Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Azadiya Kurdan a li Îranê di tifaqa wan a demokratîk de ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Muslim ji bo yekîtiya me faktorekî girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Danezana Newroza Wanê hat ragihandin: Bi ruhê yekîtiyê dakevin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Hogir û Mazlûm bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê bûn gerîlayên azadiyê yên Apoyî yên mînak."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Di 6’ê Îlona 2023’an de li herêma Garê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Hogir Pîrosî û Mazlûm Partîzan şehîd bûn.

Hevrêyên me Hogir û Mazlûm ku ewladên hêja yên gelê Kurdistanê bûn, di ber azadiya gelê xwe de xwe berpirsyar dîtin, bi vê armancê bêteredût dest bi têkoşîneke bênavber kirin û bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê bûn gerîlayên azadiyê yên Apoyî yên mînak.

Hevrêyên me Hogir û Mazlûm li qadên cuda yên têkoşîna me ya azadiyê karên girîng kirin, bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya bi fedakarî milîtaniya Apoyî di jiyana xwe de şênber kirin. Bi sekna xwe ya bi îrade û fedakar li her qadê û di her karî de ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekirin, lewma her wezîfe û berpirsyarî bi rengê herî baş bi cih anîn. Hevrêyên me Hogir û Mazlûm kesayetiya xwe ya durust, sade, dilnizm û têgihiştî bi felsefeya azadiyê ya Apoyî re kirin yek, di her qonaxa rêwîtiya xwe ya heqîqetê de xwe bi armanca xwe re kirin yek, bi rêxistin kirin, çalak kirin û bûn heqîqetek.

Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Hogir û Mazlûm tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kirin, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em careke din soz didin ku şehîdên xwe di têkoşîna xwe de bi bîr bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Hogir Pîrosî
Nav paşnav: Halîl Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Zulfuye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2023 / Garê

Nasnav: Mazlûm Partîzan
Nav paşnav: Mûhammed Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Nerîman-Seydo
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2023 / Garê

HOGIR PÎROSÎ

Hevrêyê me Hogir li gundê Pîrosî yê navçeya Elkê ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi hişmendiya welatparêziyê ya xelkê Botanê mezin bû, rastiya dijmin jî zû nas kir. Ji ber vê yekê li dijî sîstema dewleta Tirk her tim bû xwedî helwest. Tevî ku demekê li dibistanên sîstemê xwend jî ti carî sîstema dibistanê ya dijmin nepejirand. Haya xwe ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê hebû ku dewleta Tirk dixwest li Botanê bi cih bîne, lewma timî hewl da nirxên neteweyî û civakî biparêze. Hevrêyê me Hogir ku zarokatiya wî li gund derbas bû ku gelekî jê hez dikir, bi jiyana xwezayî ya gund ve dilsoz ma û taybetmendiya xwezayî ya civaka gund ji gelek aliyan ve di kesayetiya xwe de temsîl kir. Lewma ti carî li jiyana bajêr germ nebû, nepejirand. Hevrêyê me Hogir ku bi sewalkarî û cotkariyê mijûl bû, bi saya keda bêhempa dilsoziya wî ya bi xak û welêt re hîn xurt bû. Serdegirtina dijmin a li gund û girtina mirovan bûn sedem ku hevrêyê me Hogir rastiya dijminê mêtinger û dagirker hîn baştir nas bike. Ji bo karibe piştgiriya aborî bide malbata xwe li metropolan xebitî û hingî li hemberî neheqiya li gelê me dihate kirin timî kete nava lêgerînan. Ji ber nasnameya xwe ya Kurd zextên giran lê hatin kirin jî ti carî tawîz ji hebûna xwe neda û têkoşîna xwe ya jiyanê dewam kir. Daxwaz û biryardariya wî ya ji bo têkoşîna li dijî neheqiyê bû bingeh ku bi tevgera me ya azadiyê re bimeşe. Sala 2007’an partiya me ji nêz ve nas kir û ji hevrêyên xwe re ragihand ku ew dixwaze bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bibe. Hevrêyê me Hogir tevî ku israr kir ji bo tevlî nava refên gerîla bibe, demekê li nava karên xweparastinê hate wezîfedarkirin. Her wezîfe bi dîsîplîna partiyê bi cih anî. Dema ku li bajêr bû bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû û wezîfeya xwe bêkêmasî pêk anî.

