têkoşîn bi helwest, tevger û jidilbûna xwe wekî ciwanekî xwedî kareter mezin bû. Welatparêziya bi kok a derdora malbata wî hişt ku hestên welatparêziya xurt û hişmendiya nasnameyî di wê de pêş bikeve. Bi saya vê hişmendiiyê hebûn, nasname, ziman û mafê azadiyê ya gelê Kurd nas kir. Wekî ciwanekî Kurd xwest ku gelê me bi awayekî azad bijî.  
 
Birayê wî Serhed Têkoşîn- Semîh Kaya di sala 2014’an de tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û ev yek bandorek mezin li ser hevrêya me Têkoşîn çêkir. Di wê baweriyê de bû ku bersiva lêgerîna azadiyê ku ew wekî jinekî ciwan a Kurd kete nav, dikare li refên gerîlayan bibîne ku birayê wî tevlî bû. Demekî ji bo tevlîbûnê kete nava lêgerînan û di dawiyê de firsendekî dît û gihişt çiyayên Kurdistanê.  
 
Hevrêya me Têkoşîn ku di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû, dema ku hîn bû navê birayê wî Serhed e navê Têkoşîn Serhed li xwe kir. Piştre birayê wî hevrêyê me Serhed hîn bû ku xwişka wê tevlî refên gerîla bûye, bi kêfxweşiyek bêterif navê xwe kir Serhed Têkoşîn. Bi vî rengî her du xwişk û bira û hevrê bi hilgirtina navên hev soza jiyana azad û serkeftinê dan hev du. Hevrêya me Têkoşîn bi kêfxweşiya mezin a ji ber tevlîbûna li refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, gavên xwe yên ewil ên ji bo jiyana PKK’ê avêt.  
 
Her tim hewaya azadkirinê ya çiyayan hîs kir û kir heta kûrahiya dilê xwe. Wekî jinekî Kurd her ku li çiyayan têkoşiya azad bû, bedew bû û bû gerîlayekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hat hezkirin û rêzgirtin. Bi enerjiya xwe ya jiyanê ya xurt, moral û kêfxweşiya xwe ya bêdawî bû hevrêyekî ku hemû hevrêyên wî hêzê jê girtin. Xeyala hevrêya me Têkoşîn her tim ew bû ku bibe layiqê gelê xwe, şehîdan, Rêbertî û birayê xwe hevrê Serhed. Her tim ji bo hestên xwe yên paq û armancên xwe yên mezin bêhesab têkoşiya. Bi helwest, tevlîbûn û hevrêtiya xwe bû mîlîtanekî mînak.  
 
Hevrêya me Têkoşîn wekî jinekî ku têkoşîna azadiya jinên Kurd dimeşîne, da pey şopa Sara- Sakîne Cansiz, Zîlan, Zeynep Kinaci û Bêrîtan- Gulnaz Karataş. Her tim hewl da wekî wan bibe, bi xebitînê di îdeolojiiya azadiya jinê de mesafetekî girîng girt û xwe ji nû ve afirand. Wekî şervana YJA Starê ya cesur bi îdiayekî mezin a serkeftinê tevlî jiyan û şer bû. Ji bo parastin û pêkanîn azadiya gelê me her tişta ku ji destê wê hat  kir û hewl da bibe layiq. Hevrêya me Têkoşîn ku pir bi şehîdan re dilsoz bû, her tim ji bo ku bibe şopdara wan kedekî mezin da. 
 
Hevrêya me Têkoşîn ku bi îradeyekî ji pola û ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya, di êrîşa dijmin a li Dersimê de şehîd bû. Birayê wî hevrêyê me Serhed Têkoşîn jî 7’ê Adara 2023’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja re ku her du zarokên xwe yên hêja da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hemû xizmên wan re dixwazin. Em soz didin ku em ê xwedî li bîranîna her ku xwişk û bira û du hevrêyên me yên pir hêja Têkoşîn Serhed û Serhed têkoşîn derkevin, armancên wan bi ser bixin û wan her tim jiyanî bikin û jiyan bikin.  

