Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Qetilkirina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Em biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna şehîdan dubare dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Îradeya azadiyê ya jinan nikare bê tepisandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Divê em bi rêxistinbûnek xurt xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê Azê Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê Azê Erdal bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê got: “Hevrêya me Azê di êrîşên nemerdane yên dijmin de şehîd bû. Bi sekna xwe ya jina azad, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Hevrêya me Azê Erdal li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ku li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaneke destanî lê tê raberkirin, heta nefesa xwe ya dawî ji felsefeya jiyana azad tawîz neda, li ber xwe da û di Tebaxa 2022’yan de şehîd bû.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li rojhilat û rojavayê Zapê raber dike, xitimî ye. Ji bo ku xitîmîna xwe derbas bike, hewldan kir ku hin qadên nû dagir bike. Di vê çarçoveyê de 25’ê Gulana 2022’yan êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî hate kirin. Li dijî van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, hevrêya me ya li qadê bi fedayiyane li ber xwe da û derbeyên giran li dijmin xist. Destpêkê bi taktîka tîmên pispor a li ser esasê araziyê, piştre jî bi taktîkên di tunelên berxwedanê de derbeyên giran li xeyalên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xist û nehêla bigihije armancên xwe. Hevrêya me Azê Erdal jî di vê berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya fermandarê me yê bi wêrek û hêja Nûrî Yekta de cih girt. Di çeperê xwe yê berxwedanê de heta dawiyê nûneriya mîrateya berxwedana dîrokî ya jina Kurd a azad kir û bi berxwedana xwe kir ku derbeyên giran li dijmin bikevin. Bi îradeya xurt a ji Rêber Apo wergirtî, tevî her cure êrîşên dijmin ên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi ruhê xwe yê fedayî heta nefera xwe ya dawî girêdayî îdeala jiyana azad ma. Hevrêya me Azê di tevahiya jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta jina azad û bi hêrsa xwe ya li hemberî dijmin gerîlatiya serketinê di kesayeta xwe de afirand û bi van taybetmendiyên xwe bû gerîlayeke YJA Starê ku ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

 

Di serî de malbata wê ya hêja ku mîlîtaneke fedayî ya Apoyî ya mîna hevrêya me Azê mezin kir û bi têkoşîna azadiyê ya gelê me da qezenckirin, em ji gelê xwe yê cefakar ê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û hemû gelê Kurdistanê yê welaparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta berxwedanê ya ku hevrêya me Azê dewrî me kiriye, di şexsê wê de hewl bidin ku bibin layiqê hemû şehîdên xwe û vê xetê heta serketinê bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Azê Erdal, bi vî rengî ye:

Nasnav: Azê Erdal

Nav û Paşnav: Kurdistan Sîdar

Cihê Jidayikbûnê: Etrûş

Navê Dayik – Bav: Qumrî – Mehmet Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebaxa 2022’yan / Metîna