Hevrêyê me Hogir ku wezîfeyên xwe yên li metropolan bi serketî bi cih anî, sala 2010’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku bi salan bi hesreta wê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tehma jiyana gerîla kir û bi moral û coş tevlî bû. Hevrêyê me ku ne dûrî jiyana çiyê bû, di demeke kurt de di pratîkê de xwe bi pêş ve bir. Zû hînî jiyana komunal û dilnizm a gerîla bû û ji ber kîna xwe ya li dijî dijmin timî bi pêş ket. Hevrêyê me Hogir bi qasî salekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, ji ber tecrûbeyên xwe yên li qada xweparastinê careke din derbasî karên li bajêr bû. Li her cihê ku berê xwe da, bi fedakarî, daxwaz û kelecaneke mezin tevlî karên partiyê bû. Di vî karî de ku demeke dirêj di nav de ma, ji bo serketinên girîng bi dest bixe kedeke mezin da, bi taybetî di xurtkirina hişmendiya xweparastinê ya gelê me de bi roleke girîng rabû. Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di sala 2016’an de tevlî berxwedana xweparastinê ya li Silopiyayê bû, kir ku derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker bê xistin. Hevrêyê me tevkariyeke mezin li vê berxwedanê kir û ji bo hilanîna tola Dayika Taybet û Cemîle Çagirgayan, di her çalakiyê de bi rengekî çalak cih girt. Bi rastiya dijmin a qirker û talanker zanîbû, lewma li her devera berxwedana fedaî bû.

Hevrêyê me Hogir sala 2017’an careke din li çiyê vegeriya ku xwe ji wir didît, demekê li herêma Cûdî ma. Li vê derê di serî de hevrê Şehîd Rizgar Gever bi gelek hevrêyên hêja re têkoşiya. Bi hevrêyên li vê derê re tecrûbeyên xwe parve kir, kir ku têkildarî şerê bajêr danheviyeke girîng bê afirandin. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û beşdarî perwerdeya di asta akademîk de bû. Di perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya çalak, daxwaza fêhmkirinê, lêpirsîn û lêkolînê di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Di parêzname û analîzên Rêberê me de xwe kûr kir, ji xwe re kir ronahî û her tim ber bi pêş ve gav avêt. Pitşî perwerdeyê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî kar bû, gelek karên girîng ên ku baweriyeke mezin jê re diviyabû, bi cih anî. Hevrêyê me Hogir bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, dîsîplîn, tempoya bilind a kar û baweriya bi tevgera me, bi rengekî fedaî tevlî bû. Hevrêyê me Hogir ji xwe re kir armanca bingehîn ku bibe milîtanekî hêjayî Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd, li her qadê ji bo vê armanca xwe pêk bîne, hewl da. Lewma kete nava kûrbûnên mezin, li ser xeta milîtaniya Apoyî xwe ji nû ve afirand. Bi daxwaz, kelecan û fedakariyeke mezin tevlî nava kar bû û wezîfeyên demê bi ser xist. Hevrêyê me Hogir ku welatparêziya Botanê bi xurtî pê re hebû, xeyaleke wî jî ew bû ku li çiyayên Botanê gerîlatiyê bike. Ji bo vê jî timî pêşniyar kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Hogir bi kesayetiya xwe ya bi moral, kelecan ji bo bicihanîna wezîfeyan fedakariyeke mezin kir û bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Di 6’ê Îlonê de li herêma Garê di êrîşeke dijmin de hevrêyê me Hogir şehîd bû. Hevrêyê me Hogir mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend û hevrêtiyeke xurt li pey xwe hişt ku ti carî nayê jibîrkirin. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de hevrêyê xwe Hogir bi bîr bînin û têkoşîna wî bi ser bixînin.

MAZLÛM PARTÎZAN

Hevrêyê me Mazlûm li gundê Meydana ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û ji nav tevlîbûn û şehîd hebûn, di temenekî zû de Tevgera me nas kir. Lewma ji biçûkahiya xwe ve li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Di sala 2008’an de ji berxwedana hevrêyên me yên ku li cihekî nêzî gundê wan şehîd bûn, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm xwedî malbateke kedkar bû. Ji bo ku di aliyê aborî de alîkariyê bide malbata xwe, demekê di karên cuda de xebitî. Dema ku sala 2010’an mayînên li sînor paqij kir, rejîma BAAS’ê dest bi lêgerîna wî kir. Li ser vê yekê demekê li Bakurê Kurdistanê ma. Di demên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de car din vegerî Rojava. Hevrêyê me Mazlûm girêdayî cewherê xwe mezin bû. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re biryar da ku divê têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir nas bike û di nav de cih bigire. Ji ber ku temenê wî biçûk bû, ev xwesteka hevrêyê me nehate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî lêgerînên xwe domand. Li dijî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê dixwest li ser gelan pêk bîne, bêdeng nema û ji bo biryara xwe ya tevlîbûnê israr kir. Ji şehadetên ku di berxwedana destanî ya bi pêşengiya Tevgera me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê çêbûyî de, pir bandor bû. Hevrêyê me Mazlûm ji xwe re qebûl nekir ku li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê bêdeng bimîne û di sala 2016’an de di nava refên têkoşînê de cih girt.