SEFKAN SALEH
 
Hevrêyê me Sefkan li Amedê ku wekî dil û paytexta Kurdistanê tê nasîn, ji dayik bû. Wekî ferdekî malbatekî ji navçeya Çinar a Amedê di nava derdorekî welatparêz de mezin bû. Exlaqa ku ji malbata xwe wergirt û çanda welatparêziyê ku ji derdora xwe wergirt hişt ku wekî ciwanekî karekterê wî xurt mezin bibe. Hestiyariya civakî ya hevrêyê me Sefkan û empatiya wî ya xurt hişt ku li hemberî derdora xwe bi hestiyar be û serê xwe bi pirsgirêkên gelê xwe biêşîne. Li dibîstanên dewleta Tirk xwend û amadeyiyê qedand. Wekî ciwanekî Kurd ê ronak û zana siyaseta qirkirinê ya li hemberî gelê me lêpirsîn kir. Hevrêyê me didît ku pêvajoya ku Rêber Apo di 2013’an de da destpêkirin û hewldana wî ya bêmînak ji aliyê dewleta Tirk ve tê îstîsmarkirin. Ji ber ku di zîhniyeta dewleta Tirk de her tim înkar û îmhata gelê Kurd hebû, dizanîbû ku tu car dev ji dijminatiya Kurdan bernade. Bi eşkerehî didît ku derfet ji çareseriya pirsgirêka Kurd re nayê dayîn ku dewleta Tirk bi destê xwe afirand û dewleta Tirk ne ji bo aştiyê lê ji bo şerekî mezin amadekariyê dike. Dema ku nêzîkatiya durû, dijminane û nesamîmî ya dewleta Tirk dît, di Tebaxa 2013’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Sefkan piştî tevlîbûna xwe ya li nava gerîla îspat kir ku dijminê çiqasî baş nas dike, analîz kiriye û li gorî wê cesareta tevgerîna bi berpirsyar nîşan daye.  
 
Hevrêyê me Sefkan bi evîn û azweriyekî mezin tevlî jiyana gerîla bû. Bi tevlîbûna di salvegera Pêngava 15’ê Tebax a navdar de armanc kir ku li pey şopa fermandarê nemir Egîd- Mahsum Korkmaz bimeşe. Bi kesayeta xwe ya bi coş moralekî mezin da hemû hevrêyên xwe û zewq standina jiyana gerîla pratîkê kir. Bi dinamîzîm û enerjiya ciwantiya xwe reng da her hawirdora ku lê bû û piştgiriyê da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Sefkan dema perwerdeya ewil a gerîlatiyê dît û her ku tecrube girt, hîs kir ku bi hêz dibe.  
 
Her ku rastiya PKK’ê ya mirov diguherîne, vediguherîne û her tim bi hêz dike dît, PKK’ê hembez kir. Dema ku ji aliyekî ve xwe di îdeolojiiya Apoyî û dîroka Kurdistanê de kûr kir, ji aliyê din jî hewl da di gerîlatiyê de kûr bibe. Dema ku di helwest û tevlîbûna xwe de astekî girîng bi dest xist, pêşniyar kir ku derbasî Dersimê bibe. Hevrêyê me Sefkan armanc kir ku here Dersimê li ser şopa Seyît Rizayan bimeşe, xeyalên hevrê Sara- Sakîne Canzi li çiyayên Dersimê pêk bîne û bibe bersiva bîranînên şehîdan. Li ser vê bingehê ji Amedê derbasî Dersimê bû.  
 
Hevrêyê me Sefkan di gerîlatiya Bakur de tecrubeyekî girîng bi dest xist. Parastina xwe ya li dijî êrîşên dijmin, bersivdayîna her êrîşan û mertalbûna ji bo hevrêyên xwe bi hostayî fêr bû. Bi tevlîbûna xwe ya xurt û hevrêtiya xwe ya ji dil li Dersimê rolekî girîng lîst. Bi bêtirsbûn û cesareta xwe ya bilind tevlî çalakiyên ku derbên giran li dijmin da, bû. Bû yek ji gerîlayên qehreman a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li çiyayên Dersimê deng veda û destanê nivîsand. 
 