Hevrêya me Azê weke endamek a malbateke welatparêz û dilsozê nirxên azadiyê ya ji Botanê, li Geliyê Qiyametê ya girêdayî Etrûşê ji dayik bû. Malbata hevrêya me Azê ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, lewma ew jî li Mexmûrê mezin bû. Malbata wê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk teslîm nebû û ji bo jiyaneke bi rûmet penaberî qebûl kir û ket ser rêya penaberiyê. Malbata wê hevrêya me Azê û zarokên xwe yên din bi çanda welatparêzî û Kurdîtiyê mezin kirin. Lewma hevrêya me Azê di temenê xwe yê biçûkahiyê de partiya me PKK û têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Hevrêya me Azê her çendî ku li wargeha Mexmûrê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibîne û di tevahiya jiyana xwe de bi rengekî azad bi ziman û çanda jiyan kiribe jî, ket ferqa êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li hemberî gelê me. Lewma ti carî xwe ji gelê me cuda nekir û fêm kir ku heta gelê me azad nebe, ew bi xwe jî azad nabe. Hevrêya me Azê ti carî qebûl nekir ku bi zorê ji warê xwe yê cewherî, ji Botanê bê dûrxistin. Her tim xeyal kir ku vegere Botanê û jiyaneke li ser kokên xwe bidomîne. Hevrêya me dizanî ku ev yek jî encex bi azadiya welatê me Kurdistanê pêkan e û di temenekî zû de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî beşdarî xebatan bû. Hevrêya me Azê di her xebata beşdar bûyî de, bû xwedî tevlîbûneke serketî û ti carî tevlîbûna xwe ya heyî bes nedît. Hevrêya me weke pîvan her tim azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya gelê me esas girt. Heta pêkanîna van armancan, ti carî xwe bi serketî qebûl nekir. Hevrêya me Azê ji sala 2010’an û vir ve ket nava lêgerînê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike û di ferqê de bû ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Hevrêya me têkildarî vê yekê ket nava lêhêrbûnê. Bi taybetî ji ber ku xwişka wê tevlî nava refên gerîla bûye û ji xizmên wê yên nêz jî tevlîbûna nava refên gerîla hene, di serî de li qada Botanê ji gelek şehadetên li gelek deverên cur be cur ên têkoşîna me çêdibin û ji operasyonên şoreşgerî yên ku di sala 2012’an de bi pêşengiya fermandarên me yên hêja Reşît Serdar û Rojîn Gewda tên meşandin, pir bandor dibe. Hevrêya me di ferqê de bû ku divê ew jî weke jineke Kurd a ciwan tevlî nava refên gerîla bibe û wezîfe û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Bi israr û biryardariyeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêya me Azê ya ku li herêma Garê perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê dît, ji ber ku bi xwestek û kelecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bûbû, di hînbûna jiyana li çiyê û jiyana gerîla de zehmetî nekişand. Hevrêya me Azê ku bi tevlîbûna xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak, di demeke kurt de karî bibe gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê. Tevî ku hevrêya me Azê di nava refên gerîla de nû bû jî, di sala 2012’an de xwest cihê xwe di nava operasyonên şoreşgerî yên li Zagrosê de cih bigire û ji bo vê xwesteka xwe, israr kir. Lê hevrêyên wê yên ku dixwestin hevrê Azê di taktîkên gerîlatî û bîrdoziya Rêbertî de hîn bêhtir pêş bikeve, pêşniyar kirin ku biçe Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda. Li ser pêşniyara hevrêyan, hevrêya me Azê jî derbasî dibistana operasyonê ya perwerdeyê bû. Hevrêya me bi perwerdeya ku dîtî re xwe di taktîka gerîlatiyê de bi pêş xist, hem di gelek taktîkên gerîla de kûr bû û hem jî bi hînbûna bikaranîna gelek çekan serketineke girîng bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi hevrêyên xwe yên jin re di perwerdeya ku dîtî de hişmendiya xwe ya zayendî kûrtir kir, di heman demê de ket ferqa hêza xwe ya cewherî. Hevrêya me Azê ya ku ket ferqa divê hemû xebatên xwe yên jiyanî û perwerdeyî bi xwe pêk bîne, di vê pêvajoya perwerdeyê de bi baweriya ku bi dest xistî zemîna pratîkeke hê serkeftîtir danî.

 

Hevrêya me ya ku heta sala 2015’an herî zêde li qadên Garê û Zapê pratîk meşand, di van pêvajoyan de tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Di her xebata ku tê de cih girtî û li her qada ku lê ma ye, bi kesayeta xwe ya bi cewher, kedkar û sekna xwe ya zelal di xeta jina azad de, bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin. Di sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk li dijî gelê me û Tevgera me dest bi êrîşên topyekûn kir, hevrêya me Azê jî dixwest weke milîtaneke jin a Apoyî li dijî êrîşên dijmin bersiva pêwîst bide û li ser vê bingehê pêşniyar kir ku derbasî qadên ku şer lê dijwar, bibe.

Hevrêya me ya ku gerîlatiya herêma Botanê ji bo xwe kiribû xeyal, ji bo ku ev xeyal pêk were bû xwedî israreke mezin. Hevrêya me ji bo ku di pêvajoya şerê giran de tevlîbûnek çalak pêk bîne, hewcedarî dît ku xwe di warê bîrdozî de hê bêhtir pêş bixe û li ser vê bingehê di sala 2015’an de derbasî Akademiya Hakî Karer bû û beşdarî perwerdeya bîrdozî û leşkerî bû. Bi vê perwerdeya ku hevrêya me dîtî re, ji bo ku nasnameya jina azad di kesayetiya xwe de ava bike ketiye nava lêhûrbûnên kûr û di heman demê de ji bo bersivê bide pêvajoya şer ketiye nava hewldanek mezin. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir israr kir ku derbasî herêma Botanê bibe, lê ji ber pêwîstiyan derbasî herêma Heftanîn bû.