Hevrêyê me Mazlûm di sala 2016’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Gavên destpêkê yên milîtaniya Apoyî avêt. Bi perwerdeyên destpêkê yên dîtî re ji peywendiyên hevrêtiyê yên di nava Tevgera me de, bandor bû û ji bo ku tevlîbûneke hîn xurttir raber bike ket nava hewldanê. Ji bo jiyankirin û fêmkirina Rêbertiya me lêhêrbûnên kûr pêk anî. Rastiya şehîdan ji hîn nêztir nas kir û dilsoziya xwe ya bi Partiya me re xurt kir. Hevrêyê me Mazlûm li qada Rojava di nava gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt û di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke diyar. Dema ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de dest bi dagirkirina Efrînê kir, birayê wî yê mezin hevrêyê me Qehreman – Kemal Reşîd şehîd bû. Hevrêyê me bi tevlîbûneke hîn xurttir bersiva vê şehadetê da û ev yek kir sedemê xwe yê tolhildanê. PKK partiya şehîdan e, wî jî ev rastî dizanî û xwe ji bo her wezîfeyê pêşniyar kir û sekneke fedayî di xwe de şênber kir. Şehîdbûna birayê wî ya di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, êşên bi serê gelê me hatine û êrîşên qirkirinê yên li ser hatine ferzkirin, kir hinceta tolhildanê û weke milîtaneke Apoyî bi cidiyeteke mezin nêzî wezîfeyên Partiyê bû. Li her qada ku lê ye bi dirûstî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re, bû milîtanekî mînak. Di sala 2019’an de hevrêyê me Mazlûm di berxwedana li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Girê Spî û Serêkaniyê de cih girt û derbeyên giran li çete û leşkerên Tirk xist. Bi saya kêrhatin û serketina xwe ya di şer de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me her tim pêşniyar dikir ku biçe çiyayên azad û di sala 2019’an de gihişt qadên ku bêriya wan dikir. Di nava demeke kurt de ji jiyana çiyê û gerîla re motîve bû û pêş ket. Weke şervanê heqîqetê her tim bala xwe dida ya hîn baştir û bedew. Ya heyî bes nedît û bû xwediyê meşeke bênavber. Hevrêyê me Mazlûm xwest xwe ji bo taktîkên şer ên gerîla yên dema nû perwerde bike. Bi tevlîbûna xwe li perwerdeyê, sekin û hêrsa xwe ya tolhildanê bû milîtaneke pispor. Di pêvajoya perwerdeyê de parêzname û dahûrandinên Rêbertî xwendin û lêpirsîneke kûr pêk anî. Hevrêyê me ji nû ve xwe afirand. Dizanî ku perwerdeyê partiyê cihê xwe afirandinê ye û her gava xwe bi zanebûn avêt. Hevrêyê me Mazlûm piştre di nava xebatên girîng ên Partiya me de cih girt ku baweriyeke zêde ji van xebatan re dihat xwestin. Bi pratîka xwe nîşan da ku milîtaneke Apoyî divê çawa be. Hevrêyê me Mazlûm li ser meşa azadiyê ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê têde cih girtî, xwe fedayê şerê heqîqetê kir û meş, jiyan û şerê li ser xeta Rêbertî ji xwe re esas girt. Meraqa wî ya fêrbûnê ew di temenekî ciwan de sewqî lêkolîn û tecrubeyê kir. Tecubeyên mezin bi dest xist û di nava şer û jiyanê de bû xwedî tevlîbûneke mînak. Bi saya fêmkirin û hêza xwe ya çavdêriyê, di temenekî zû de pêşketin bi dest xist. Hevrêyê me Mazlûm bi hevrêyên xwe re jiyana komunal parve kir û bi saya kesayeta xwe ya dilnizm û gihayî rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Bi baweriya xwe ya xurt û xwesteka xwe her tim girêdayî Rêber Apo, Partiya me PKK’ê, hevrêyên me û gelê me ma û di nava lehengên Kurdistanê de cihê xwe girt. Hevrêyê me Mazlûm 6’ê Îlonê tevlî karwanê şehîdan bû û di dîroka azadiyê ya gelê me de cih girt. Weke şopdarên wî em soz didin ku bîranîna hevrêyê xwe Mazlûm li Kurdistana Azad bidin jiyîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kelarê pêşangeheke pirtûkan hat vekirin
Nûçeya Pişt re Li Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûr çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî tundiyê têkoşîna 16 rojî hate destpêkirin

Li Helebce, Silêmanî û Mexmûrê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

KONGRA-GEL: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya avakirina civakî û aştiyê

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û got, “Divê di serdanên cejnê de rojeva…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?