Hevrêyê me Sefkan dema ku ji bo azadiya gelê Kurd bi evînekî mezin têdikoşiya di 3’ê Tîrmeha 2020’an de li Dersimê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû. Têkoşîna mînak ê hevrêyê me Sefkan, gerîlatiya wî ya ku di tevahiya 7 salan de li Bakurê Kurdistanê bi îradeyekî mezin kir û xeyalên wî yên ku di oxira wî de ciwantiya xwe û hemû jiyana xwe feda kir, wê her tim rê nîşanî me bike. Em soz didin ku armancên hevrê Sefkan pêk bînin û bîranînên wî her tim bidin jiyîn.  

LAŞER MUNZUR
 
Hevrêyê me Laşer Munzur li Dersimê ji dayik bû. Di nava malbatekî ji navçeya Pulurê de mezin bû. Nasnameya berxwedêr a Dersimê, berxwedêriya wî ya di cewhera xwe de israr dike, karekterê wî ya serhildêr û berxwedana wî ya bi rûmet ku tu car serî li hemberî dijmin natewîne, di kesayeta xwe de nîşan da. Wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji mezinên xwe guhdarî tiştên ku bi ser Dersimî û gelê Kurd de anîne kir, ji dîrokê fêr bû û şahidî jê re kir. Ji ber ku baş dizanîbû tu Kurdekî nikare ji rastiya xwe bireve, tu car tenezulê vê nekir. Berovajî dîroka xwe, gelê xwe û rastiya xwe baş fêr bû û gihişt hişmendiyekî kûr. Hişemdiya wî ya dîrokî û tiştên ku gelê me jiyan kiriye, di hest û hizrê wî de rê li ber hêrsekî mezin vekir.  Ji bo ku tolê ji dijmin hilîne ku hemû êşan li gelê me da jiyankirin û ji bo ku gelê Kurd bi nasnameya xwe di xaka xwe de bi azad bijî kete nava lêgerînan. Bi meraq û heyrantiyekî mezin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li çiyayên Dersimê deng veda lêkolîn kir. Piştî ku Tevgera Apoyî nas kir dît tu yekane cihê ku armanc û xeyalên xwe pêk bîne, PKK’ê ye. Li ser vê bingehê biryara tevlîbûna li têkoşînê da û rojekî pir watedar di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dîrokî de di sala 2015’an de li çiyayên Kurdistanê tevlî refên gerîla bû. 
 
Hevrêyê me Laşer ê ku li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd- Mahsum Korkmaz meşiya û dest bi gerîlatiyê kir, zû bi çiyayên ku lê ji dayik bû re yek bû. Di fêrbûna gerîlatiyê de zehmetî nekişand. Bi evîna çiya ya di dilê xwe de û bi hêza ku hevrêyên wî da, di gerîlatiyê de tecrube bi dest xist. Tecrubeya xwe ya leşkerî di îdeolojiya Apoyî û dîroka Kurd de kûrtir kir û pêşde bir. Bi vî rengî gihişt formasyona gerîlayên pispor. Hevrêyê me Laşer zarokekî bixêr a Dersimê li çiyayên Dersimê şer kir û tola dayik û bavên xwe rakir. Di çalakiyên li dijî dijmin de bi cesaretekî mezin rola xwe lîst. Bi rûkenî û tevlîbûna xwe ya bi moral hezkirin û rêza hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di qada herî zehmet a Bakurê Kurdistanê de berxwedana wî ya di derfetên kêm de hişt ku bibe milîtanekî fedayî yê Apoyî.  
 
Hevrêyê me Laşer 6 sal li çiyayên Dersimê gerîlatiyê kir. Dersimê qul bi qul geriya û erdnîgariya wî nas kir, di binê her darekî de bîranînên nemir hişt. Di 21’ê Cotmeha 2021’an de li Çiyayên Mercanê ya navçeya Pulur a Dersimê dema tevî hevrê Çiyager re li ser erka xwe bû, bi dijmin re kete pevçûnê. Di vê pevçûnê de derbeyên giran xist. Her du hevrêyên me di vê pevçûnê de ku li dijî artêşek û teknîka di destê wan de heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîyane li ber xwe dan û şehîd bûn.  
 
Ji ber ku hevrêyên me yên ku şehadeta hevrêyên me Laşer û Çiyager dizanîbûn piştre şehîd bûn û ji ber şert û mercên şerê dijwar agahiyên şehadetê yên hevrêyên me dereng gihişt navendê me. Biderengî jî be em bi rezdarî, hezkirin û minetdarî hevrêyê xwe Laşer bi bîr tînin û soz didin ku dilsozê bîranînê wî bimînin û têkoşîna wî bi ser bixin. 
 