Hevrêya me Azê ku 5 salan li herêma Heftanînê pratîkeke serkeftî meşand, li gelek qadên wê ma û pratîk kir. Hevrêya me ya ku tevahiya herêma Heftanînê nas kiribû, li vê derê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêya me Azê weke milîtaneke PKK-PAJK’ê di ferqa wê de bû ku divê teqez bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser gelê me. Bi vê hişmendiyê nêzî her çalakiya ku tevlî bûye, bû.

Hevrêya me Azê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser herêma Heftanînê yên di sala 2020’an de bi hemû wêrekiya xwe di ceperên herî pêş de li ber xwe da û bi awayekî serkeftî taktîka şer a tîmên bi tevger pêk anî. Hevrêya me Azê di berxwedana Heftanînê ya bi pêşengiya hevrêyên weke Bargiran, Esmer, Memyan û gelekên hevrêyên din ên hêja de, cihê xwe girt û ev yek ji bo xwe weke şansekê nirxand. Di heman demê de ev yek weke berpirsyarî û mîsyoneke dîrokî didît. Hevrêya me Azê dizanî ku rêya şopandina dilsoziya bîranîna van şehîdan ji berfirehkirina têkoşîna wan derbas dibe û girêdayî vê yekê xwe zêdetir pêş xist. Hevrêya me Azê ji bo ku tecrubeyên xwe yên dewlemend ên berxwedana Heftanînê bi hevrêyên xwe re parve bike û pêvajoya pratîkê ya 5 salan binirxîne, di sala 2021’an de careke din beşdarî perwerdeya Akademiya Hakî Karer bû. Hevrêya me di heman demê de di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe gelekî pêş xist. Piştî perwerdeya li wir derbasî herêma Metîna bû ku li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke bêhempa lê dihat dayîn. Hevrê Azê bû şahidê berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya hevrêyên me Rêber û Hêjar li girê Zendûra pêk dihat û ji bo layiqbûna vê berxwedanê her tim li ber xwe da. Li qada Metîna zêdetir li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî beşdarî gelek xebatan bû. Hevrêya me di çêkirina tunelên şer heya xebatên binesaziyê de di her xebatê de cihê xwe girt û bi beşdarbûna xwe ya çalak her tim hêz û moral dida hevrêyên xwe. Dema ku dijmin ji bo têkçûna xwe ya li Zap û Avaşînê veşêre, di 25’ê Gulana 2022’yan de li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî êrîşek da destpêkirin, şerekî dijwar qewimî. Hevrêya me Azê jî di vî şerê dijwar de berpirsiyariyeke mezin girt ser milên xwe û li gel fermandarê me yê hêja Nûrî Yekta û hevrê Amara Amed berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşên dijmin nîşan da. Hevrêya me Azê di tunelên şer de helwesta xwe ya hêja ya Jinên Kurd a li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê bi îradeya xwe ya Apoyî, bi awayekî serkeftî nîşanî dijmin da. Hevrê Azê di encama êrîşên hovane yên dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û şehîda me wê bi helwesta xwe ya jina azad û hevrêtiya xwe ya jidil û durist her tim di nava tekoşîna me de bê bîranîn.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Heta ku tecrîd bidome wê pêngavên gerîlayan jî bidomin’
Nûçeya Pişt re Cihêkarî li zarokên Kurd ên SMA’yî tê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêndêk boçûn le ser kitêb 3

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (208)Osman Isam'îlLem pertûke, le zarî kesanêk ke Kurd nîn zor şit…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Jinên Cîzîrê şehîd Denîz bi bîr anîn: Sembola berxwedanê ye

Jinên kantona Cizîrê diyar kirin ku destana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû sembola îradeya gelên azad…

Ji aliyê Stêrk TV

3 hefte beriya êrîşan, haya Îsraîlê ji plana Hamasê hebû!

Saziya medyayê Kan, diyar kir ku 3 hefte beriya êrîşên 7’ê Cotmehê, haya îstixbarata Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê di salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ de zextên xwe zêdetir kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Rejîma Îranê endamekî me li Kamyaran revandiye û êşkence kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?