Hevrêyê me Çiyager wekî zarokê sêyemîn a malbatekî ji Wanê ji dayik bû. Di hawirdorekî ku welatê em dagirkirî ye, gelê Kurd di bin zextekî mezin de ye û em her roj rûbirûyê polîtîkayên înkar û îmhayê tên de mezin bû. Ji ber ku zarokê gelekî ku di bin metirsiya qirkirinê de bû, zarokatî û ciwantiyekî ku mafê her zarokê ye, jiyan nekir. Hevrêyê me Çiyager dema jiyanê nas kir û cîhanê fêm kir, rewşa ku gelê Kurd têde ye dît. Êşa gelê xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs kir. Ji ber vê yekê her ku bi hişmend bû û xwe nas kir, eleqe bi têkoşîna azadiyê ya gelê xwe re anî. Li ser bingeha vê eleqe û lêgerînê, biryara tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê da. Bi taybet dema dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî berxwedana xwerêveberiyê yên li bajarên Kurdistanê kir, hewl da gelê me ji 7’ê heta 70 salê bi qetilkirinê teslîm bigire, benzîn rijan berxwedêrên jerzemînên Cizîrê û bi saxî şewitand, ji bo hevalê me Çiyager bû hêrsekî mezin. Bi hêrsa di dilê xwe de û îdiaya azadkirina gelê Kurd di payîza 2016’an de li Dersimê tevlî refên gerîla bû.  

ÇIYAGER TOLHILDAN

Hevrêyê me Çiyager ji Bakurê Kurdistanê û ji herî bakurê Bakur tevlî gerîla bû û gerîlatiya di şert û mercên herî zehmet de li ber çavan girt. Li hawiroda şer û li qadekî ku bi dijmin re di zikê hev de rasterast tevlî pratîka gerîla bû. Hem ders ji hevrê û fermandarên xwe girt û hem jî bi nêrîna jiyan û tevgerê wan xwe perwerde kir. Bi vî rengî zû di gerîlatiyê de tecrube qezenc kir û astekî ku bi xwe li ser lingên xwe disekine û dikare xwe li dijî dijmin biparêze qezenc kir. Li qadekî ku gelê me Dersimê rastî qirkirinê hat, pêşengên wan li sêdareyan de hatin darvekirin û hestiyên bê gor geliyan tijî kiriye, ji bo azadiya gelê Kurd xwe feda kir û dest bi têkoşînê kir.  
 
Li çiyayên Dersimê 5 salan bi evîn, coş û heyecanekî têkoşiya. Rûmeta gerîlatiya bi azad a li çiyayên Kurdistanê çiya. Bi hêza ku ji hevrêtiya heqîqî ya PKK’ê wergirt, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê. Di 21’ê Cotmeha 2021’an de li Çiyayên Mercanê ya navçeya Pulur a Dersimê tevî hevrê Laşer bi dijmin re kete nava pevçûnê. Di vê pevçûnê de derbên giran li dijmin da û çawişekî pispor ceza kir. Her du hevrêyên me di vê pevçûnê de ku li dijî artêşek û teknîka di destê wan de heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîyane li ber xwe dan û şehîd bûn.  
 
Ji ber ku hevrêyên me yên ku şehadeta hevrêyên me Çiyager û Laşer dizanîbûn piştre şehîd bûn û ji ber şert û mercên şerê dijwar agahiyên şehadetê yên hevrêyên me dereng gihişt navendê me. Biderengî jî be em hevrêyê xwe yê şehîd bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin, soz didin ku dilsozê bîranînê wî bimînin û têkoşîna wî bi ser bixin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê helwesta hevpar
Nûçeya Pişt re Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîlançoya lehî û berfê: 9 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Bahçelî re bi dawî bû

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî agirê Newrozê hat vêxistin

Ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di koreografiya ku ji bo Newrozê li dar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Peyama Rêber Apo mohra xwe li Kongreya Wan TUHAY-DER’ê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide hemû gel û mirovahiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şopandina daxuyaniya gerîla ji Amedê bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jinên ji Wanê: Bang kêliyeke dîrokî ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?